Hevgirtin       Kurdish        Arabic          English         Swedish                         rojava@rojava.net 
                Nivîskar            Şêwekar         Navdarên Kurd         Kurdistana Rojava      

                            

 

 

 

H. R. K. R. D

Daxuyaniyên Hevgirtinê
  Endamên Hevgirtinê

   Komîteyên Hevgirtinê

  Rêbaza Hevgirtinê

   Şêwaza Endametiyê

 

    

 

 

  

Xelat Ehmed

 Ji dilê Sîpanê Xelatê were

 

 Hîn wek ku tu min nasdikî

qeşeng û hesan im

Ji peyaseyên baranê  hezdikim

bêyî te bi te mest dibim.

Hîn dikarim ronahiyeke piçûçik biaferînim

û ji xwe re bibêjim :

va tu li vir î.

 

Wesa

Hêdî hêdî

Te ji dûrbûnê peyda dikim, 

bi ser min dikevî û ez ji bîr dikim ku

ez li vir im.

 

Îşev jî

dê kirasê xwe yê herî şebengî li xwe bikim,

bi taveheyvê re derbasî dilê te bibim.

Tiliyên te yên ji evî,

rewanê min bi dîlokan diaferînin.

Nelive.....

ramanên min  ji min veqetiyane,

movikên hevdîtina me

berhev dikin.

 

ji nazenîna Kerezan

gêjbûna çil eşqan bi ser xwe de dikim,  

kûrahiyên te bi bêdengiyê   

radxînim,

taku tu ji hiş herî û min ji bîr bikî,

tenê jina ku ji çil êşan ve tu li bendî wê yî

li bîra te were.

    

Lewendê min

gewra te me

di bin çavên þevê de tir dibim

De were.........

Ji dilê Sîpanê Xelatê were,

cotek kewên sipî

ji pîrozbahiya berê min ê xam re

bifirîne

va me…….

 ji serjêkirina xwe ya dawî

 dibişkivim.

 

01.01.2005

 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005 rojava.net

[ rojava@rojava.net ]