|
Hîn asîmanê bajarê Amûdê ji keldumana goştê
herijî sayî nebûbû û hîn qîrîna zarokên sînemê
ji kolanên Amûda bavê Mihemed kernebûbû, Bangî
Agirî çavên xwe li jiyanê vekirin, ji bo; ji
agirê sînemê re bibe av û ji taristana şevên
Amûdê re bibê ronahî û ji birînên dayikên kezeb
şewitî re bibe melhem û ji êşa wanre sînfonî.

Hunermendê deng xweş Bengî Agrî yê ku li ber
hestên wî û hêza tilîkên ku li ser perdeyên
tembûrê bi hosteyî digerin, zarokên Binxeta
birîndar hînî dîlana azadiyê dikin, îro li
kolanên xerîbîyê gazina ji jînê dike û bi tena
serê xwe di şevên Berlînê de şeyar li benda
stêrika azadiyê dimîne û gula hêviyên vegerê ji
kaniya hestên xwe av dide.
Ew tenûra ku Bengî Agrî bi hestên xwe himhimand
û zeviya berxwedanê bi gotinên wêrek çand, îro
ew tenûr bi êzingê şoreşê û reseniya stranên wî
himhimye.
Di buhara Bengî Agrî de reseniya peyv û awaza
Kurdî diçêre û gulên wê li ber pozê evîndarên
azadiyê vedibin.
Bengî Agrî Ameda serhildanê di dilê xwe de mezin
dike, Hewlêra berxwedanê bi hestên xwe hembêz
dike, sibehên Mehabadê bi stranên xwe dixemilîne
û zeviyên binxetê bi hesreta dilê xwe av dide.
Xwendevanên hêja ez di şeveke payiza Berlînê
de, li hunermendê Kurd Bengî Agrî bûm mêvan bi
hêviya ku ez û hûn, hinekî ji rastiya vî deng
xweşî nasbikin û ji tecrîbeya wî ya hunerî sûdê
wergirin min çend pirs arasteyî birêz Agirî
kirin û wî jî bi dilxweşî pirsên min
bersivandin.
Birêz
Agrî; tu kare xwe bi xwendevanên me bide
naskirin?
Ez di sala 1969 an de li Amûdê hatim dinê û min
xwendina xwe ya seratayî li Amûdê xwendiye û ya
bilind jî li Şamê di beşê rewanşinasî
(Sosyologî-ilimliştîmah) de xwendiye.
Min di gelek komên mûzîkê de cî girtiye û di
kovara sorgul ya ku bi zimanê Erebî li Libnanê
weşana xwe dikir xebat kiriye, ev çend sale ku
ez koçber im û dûrî welatê rojê bi fîzîkî dijim,
lê ruh û hestên min tucara ji welat cuda nebûne
û heta Bengî Agrî bijî wê Welatê wî li dîwana
dilê wî rûniştî bimîne û ji bo azadiya wî
biqîre.
Birêz
Agrî te kengî dest bi karê hunerî kir?
Destpêka karê min yê hunerî di 12 saliya min de
bû, lê gava cara yekemîn ez derketim ser dikê bi
koma Agirî re di sala 1988 an de bû, bi strana
xwe ya (buhara li ber êvarê) ez derketim pêşberî
gelê xwe, ew stran ji gotinên helbestvan Beşîr
mele û awazê Derwîş Agrî bû.
Birêz Agrî te qala Koma Agrî kir, ez behwer
dikim ku tu endamekî damezrêner yê koma
Agirî,yî? Tu karê hinekî qala kar û xebatên
koma Agirî bikî?
Raste ez yek ji kesên pêşî bûm ji yên ku koma
Agrî damezirandin, karê komê her çiqas ne karekî
profesonal bû lê me pir karên hêja avirandin,
weke mînak berhema yekemîn ya bi navê( Heyî lê
nazê tu nazî ) bû destpêka gaveke hunerî li ba
me, ew stran giha herderê Kurdistan û gelek
hunermenda ew stran gotin.
Berhema diwemîn yan jî ya sêyemîn nema tê bîra
min, ya bi navê mezin Apo vê berhemê jî bi
şêweykî pir balkêş dengveda û bû strana ser
zimanê her kesî.
Ez dixwazim vê bêjim ku koma Agrî tim li hêla
gelê xwe û azadiya wî tekoşîn dide
meşandin, stranên ku êş û azarên gel
tîne ziman û asoyên berxwedanê li ba wî fereh
dike di afrîne.
Koma Agirî heya niha jî wî karî dike û ez di wê
behweriyê de me ku wê berdewam be di helwesta
xwe de heya roja azadiya gelê Kurd hilê, û
tîrêjên wê bighê her bostek ji xaka Kurdistanê.

Birêz Agrî gelo we çend berhem bi navê koma Agrî
tomar kirin heya tu li wir bû?
Ez behwerdikim 11 berhem me tomar kirin û min di
hemî berheman de stran gotin.
Koma Agrî ji bo min bû dibistaneke mezin, û
bingeh ji bo karê min yê hunerî.
Xweş tê bîra min me carna zêdeyî 12 katjimêran
kar dikir û em pê nedhisiyan bê dem çawa derbas
dibû.
Karê hunrî ne wek tu karê dine, karên din tu
karê bikê bêyî ku tu jê hizbikî, lê karê hunerî
bê hizkirin nabe, ji ber vê me karê xwe bi
evîneke mezin û bi kêfxweşî dikir.
Birêz Agrî tu karê navê çend hunermendên endamê
koma Agrî ji bo xwendevanên me bêje?
Di sala 1986 an de me got emê komekê binavê koma
Agrî damezrînin, wê çaxê Bengî Agrî, Peywan
Erjîn, Derwîş Agrî, Hekîm Sefqan, Elî Mensûr,
Şiyar Agrî, Sefqan û xweşnav di nava vî karî de
hebûn, vê dawiyê Xalid, Tariq û hinek
hunermendên din jî tevlî komê bûn.

Birêz Agrî te di nava komê de tenê karê Mûzîkê
dikir yan te karên din jî dikirin?
Min karê şano jî 6- heya 7 salan di nava komê de
kir, ji wan kara hinek nav jî li li dû min heya
niha jî mane, wek navê Kulî ku heya niha
jî hinek heval û dostên min pê gazî min dikin.
Çiqas karê me zor jî bû lê wî karî roj û
bîranînên xweş li pey me hiştin.
Birêz
Agrî te tenê di nav koma Agrî de stran gotine
yan te bi komên din jîre stran gotine?
Bê goman mebesta te li Welet e?
Erê.
Min di 1995 an de du stran bi koma Hêzil a
Tirbespiyê re, û di 1996 an de bi koma Botan a
Qamişlo re û di 1995 an de bi Koma Cûdî a Dêrikê
re stran gotin e.
Birêz
Agrî tu kîjan salê ji welat derketî?
Di
sala 1997an de, lê ez di serî de çûm Libnanê û
sê salan li wir mam ji 1997- heya meha 11.1999
an li Bêrûdê mam, wê demê min di kovara Sorgul
de kar dikir, û pêre jî çend gotarên min di
rojnama Diyara a Libnanî û rojanama Erebî
Alheyat de hatin weşandin çend wergerên min di
rojnama Azadiya welat de hatin weşandin bê goman
nivîsên min bi Erebî di kovara Sorgul de jî
dihatin weşandin.
Wê demê me hinek karên hunerî jî kir min û Medya
Rênas me koma Welatê rojê damezirand.
Û bi navê koma Welatê rojê me çend şev li
darxistin, me hinek ji hunermendên navdar
vexwendî Libnanê kirin û bi wanre aheng li
darxistin, mîna Ciwan Haco, Aramê Tîkaran, Beser
Şahîn û hinek hunermendên din.
Di payiza sala 1999 an de ez derbasî Eurupa bûm
û ji wê demê û heya niha ez li Elmanya me.
Wê
demê li Eurupa gelek hunermend, kom û sazî
hebûn, gelo te xwe gihand wan?
Pirsgirêkên penaberiyê dest û lingên min li
kelepçan dan, min nikarî bû ez zêde tevgerê
bikim û ji xwe rewşa aborî jî ne arîkar bû, ew
hêla min a têkiliyan seqet ma, lê di sala 2002
an de li Berlîn Akadimiya Kurdî hebû min bi wan
re hinek kar kirin, ez û hozan Eyîdin, Gulê û
Onder me bi hevre di nava vê saziyê de kar kir,
ana jî em karekî wisa dikin li Berlin.
dan û stendinên min bi koma Berxwedan û hinek
hunermendên wê re hebûn wek Seydxan û Peywan
Arjîn.
Birêz
Agrî te yekemîn kilîpa xwe li Eurupa çêkir, yên
ji vê kilîpê hizdikin pirin û ez yek ji wanim,
çawa ramana çêkirina vê kilîpê bi tere çêbû? Û
çima ew stran bi tayîbetî?
Me di sala 1998 an de ev stran amede kir, ji
gotinên Beşîr Mele û Awazê Elî mensûr,in, lê
strana ku ji hestên gel biaxife tucara kevin
nabe, em tev dizanin ku par vî wextî dewleta
Tirkiyê gef li şervanê azadiyê û başûrê
Kurdistanê xwarin û heya niha jî zirtan dike,
îca helwesta min weke hunermendekî wê çibe gelo?
di behweriya min de wê karekî hunerî be ku di
asta piştgiriya wan qehremanên ku welatê me ji
keriyên guran diparêzin de be, min dît ku strana
herî nêzîkî helwesta min ev stran e, min kilîpa
wê jî bi keda xwe çêkir û mesrefa wê jî min ji
berîka xwe da, ji xwe yê ku min nas dikin
dizanin ku hatina min tune û carna ez li
peydekirina nanê xwe diheyrim, lê gava ji bo
welat be hêsanî dibe, xizanî jî stuyê
welatparêziyê natewîne. Heta ku ev welat
azad nebe ezê tenura sar û bêdeng bêjim.
Birêz Agrî tu karê çend malikan ji wê stranê ji
xwendevanên mere bêjî?
Ser çava:
Em tenûra sar û bê deng, va bi xwînê himhimî
Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî
Dehil û zevî şîn û zerbûn, sorgenim simbil gihan
Nanê jiyana şehîdan, çi ji bona me pijî.
Teyir û tilûrên mihacir, behsa hêlînan dikin
Penpenîk serbest li agir, li tewafê fitlî
Tovê serbestî we çandî, hûn şehîdê nemirin
Tac û roniya gelane, agrî venamirî.
Hêjayî gotinêye ku ev kilîp bi arîkariya Saziya
çand û hunera Rojavayê Kurdistan û hêja Zubêr
Salih û gelek heval û dostên mîna derhênerKawa
Şêxê hatiya çêkirin, û spasiyeke taybet ji bo
telfizyona Roj tv û MMC tv ku wan ev kilîp
weşandin, bêyî arîkariya wan tu wateya kilîpê jî
nedima.
Birêz
Agrî tu çi cudahiyê di navbera karê hunerî yê li
welat û li koçberiyê de dibînî?
Ger ez rastî bêjim, cudahiyeke mezin heye, ez bi
xwe gelkî bi paşketime, ji ber li vir mirov mîna
rebotaye tu sibhê radibî di qotiya postê de sê
çar name hene yan jî karekî din yê bîroqratî
heye tu biwan mijûl dibî hew te dî meh û sal
çûn, yanî radara mejî tenê bi pirsgirêkên
bîroqratî ve tê girêdan, ev dihêle mejî hêdî
hêdî pûç bibe û kaniya afrandinê bimiçiqe, kanî
ew germiya welat? kanî ew liv û tevger? em niha
li ser bîranînan dijin.
Raste li vir tu dikare ji hêla madî ve, yan jî,
wek derfet hertiştî peydebikî, lê di warê bi
karanîna wan de tê pir zoriyê bikşînî, ji ber vê
ez kesî şîret nakim ku berê xwe bidin Eurupa,
ger afrênerbin li welat derfetên afrêneriyê
pirin.
Pêşiya gotiye; dengê daholê ji dûrve xweş e, ev
gotineke bi serê xweye, dengê Eurupa ji durve
pir xweş dihat guhê me, lê dîtin û bihîstin ne
wek heve.
Di berhemên welat de rih hebû, li vir hertişt
heye lê rih tê de tune.
Birêz
Agrî tu paşeroja çand û hunera Kurdî çawa
dibînî? Gelo li gora hêviyên te pêşdikeve?
Muzîk bi xwezayê re hatiye holê, mûzîk jî mîna
matematîk, coxrafiya, biyolociyê ji xwezayê tê û
pir pêwiste di jiyana miletan de, her wiha mûzîk
dibe arîkarê gelek nexweşyên mirovan. Ev tê wê
wateyê ku mûzîk di jiyana gelan de cihekî pêwist
digre. Em dibînin îro mûzîkên xelkê pir bi
pêşketine ji ber bingeha xwe ji kilasîkên xwe
girtine, ew mûzîka ku kilasîk bingeh bigre wê bi
hezarê salan bijî, ême em dibînin Şakiro, Arifê
Cizrawî, Gerbêtê Xaço û Evdalê Zeynikê hêdî hêdî
ji nav me bardikin û di cihê wan de mûzîkên bêjî
derdikevin holê, ne kirasê Kurdî li wan tê û ne
tu dikarê kirasekî din ji bo wan peyda bikî. Ez
dikarim bêjim ku hunermendê Kurd ji rihê xwe
hêdî hêdî durdikeve ji wî rihê fentazî û
afrandinê dur dikeve û berê xwe didê KOPÎKIRINÊ,
xwezî kopîkirineke bi zanebûn jî ba belkî
hevqasî zerar nedaye hunera Kurdî, lê kopiyeke
kore û bê hişe, berê civaka me ji reseniyê
dughere, bi taybetî berê ciwana ji reseniya
hunera Kurdî dughere ev metirsiyeke mezine li
ser çand û hunera Kurdî, cihê daxiyê ku saziyên
me yên raghandinê jî ji vê kopiyêre dibin arîkar
bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn ya ku li ber
pêlên tunekirinê diçe çand û hunera Kurdiye.
Pêwiste em reseniyê bi pêşêxin resenî nayê wê
wateya ku em neafrînerbin, gereke em hespê
afrênerya xwe di meydanên çand û hunera Kurdî de
bibezînin, ne di kopîkirina xelkê de. Niha wilo
li me hatiye ku em dinava bablîsoka ku tenê li
dora xwe digere de dimînin, û hewil nadin ku em
xwe ji vê bablîsokê rizgar bikin.
Lê divê ez vê jî bêjim ku hêviyên min di vegera
reseniyê de bilindin, weke ku tê gotin piştî her
tevlî heviyê xweşî tê, piştî tariyê ronahî û
piştî şînê şahî tê .ez bihêvîme ku dolabê
reseniya hunera Kurdî dîse bi xurtî bigere û
rastî hizkiryê
xwe were.
Birêz
Agrî te got min berê dinvîsand te çima niha dev
ji nivîsandinê berdaye?
Ji wê gava ku ez hatime vî welatî û heya niha
hîn serê min ji kaxez û nameyên vî welatî vala
nebûye û nehştine ku ez bêjim ohyayî bi vê
kêlîkê. Ez bi gelek hêviyên mezin hatim Eurupa
lê hêviyên min li ber bablîsoka pirsgirêkên
penaberiyê çûn, dîse jî min hewl da ku ez hunera
xwe li ser lingan bigrim û ger hindik be jî, ez
di vê hewil danê bi serketim, min du berhem
tomar kirin û kilîpek, lê nivîsandin bû qurbana
penaberiyê.
Birêz
Agrî bajarê Amûdê bi çî xwe tê naskirin? Gava
qala Amûdê tê kirin nenormaliyek tê xweya kirin,
gelo ew nenormalî çiye?
Amûdî di her tiştên xwe de ne normalin, di
welatparêziya xwe de, di hunera xwe de, di
xwendina xwe de, mêvanperweriya xwe de, di
nivîskariya xwe de, di fedekariya xwe de û di
hizkirina xwede ew tim di rêza pêşî û di ser
govendê dene, orte li ba Amudiyan tune,
bi ken dibêje, heya dînê Amûdê jî ne
dînê normalin dikene, ji ber
tiştên digotin û dibêjin bawerbike kesên bi aqil
jî nizanin wan bêjin. Ji ber van taybetmendiyên
Amûdê, neyarê gelê Kurd zarokên Amûdê dan ber
agirê kîna xwe, wan rola Amûdiyan di pêşxistina
zimanê Kurdî de û di rizgariya gelê Kurde de
famkirin û ji bo xwe metirsî dîtin.
Birêz
Agrî wek tê xweya kirin vê demê sûka ku her baş
dimeşe sûka kilîpaye, tu Rewşa kilîpên Kurdî
çawa dibîne?
Em ana dibînin ku gelek hunermendan berê xwe
deye vîdyo kilîpan û gelek jê jî pê bûne popler,
lê behwerbike heya niha kilîpên ku min dîtine û
ya min jî dinav de neghane wê asta ku dilê min
hênik bike, kilîpên me bûne mîna hevîrê
Gars (hevîrê garis tu çiqas bistrê
hevnagre) kilîpên me jî wêne û navrok hev
nagrin.
Mirov dikare bêje çend wêneyên xwşikin li ba
hev, lê asta hunerî di wan de ne bilinde, ez
dikarim bêjim Kurd hîn jî neghane asta hunera
kilîpê, mirov dikare bêje karên heyî di asta
hewildanên avakirina hunera kilîpa Kurdî dene.
Me berê jî got heya kar neyê kirin karên baş
dernakeve, yên ku kar bike wê şaşiyan jî bike,
lê di dawiyê de karên pir baş wê derkevin.
Birêz
Agrî ez behwerdikim ku berhemeke nû li ber destê
te heye, gelo kengî ev berhema te wê bighe
berdestên guhdarên te?
Di 2007 an de min berhema xwe ya bi navê (Bi
hesretim) belav kir û di 2008 an de min
berhema xwe ya bi navê (Tê bîra te)bi
arîkariya çend hunermendên ku niha li welat
dijin amadekir, mîna hunermend Şiyar Agrî û
Lazgîn Xalid û me bi kedeke mezin ev berhem
amedekir, ez bi xwe çûm welat û ez li ser
berhema xwe sekinîm, lê mixabin ev demeke ku ez
li benda Mîr mûzîkê me ku bersivekê bidin min ka
wê di rêya xwere vê berhemê belav bikin yan na,
heya niha min tu bersiv ne erê û ne jî na ji wan
negirtiye, yê min roj bi roj agir bi sebera min
dikeve.
Berêz
Agrî di paşerojê de çi piroje yên te hene?
Ji xwe ev berhema min ya bi navê Tê bîra te
li ber destê mine û ez di hewildanên belavkirina
wê de me, û çêkirina kilîpekê bi navê Gula di
bin topê de û kurte filîmek ji hêla derhêner
Kawa Şêxê ve tê amedekirin ez jî wek
lîstikvanekî tê de cih digrim.
Wekî din jî ez û hunermend Gulê em koro a
zarokan amededikin bi arîkariya navenda çanda
Kurdî li Berlînê, koro ji 20 zarokan pêktê, û
wekî din jî ez û hunermend Gulê di karekî diyo
de tên ba hev.
Birêz Agrî te qala Kilîpa nû kir gelo wê kengî
were weşandin?
(kesreke kûr berdide
û dibêje) Mixabin kilîpa min ji hêla roj
tv ve hat redkirin, weke ku hunermend Rotînde ez
aghedar kirim û got kilîp nayê weşandin ji ber
zêde wêneyên gêrila têde hene û di deng de jî
neşazî heye, ana ku bêje wêneyê gêrila tê de
zêdene tê bejrandin ji ber ji navê stranê jî tê
xweya kirin ku kilîp li ser welat û berxedana vî
miletî ye, normale ku wêneyên gêrila têde
zêdebin, tu derfetên min tunene ku ez herim ba
şervanên azadiyê û wêneyên xwe biwanre bigrim
yan jî amedekariyên kilîpê li wir bikim, min jî
serî li tiştên heyî da li gora derfetên xwe. Lê
tiştê ku nehatfamkirin ku dibêje neşazî di dengê
te de heye, weke gotina bav û kala dibêje, dibê
yek çû keça yekî bixwaze gava xwest bavê keçikê
nebidilê wî bû ku keça xwe bide wan, îca ji
wanre got ez keça xwe nadim ji ber kurê we dîne,
îca qurbana teme kekê Rotînde hûn naweşînin
nebêj neşazî di dengê te de heye, dîse jî ez
dilê xwe nagrim derfetên min ev bûn, min dixwest
guleke din jî diyarî gel û şervanên azadiyê
bikim çênebû. Kekê Xebat ez behwerdikim ku dem
buye dema ku mirov çend qîzika bi teqala xweyxe
û kilîpan çêke.
Ji bo gel û tekoşîna vî gelî çi erkên ku
bikeve ser milên min ezê bi dilxweşî bikim û di
meş û mêtingan de ezê hertim dinava gelê xwe
debim û girêdayî şehîdên serxwebûn û azadiya vî
gelî bim, kekê Xebat ma berê kilîp hebûn? yan jî
telfizyon hebûn? Na lê dîse jî em ev bûn û me
karê xwe dikir emê ji vir û ha de jî bi dil
xweşî bikin.
Min ev tev gotin ji bo çi tu zanî? Dibêjin
devera meriv hêviyan jê neke meriv gazinan jî jê
nake.
Birêz Agrî di dawiyê de tu dixwazê çi ji
xwendevanên mere bêjî?
Ez di serî de spasiya te dikim ku tu vî karê
hêja dikî ji bo piştgirya hunermendan, bê goman
îro hertişt buye madî lê ez dibînim bêyî ku tu,
tu sûdên madî ji vî karê xwe wergirî tu bi hemî
hêza xwe piştgiriya hunermendê Kurd dikî, ev jî
ji bo min şanaziye ku hîn yên weke te hene.
Wekî din jî ez hêvîdarim ji hemî hunermendên
Kurd ku xwe dûrî kopîkirinê bikin û stranên li
ser serpêhatî û jiyana gelê xwe biafrînin, ji
stranên li ser xelkê bêhtir em qala êş û azarên
gelê xwe bikin, qala xwezaya welatê xwe bikin.
Di dawiyê de jî ez rêz û hurmetên xwe ji bo hemî
gelê Kurd dibêjim, bi hêviya rojên azad her şad
û bextewer bimînin.
Ez jî bi navê xwe û binavê hemî xwendevanan
spasiya te dikim ku te îro ev wextê xwe yê
giran buha bi mere parvekir.
Xebat Şakir
Berlîn/ Elmanya
xebatchaker@hotmail.com
|