KAVARA URKÊŞ

 

BIXWÎNIN! BIKIRIN! BIFIROŞIN

Û BI CEGERDARÎ BEŞDARÎ DRÊJKIRINA JIYANA WÊ BIBIN

urkesh@rojava.net

Li ser emaila jorîn kovarê ji me bixwazin!

 

 
 
 
 

 

     
 
 
 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

Adara 2006 an bi weşana Kovara Urkêş dixemile

Hejmara yekem ji Kovara Urkêş ku kovareke rewşenbîrî giştî ye, xwerû kurdî ye dê di destpêka adara 2006 an de derkeve.
Desteya birêvebir a kovarê:
1 .Xwediyê kovarê: Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve HRKRD
2. Sernûserê kovarê: Zagrosê Haco
3. Desteya birêvebir: Ehmed Huseynî, Selîm Bicuk, Jan Dost, Ebdilbaqî Huseynî, Helîm Yûsif, Nezîr Palo, Royarê Amedî, Serhan
Îsa.
4. Berpirsên hunerî: Reşîd Hiso û Rehîmo
5. Mercên weşanê:
- Babetên tên weşandin bi taybetî ji bo kovarê ne û gereke di cihekî din de nehatibin weşandin.
- Birêvebiriya kovarê, di balavkirin yan nebelavkirina babetan de azad e bê ku sedemên nebelavkirinê diyar bike.
- Lêkolînên bê jêder û çavkanî nayên belavkirin.
- Bi babetên wergerandî re, navê babetê yê orjînal, cih û sala weşanê gerek in.
- Babetên ku tên ji kovarê re li xwediyê xwe venagerin.
- Divê babet bi computer bên nivîsandin.
- Desteya birêvebir nivîsan li gora rêziman û rastnivîsa kovarê serrast dike.

 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE