|
Tengezarê Marînî
Baran roja xemgîn e.
Stiraneke biçûk ji kela min.
Mikurhatina şeva dirêj
di kolanên pêsîra te de,
bi te re,
dibin bîstikeke bendemanê.
Şev dirêj e,
şev hawareke bêdawî ye,
bêdawî ye şev,
qîrek e ji hêviyan,
ji reşbîniyê,
ji lixwemukurhatineke tirş.
Bangên ewrekî hêmin ji asîmanên dûr,
du derya ne çavên te
memikên stêr in.
Bi dilekî westiyayî
Du lêvên lihevnekirî
Şînemijek,
Li ber pencerê me
ji çavên min,
du rondik
dilê min dibin mêvanê bêdengiyê.
Baran heye, li kolanan
Barana rojên xemgîn.
Bêrîkirin heye
Peyvên min sil in.
Pîtên min dubare dibin.
Û tu,
bi hemî bêcirî û xemleyîsiya xwe ve dixewî.
Ji awirên min, nema tiştekî dizanî
Lêvên min pêketî,
sûnda kenekî şîna zilindar.
Tozeke sar, ez gorî kirim, te.
Bermayê xemê me,
di dilê min î birîndar de reşbînî distrîne.
Bajar dişewite û duh serê te li ser zendê min bû
nemra telefûna xwe ji min vedişêrî.
Li ber dergeh, min kaxezên te dîtin,
miştbûn ji kurtepistê.
Beşdariya xwe min rawestendin
Dergeh hêdî hêdî li ber henasa te govend dikir.
Temen dengê bêdengiyeke belengaz e.
Pencerê, dizanim
Tu jî dê tinaziyên xwe bi min bikî
Şevên xeyaleke reş in,
li giyanê min î sar,
xemgîn,
kelepçeyên aso ne.
Dimirim ji têhna te,
bi têhn û bîranên te jî.
Dîwar li min teng bûn
Li ser kevîka milê xwe, li ber deryayê,
li sîbera awirên te digeriyam.
Tu çûyî, bi rûşiştinekê te got:
„li vê xweşiyê dê çawa te li bîra xwe bînim“.
Ez dê hêsirên xwe, ên tariyê dialîstin, veşêrim
şeva xwe ji kerba te vehisînim.
Silava xwe ji ser dêmên te yên xapoker, vekêşim
Peyv hemî hatin naskirin.
Tu,
pencerê, tinaziyên xwe bi min dikî?
26.03.05 |