|

KENÊ PÊÇAYÎ
Û
HENASENE AZAD
Ezîz Xemcivîn
BÊDENGIYA RAZEYAN
Bi
hêz û zorê
şax
ji daran dikevin,
lat û
kevir radibin,
girêk
vedibin.
lê
hêza gotinê
gotinên cîhanê tev d ,
bêdengiya razeyên min
nabire..
naxîne..
naşkîne.
EZ Û GUL
Berî
bişkivînê,
min…
ewji
darê xwest.
gava
vebû..
bê
dozkirina
mafê
xwe mam.
Çimkî
zimanê min
şikest.
AWIR
şevbuhêrka evîndaran
digel
stêran.
xumxuma
ava çeman,
agirê
di dilê pembû de,
rewrewka
havînê,
keskesora buharê,
di
kêlîka evîniyê de,
wek
van teva ye
awira
dîlbera min.
VÊXISTIN
Heger
te,
çirak,
mûmek,
an
kuftikek
vêxist.
bi
pifekê
tên
vemirandin.
Lê ko
te,
dilek
vêxist..
ne ba,
ne
bahoz,
ne
bablîska dunyayê tevde,
ewî
na vemirînin.
RASTÎ
Bi
rastî,
tucarî.
min
ji
xwe re
nekiriye kar.
ko
berê ba bidim xwe…
yan
bi hev re,
em li
yek asoyî bifirin.
lewra..
li
gora
giroverbûna qalikê min.
ew,
min
li ber xwe dibe.
EVÎN
Hêvî..
mizgînî..
li benda we me,
va
buhar hat û çû.
ziman girtî ma,
û demsal hat
guhertin.
xame
rizgar nebû,
û
pertûk wek xwe ma,
cirîda peyvan rawestiya.
lê
gava mija li ser.
[a-b]eya
dil.
hino… hino.
hate hilanîn.
li şûna wê çar
tîp man,
navê te ji wana
diyar bû,
E-V-Î-N…
JIYANÊ
Bera
tu xewnbî;
xewneke xweş…!!
bera
tu leylan bî;
leylaneke zelal...!!
bera
tu hewrbî;
hewrekî giran…!!
ez
dizanim,
ewr û
leylan
bi
hev re nayên!?
Lê
jiyana min,
xewna
xweş,
şînbûna çavên te.
asmanekî vedigre
û
hêsrên te,
hewrekî avis
bi
xunavî,
bi
ser
rewanê
min
dibarîne.
NAYÊ
Ji
gulê
bihn
tê;
bi
bihnê
gul
nayê..!!
ji
dil
xwîn
tê;
bi
xwînê
dil
nayê..!!
ji
dîtina yarê
hêvî
tê;
Bi
hêviyê
yar
nayê!!
HEVDÎTINA ME
Li
şeveke bi tirs;
li
ber peravê
deryayeke pirs..
omîda
min
rawestiyaye.
lewra
omîda
min,
hevdîtina
me,
wê
wek
hevdîtina.
rokê
û zemînê be.
KÊFERAT
Şeva
dawî
ji
sermê,
zarokekî
rengîn çê bû…!!
germeba
û
sermeba,
li wê
buharê
bi
hev ketin.!!
bîst
û yekê avdarê bû,
newroz hat,
destê xwe li
wana pêça.
sermeba û
germeba
hembêzkirin…!!
DÛRBÛN
Heger
tu dûrbî
dûrbûna stêran;
zîzbûna şevê
ez dê
te bibînim.
heger
tu dûrbî
dûrbûna rokê;
sipîdeyê
ez dê
te bibînim!!
Û
heger
tu
dûrbî
dûrbûna welêt;
roja
azadiyê
ez dê
te bibînim.
BÊ
NAVNÎŞAN
Çi
bi serê te hatiye?
Çi bi
serê te hatiye?
ne
erd
hejyaye!!?
ne
asman
çiryaye!!?
ne
çav girtîne;
ne
dil rawestiyaye!!?
tev
ko,
sînorê te bê ziman e;
û
asmanê te
bê
sermiyan e;
perperîk
li
buhara te
serfiraz in.
DERKETIN
Heger heyv
ji
benda rokê
derkeve;
ji
roniyê
bê
par dimîne!?
Heger
masî
ji
avê derkeve;
ji
jînê
bê
par dimîne !?
û
heger
dilê min
ji
tora te derkeve,
”xemcivîn”
ji
nivîsandinê
bê
par dimîne!.
OMÎDA MIN
Ji
dilê min
derket
jîneke bê sînor;
li
wê jînê
ket
zindaneke teng;
li
wê zindanê
derbasî tariyeke
bêdawî bû,
li
wê tariya bê dawî
hîn û
hîn
ez lê
digerim.
DURVÊ MIN
Li
pertûka jînê
ez
çend peyvên
jibîrkirî me…!!??
li
nav devê destar
ez
çend libên
hêrayî me…!!??
Heger
jibîrkirina jînê
û
hêrana destêr
bi
hev bête guhartin;
hûnê
durvê
min
binasin.
WÊNEYA TE
Wêneya
te
li
ber
çavê
min bû;
du
raman
hatin;
yekê
xwe
kir"perwaz"
ya
din
xwe
kir"bizmar"
û
gava
xatir xwestin,
wêneya te jî
hino…
hino
bi dû
wana de
meşiya
DERDO
Heger
te
sînorê
bêzariya min zanîba;
tê
tora xwe veçiranda
û
dergehê zindanê
bişikanda!!??
tê
heyv biguhasta
û
alav vêxistana!!??
hingî
wê rewanên me
pêrgî
hev bihatana
û
paseport hemî
ji
germa hevdîtinê
bişewityana.
YARÊ
Hezkirina te
pirtir
ji
agir û tînê
min
disojîne!!??
pirtir
ji
peyketinê,
zindan û lêdanê
min
dêşîne!!??
û
pirtir
ji
avê,
ba
û
rokê
min
divejîne !!??
KELANDIN
Biryara te
helbesta min dîlkir.
peyv
hatin,
raperîn … raperîn..!!
pênûsê
bi
hêrs di nava
hevokên jihevketî de
tevgerkir..!!
li
ser tihnê
asoyê
hişê min
bi
melyonan tîp civandin…
birûsk û tav çêbûn
ji
sînga asman heya bi erdê
azadî
.. azadî..
vedan.
XERÎBIYÊ
Gava
bi çavê girtî,
te ez
dîtim.
bi
guhê ker
te
guhdarîkir,
û
bi
sînga sar
te ez
hembêzkirim,
Êdî
min
kirasê xewna jibîrkirî
li
xwe pêça,
û ji
hêrsa asmanê te yî har
min
xwe da bin
sîwana bagerê .
PÊŞMERGE
Evîna
te hembêzkir;
jibîrkir
ko
dilê wî ne hejyaye!!??
Buxçika te hilgirt;
jibîrkir
ko
gepa nanê wî ziwaye !!??
Û
Hêsrên te paqijkir;
Lê
jibîr nekir
ko
kela wî
ji
tihna wa ye !
1989
-1994 |