|
Ji bo bernameyeke ez çend roj beriya vê li
Amedê bûm. Bi saya vê bernameyê bû sûdwarî ku ez
mamoste Ehmed Huseynî cara ewilî bibînim. Bi
vê hevdîtînê re bû mabestê ku em û mamoste
Huseynî li ser helbestê hinekî bipeyvin.
Piştî çend gotinên li ser helbestê mamoste
Huseynî pirsek di derbara helbestê de ji min kir.
Lê ji ber ku dema bersiveke têr li ber min
tunebû, min jî derfeta bersiveke ku
mamoste jê digeriya nekarî bidimê.
Pirsa mamoste li ser helbestê bû û wiha bû.
Mamoste Huseynî ji min pirs kir û got; gelo ji
gor te pêdiviya helbesta kurdî bi qeyd û
pîvanên helbesta biyanî heye yan na?.Min jî wê
demê dixwest ku li gor zanîna xwe bersiveke têr
bidimê, lê ji ber ku dema me hendik bû , ji ber
wê sedemê min ne li gorî ku min dixwest bersivek
da û ne jî bersiva ku min da têrê kir.
Lê wê demê vir ve ye ku pirsa mamoste di mejûyê
min de diçe û tê û daxwaza bersiveke zelal û
dirêj xwe li min sor kiriye.Lewre ez dixwazim li
gor zanîna xwe bersiveke bidim mamoste.Û ez di
vê nivîsê de ligel bersiva mamoste dixwazim hin
tiştên din jî bibêjim ku bi bi pirsa mamoste ve
girêdayîne.
1: Gelo pêdiviya helbesta kurdî bi pîvanên
helbesta biyanî, “mabest ji biyaniyê
helbesta neteweyên din a ku li gor roja îroyîn
helbesta cîhanê ya bi pêş ketî” e, heye
yan na.Bi ya min pêdivî bi vê tunê; ku em rabin
û li gorî helbeta hinên din helbesta xwe bi
pîvan bikin û bibêjin belê me helbesta xwe li
gor helbesta filan neweteyê rast kir û êdî
helbesta me jî nûjen bû.2:gelo ku em a niha
pirseke pîvanê li xwe bikin û bibêjin gelo di
helbesta kurdî de pîvan heye yan na, wê demê tê
vê wateyê ku heya îro me helbest nenivîsandine
yan jî helbesta kurd bê pîvan tê
nivîsandin.3:Gelo ta îro bi sedan helbestvanên
ku bi kurdî helbest nivîsandin e û dinivîsînin.
Dîroka helbesta kurdî ta sedsala 8 an diçe û
helbestvanê kurd Elî Herîrî jî wekî helbestvanê
yekem yê helbesta kurdî tê zanîn.Û piştî wî
çend helbestvanên navdar ên wekî Melayê Cizîrî,
Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Siyapûş, Seydayê
Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî û di dawiya
sedsala 20 emîn de;Şêrko Bêkes, Abdûlah Pêşew,
Berken Bereh, Arjen Arî û yek jî jê Ehmed
Huseynî , ji daristana helbesta kurdî
tenê çend navê DARÊN ku di helbesta kurdî de
şax dane wekî mînak in û her wiha nifşê dawiya
salên 90 î û ku heman kes jî helbestan
dinivîsînin, berhemên xwe tên weşandin û
digehêjin ber destê helbesthezên kurdî.
Bi ya min heman helbestvanan bi pîvan helbestên
xwe nivîsandine û gihandine ber destê
helbesthezên kurdî û ku em îro dixwînin hê jî
wate û hêmayê ku bi destxistine û pîvanên ku di
helbestê de bi kar anîne hêjayî şayanê ne.Ji min
va pirsa mamoste ne ji bo ku em hîn binin ka di
helbesta kurdî de pîvan heye yan na, lê bi
ya min mamoste Huseynî ji me gişkan baştir
dizane ku pîvana helbesta kurdî ka heye yan
tunê.Lê bi min pirsa mamsote girîng e, ji ber vê
girîng e ger ku helbestvanê kurd vê pirsê ji
xwe bike û bibêje ka pîvan di helbesta kurd de
heye yan na û ew jî wê wekî min li pê vê pirsêke
ve û bigehêje vê encamê.Bi min pîvana helbesta
kurdî heye û bi dehan sedsalana ye ku helbesta
kurdî pê tê nivîsandin.Lê ku pîvana helbesta
kurdî heye gelo çima helbesta kurdî ne bi nav û
deng e ?.
Ji xwe mabesta pirsa mamoste jî ew bû.Çima
helbesta kurdî ne bi nav û deng e?. Ez dixwazim
li gor zanîn û çavdadiyên xwe hin tiştan li ser
vê pirsê bibêjim.
Erê her çiqes ku bi sedan salan e helbesta kurdî
tê nivîsandin jî lê mixabin hê jî helbesta
kurdî li ser axa xwe bê xwedî ye.Ji ber ku
desthilatiyeke kurd çênebûye helbestvanê kurd jî
bê xwedî ma ye.Û ji ber ku helbestvanê kurd bê
xwedî ma ye, di heman demê de helbesta kurd
jî bê xwedî ma ye. Ger ku desthilatiyeke te
tune be wê demê pergaleke ku tu bi zimanê xwe
perwerdeyê bibînî jî tunê ye û ku pergaleke ku
bi zimanê neteweya te perwerdeyê dide tune be,
wê gavê tê vê wateyê ku wêje û hunera neteweya
te jî nagihêje xwediyê xwe û bi pêş nakeve.
Kurdan ta îro bi zimanê xwe perwerdeyeke bi
pergal nedîtîne.lewma jexnî yên ku ji wêje û
hunerê re mijûl dibin wêdatir kesî xwendin û
nivîsandin bi kurdî nedîtiye û nekiriye.
Ji xwe helbestên beriya sedsala 20 an jî bi saya
kêm xwendevanên ku di medreseyan de perwerde
dîtîne û bi saya hin dengbêjan bûne stran û xwe
gîhandine roja me.
Ger ku bi zimanekî helbest bên nivîsandin, wêje
bê kirin, huner bê kirin lê ku xwendevanên van
tunebin, gelo em ê çawa tê bigehêjin ku ka
em helbesteke çawa dinivîsînin.Ka helbesta me bi
ya cîhanê re dikare qayîşê bikşîne yan na.Ma ku
bi zimanekî bi 10 an tv hebin, ku bi 10 an
kovar hebin, lê ku hêjmara wan ya
belavkirinê hezarî derbas nabe, ku di nava
parçeyekî weletê gir de ku zêdetir 20 mîlyon
mirov lê dijîn û ku li wê derê rojnameyek ku bi
xwerû kurdî be û ku traja xwe nagihê 10 hezaran,
ku salê bi sedan pirtûk bên weşandin û ku heya
niha hê jê yekê çapa duyem nekiribe… Gelo em ê
çawa bizanibin ku helbesta kurdî di nav ya
cîhanê de di kîjan aste de ye?.
Ji xwe dost û dujmin jî dizane ku ji van trajê
ku min gotî de, yê ku tê xwendin nivî nîv
ya heye ya tunê?.Ger ku di nav 20 mîlyon kes de
tenê 200, 300 xwendevan hebe, de ez
heryanê we me mamoste; hûn ji min re bibêjin ka
em ê çawa bizanibin ku helbesta me di kîjan aste
de ye…Belê bi dîtîna min rewşa xwendin û xwedî
lê derketina zimanê kurdî wiha ye.Lê ger ku em
dixwazin ku asta helbesta kurdî bibînin û ku
dixwazin helbesta kurdî bi pêşkeve û bi pêşxin,
divê saziyên çand, huner , ziman û çapxaneyên
kurd hin tiştan bikin.ji bo vê jî ez dixwazim
çend pêşniyaran bikim.
1:Divê helbestên kurdî ji zimanên din bên
wegerandin û li welatên din bên belavkirin.
2:Divê helbestên biyanî ji zimanê kurdî bên
wegerandin û li tevahiya welêt bên belavkirin.
3:Divê di qada navnetwî de pêşbaziyên helbestan
bên li dar xistin û helbesta kurdî jî cihê xwe
di nav de bigire.
4:Divê bernameyên tv, çalakiyên dem demî û şevên
girseyî yên helbestan li nava welêt û li welatên
din bên li darxistin.
5: Divê teqez û teqez rexnegariya helbesta kurdî
hebe û hebe…
6: Divê kurd bi kurdan re bi kurdî bidin û
bistînin!!!
Belê a niha helbesta kurdî bi ziman e, lê
sed mixabin ku hê jî bê welat e û bi sedan sal
e ku dixwaze li ser vê axê bi cîh û war bibe û
ji aliyê xwediyê xwe ve bê hez kirin û di nava
helbeta cîhanê de bibe xwedî NASNAME .Ger ku
civakek hez ji nirxên xwe neke, nikare di
derheqê nav û reng û dengê xwe tiştekî bi pêşxe
û bi ser bilindî helbesta xwe derxe orta qada
cîhana huner hez
|