Vedîtinên
dawî ji bajarên bakurê Mezopotamyayê, bajarê
Tilbirak
Geoff
Emberling & Helen McDonald
Wergêr
Zagrosê Hajo
WÊNE
1. Xerîteya herêmê

Ta berî
demeke nêzîk dihate gomankirin ko bajarên herî
mezin yên Mezobotamya li başûr in, ji xwe ji wan
nimûneya herî baş bajarê Uruk e. Li deşta sêlax ya
welatê Sûmer di heyama hezarsala 4an de ya Berî
Zayînê, ev bajar gehane pileyên bilin yên
bajararvaniyê. Lê li Tilbirak vedîtina avahiya
yadgarî ya mezin û xwedî derazîna gewre ji dema
berî nîvê hezarsaliya 4an ve (li gor Oastes sala
1997) pirs bilind kirin, ka gelo Brak ne bajarekî
mezin û girêcan bû û di sewiya wan bajarên li
başûrê Mezopotamyayê bû. Piştî pîvandinên
topografî û vekolana çalan bo lêkolînê, hate
xuyakirin ko Brak weke wan bajarên herî mezin bû,
di nîvê hezarsaliya 4an. Ferehiya Brak gehabû 100
hêktoarî, demeke baş dirêj berî ko hokariyên başûr
li ser herêmê dest pê bikin. Em niha lêkolînan li
ser hunerweriya bajêr ya wê heyamê dikin.
WÊNE
2. Wêneyê Girê Tilbirak
ji dûr ve

WÊNE
3. Wêneyê girê Tilbirak ji jor ve

WÊNE
4.
Etûna
gomizkirî di
avahiya
şahiya mîranî de ya ji nîvê hezarsaliya
4an

Ji nav
avahiyên dema nîvê hezarsaliya 4an, yên ko ta vê
demê hatine naskirin, binyateke mîranî sêçikî ye.
Di wê de hostayî û pisporiya avakirinê xuya dike.
Cihekî pêhtinê, lê bi pîvanên mezin, xuya dike (binyata
etûna gomizkirî (Wêne 4) û kelpîçên pir şewitandî
‘biraştî’ di nav de ne). Ew nîşan dike ko ev cih
niştiniyê ye, lê belê dibe ko ew cih ji bo cejn û
şahiyan jî dihate bikaranîn. Rastiya vê
şirovekirinê ji çêkirina hijmara mezin ya tepsikên
ferfûrî xuya dike û ji komkirina neadetî ya tiştên
pêwendîdarê devera giyanewran e û bi bi piraniyeke
rêjeyî ew der bi hestûyên kîvroşkan dagirtî ye.

WÊNE
5
(li
jêr). Peykerê hirçê mermerî, bilindayê 9 cm,
nîvê hezarsaliya 4an Berî
Zayînê, hê jî xêzên rengên sor û reş
li ser sere hirç û neperûşkên
wî vemane.
Ji
rûberekî niştiniyê yê wê demê hijmareke balkêş ya
vedîtinên gehandine dema me, ji wan hirçê meremerî
delal e (Wêne 5; Pittman 2002). Herweha sê
heyberên din jî hene: Pûtxana Çav û çend
hingulîskên muhrkirinê û bazbend. Ji vekolînên di
rewzên vê dawiyê de xuya dike ko girêdana wan bi
Rewza Kelpîçê Gewr re û Pûtxana Çav re heye,
rewzên ko Mallowan di salên1930î de vekolabû.
Dîroka herdûyan divegere nîvê hezarsaliya çaran ya
Berî Zayînê (Oates û Oates sala 2002). Di binê
xaniyekî niştinî de xezîneyeke seyr hate dîtin. Di
wê xezîneyê de bêhtir ji 350 miherkan hebûn (WÊNE
6). Ew bi piranî eqîqê sor bûn, lê jî di nav de
zêr, zîv, lazewerd, cemşet û kevirên krîstalî jî
hebûn. Ji şûna zilikên hûnayî di wê xezîneyê de tê
naskirin, ko ew miherk di selik yan jî sebetekê de
bûn. Ev rewz gelekî hatibû şewitandin û bêgoman
niştevanên wir bi ti awayî nikarîbûn li xezîneyê
vegerin û wan miherkan derênin.

WÊNE
6.
Miherkên di xezîneya di bin xaniyekî niştinî
de
ji nîvê hezarsaliya çaran ya Berî Zayînê
Piştre
di hezarsaliya çaran de ev şûnewar ji aliyê
mirovine ji başûrê Mezopotamya hatiye
niştecihkirin. Di xaniyekî ji xaniyên wan de
hunerkariyeke yekane hatibû dîtin ew jî: cebleke
heriya ji axa herî hûr e û di nav de cihê 10
serikên tîran ji kevirên mikolîtî hene (WÊNE 7;
Wright sala 2002)
WÊNE 7.
Cebla heriyê di nav de
serikên tîran ji kevirên mikolîtî hatine çandin,
Mala Uruk ya Dereng, nêzîkî sala 3400 BZ.

Herweha
proje li ser pirsa dagîrkirina vî şûnewarî di nîvê
hezarsaliya sisiyan ya Berî Zayînê de, dikole,
dema ko Brak (Nagara kevnare) di demeke dirêj de,
bi Elba û Marî re, yek ji bajarên Sûrî yên sereke
bû. Vekolînên vê dawiyê avahiya mezin ya di nav
dîwarê kevane de kire bin tîşkoyê (WÊNE 8).

WÊNE
8.
Wêne bi
çavêbaşokane, sala 2001 ji aliyê Evan
Malone hatiye girtin, Rûbera tc (rûbera vekolînê
50x80m)
Beşê ta
niha ji binyatê hatiye vekolîn tenûra bêpêvan
mezin e, cihekî imbara dexlê ye, genimê hêrtî û
pêhtî ye û herweha odeyên niştiniyê ye.
Nanpêjgeh şewitî bû û bêxwedî mabû, ne tenê komên
mezin yên genim û keresteyên şewitî wan li pey xwe
hiştibûn, wan herweha hijmareke mezin ya çapên
hingulîskên muhrkirinê hiştibûn. Ev dihêle mirov
goman bike, ko prosesa berdana vî cihî bi rêk û
pêk hatibû kirin. Ev binyat bi xwe dibe, ko beşek
ji amojgeheke mezin be, ya cihekî rêvebirinê be,
dibe ko ew koşk yan jî pûtxane be.
WÊNE
9 (li jêr) li ser destê rastê.
Modêlê xanî yan jî
birca ferfûriyan e,
bilindayî 43 cm, ji dawiya
hezarsaliya sisiyan
Berî Zayînê.
Herêma tc.
Yek ji
heyberên balkêş ko li vî cihî hatine dîtin, ew
modêla ji heriyê ye. Ew jî xanî ye, yan jî birc e (WÊNE
9). Deriyêkî bilind di dîwarî pêşî de ye, di ser
re sê rêzên balindeyên çûne lîs hene û
li ser serê bên serê heşt bizinan hene, ew jî xanî
dixemilênin.
Agahdarî:
Projeya Brak, bi rêvebiriya David Oates bû û bi
alîkariyeke mezin ya Joan Oates û ya nivîskar jî
ko birêvebirê meydanî bû, me alîkarî ji van kes û
dezgehan girtine: Bingeha Zanistî Neteweyî
(National Science Foundation (BCS-0107251)),
Dibistana Brîtanî ya Arkaeojiyê li Îraqê (the
British School of Archaeology in Iraq), Amojgeha
McDonald ya Lêkolînên Arkaeolojî (the McDonald
Institute for Archaeological Research), Akademiya
Brîtanî (the British Academy) û Mûzexana
Metropolitan ya Huner (the Metropolitan Museum of
Art). Em spasdarên Dr. Sultan Muhsin û Dr. Ebdil
Rezaq Moaz in û Birêvebirên giştî yên antîkan û
mûzexanan û taximên wan in, ji bo piştgîriya wan
ya comerdane û alîkariya wan.
Çavkanî:
AL-GAILANI WERR, L., et al. (ed.). 2002. Of pots
and plans: papers presented to David Oates.
London: NABU Publications.
EMBERLING, G. & H. McDONALD. 2001. Excavations at
Tell Brak 2000: preliminary report, Iraq 63:
21–54.
OATES, J. & D. OATES. 1997. An open gate: cities
of the 4th millennium BC (Tell Brak 1997),
Cambridge Archaeological Journal 7: 287–307.
. . . 2002. The reattribution of Middle Uruk
materials at Tell Brak, in E. Ehrenberg (ed.),
Leaving no stones unturned: essays in honor of
Donald P. Hansen: 145–54. Winona Lake (IN):
Eisenbrauns.
PITTMAN, H. 2002. Bears at Brak, in al-Gailani
Werr et al. (ed.): 287–96.
WRIGHT, H.T. 2002. Arrows and arrowheads in the
Uruk World, in al-Gailani Werr et al.
(ed.): 373–8.
|