H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv



 

Ilse Aichinger

Amedekirin û wergerandina Tengezarê Marînî

 

rojava.net 15.05.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

  

Ilse Aichinger û xwişka wê ya cûmik Helga Aichinger li Wien ji bavekî mamoste û dayikeke bijîjk“ nojdar“ Cihû di 1. Novemberê sala 1921 ji dayîk bûn.

1926
piştî bav û dayîka wê hev berdan li ba dayika xwe li Wien ma.
1938 - 1945
Dayika wê cihê xwe yê bijîjkiyê di dema desthilatdariya Naziyan de windakir, û gelek kes û xizmên wan hatin kuştin û ji ber ew cihû bû rê nedanê ko here Gemasiyomê.
Ji 1951
Ilse Aichinger têkiliyên xwe bi "Gruppe 47",  re girêdan û li wir  mêrê xw  Günter Eich naskir.

Di 1953  Ilse Aichinger bi Günter Eich zewicît û kurê wê  Clemens di sala 1954an de ji dayik dibe û keça wê Mirjam di sala 1957an rûyê dinê dibîne.
 
1971
Mêrê wê Günter Eich dimire
1984
Li  Frankfurt am Main niştecih dibe
 

Xelatên Ilse Aichinger

1952 Xelata toreyê ya Gruppe 47
1955 Xelata Immermann- ya bajarê Düsseldorf,
1957 xelata toreyî ya bajarê Bremen.
1971 Xelata Nelly- Sachs wergirt.
1982 Ilse Aichinger xelata Petrarca wergirt.
1983 Xelata Franz-Kafka stand.
1984 Ilse Aichinger xelata Marie- Luise- Kaschnitz stand.
1987 xelata Europalia-Literatur ya EG dane Ilse Aichinger.
1991 xelata toreyê ya mezin ya  Bayerischen Akademie ya ciwaniya hunerê wergirt.
1995 Ilse Aichinger ji bo berhema xwe Lebenswerk“ berhema jiyanê“ xelata toreyî ya bilind ya welatê Nemsa wergirt.

  Berhemên Ilse Aichinger:

·        Ilse Aichinger dest bi xwendina bijîjkiyê kir, lê zû dev jê berda ji ber di xwe anî der ko ew nivîskar e û dest bi nivîsîna romana xwe ya yekem kir di êlûna sala 1945an  "Das vierte Tor= dergehê 4an" ew jî li ser embargehên Naziyan bû û cara yekem li Nemsayê ko cara yekê li ser wilo babet tête weşandin, hate weşandin.

·        1948 Romana wê ya bi navê "Die größere Hoffnung=Hêviya mezitir " hate weşandin. li vir Ilse Aichinger behsa çarenûsa gêncekî nîvcihû dike, ko di dema nazîyan de bû. Rewşa di navbera Xewn û rastiyê de, bi şêweyekî weha nazik hate behskirin. di pey re êdî hew roman nivîsîn.

·        1952 Pîrtûka çîrokan "Rede unter dem Galgen= axaftina di bin sêdaredanê de""hate weşandin. Ev pirtûk pir li ser hate nivîsîn.

·        1953 Pirtûka çîrokan bi navê „Der Gefesselte= yê Kelepçekirî

·        1963 Ilse Aichinger nêzîkî Salzburg berhema xwe ya bi navê  "Wo ich wohne = Ez li kû niştecih im"- berhemeke serpêhatiyên xewnan in weşand.

·        1965 Elîz Elîza

·        1969 Auckland

·        1976 Di kombenda  "Schlechte Wörter= peyvên xerab" Ilse Aichinger guherînê di şêweyê nivîsîna xwe de dike.

·        1978 Verschenkter Rat= şîreta diyarî .Helbest.

·        1978 „Mein Sprache und Ich= Zimanê min û ez“ komeleyek çîrok

 

1. Keviya Zinêr

 Min dê çi bikraya,

eger  nêçîrvanê nebûya.

Xewnên min,

yên spêdê

li hêla din ya zinêr

nebûya, di sîtavê de.

 

2. Bersiva Zivistanê

  Gerdûn e, ji qumêş,

dîtinê dixwazê

Çav nema hene,

mêrgên spî bibîne,

guh nîn in,

dako li serên şaxan,

firfira balindeyan bike.

-Dapîr, kanîn lêvên te,

jibo çêjê ji geyê bibînim,

û mirovê me, bêhin bike,

hetanî asîman bi dawî were,

hinarkên rûyê xwe heya îro jî diperxîne

Hîn birîn , li ser dîwarên gund in?

Ma ne daristanek e tarî ye,

ya berê me ber pê ve bibû?

Na Dapîrê, ew netarî ye,

ez vê yekê dizanim,

demeke dirêj jiyabûm,

li nik zarokan, li kevîkan,

û ew ne daristan e jî.

  

3. Yekşembê berî nîvro

  Ji xwedê hez bikin

Bo wî nimêj bikin

Û xizmeta wî bi tenê bikin

Vehesîn e

Li ser rêça berbi hewşan ve

Di demeke durust de.

Ji dûr ve dîtin,

di nêv berfê de.

  

4. Marianne

  Tişta  min haş dike,

dema di şevên zêrîn de

zarokek binive.

Ku henasa wî di tenişta hesinxanê re diçe

Û hetav a wî hîn zû

Di gel dîkil û mirîşkan

Xwe di ser giyayê şil ve çem dike.

 5. Derveyî welêt

  pirtûk ji pirtûkxaneyên bêgane,

yên bi hêzkirina kevokan

eger hat li ser deveran

yên em, di wê rewşê de ne, ko jê bardikin

di gel drrîreşkên xwe

xweliyan,

ko di rakirdankê de xwe didin hev,

xwe bi hêminî di pey min re diguherênin,

lê em dimînin,

li ser piştên gerim

ên bexçeyan, keviran

an jî ji rijaleyê

  Ev helbest ji pirtûka Ilse Aichinger ya helbestî bi navê Verschenkter Rat= şîreta diyarî hatine hilbijartin. Verlag= Weşanxaneya Fischer

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 
 
Xanedana êşê
 
Nostalgiya du helbestvanan
 

Rojavayê Kurdistanê û erkên hêzên siyasî yên kurd
 

Lempên nû - werger
 
Ilse Aichinger
 
GERA FEDIYOK
 
Prometheus û vedenga çiyê
 
Kalo:-Xemgînî ne parate ye Ya me ye
 
Kizîr
ŞAHÊ ŞEVÊN ŞÛM
Marie Luise Kaschnitz