H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Kurdi عربيEnglishSwedishHevgirtin

 
 

 

 
 
Xanedana êşê
 
Nostalgiya du helbestvanan
 

Rojavayê Kurdistanê û erkên hêzên siyasî yên kurd
 

Lempên nû - werger
 
Ilse Aichinger
 
GERA FEDIYOK
 
Prometheus û vedenga çiyê
 
Kalo:-Xemgînî ne parate ye Ya me ye
Kizîr
ŞAHÊ ŞEVÊN ŞÛM
Marie Luise Kaschnitz

 


GERA FEDIYOK
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Tengezarê Marînî

 

1. Govend

 Li nav sîbra te,

dizanim, kanî dipeqe;

li bêrîkirinê mukur têm.

Sotin,

êşa rehên min,

hêrza min,

di destên şevê de, distrînin;

berbi kaniyê ve diçim.

 

2. Hêlan

 Westiya ye behremendiya min,

xilamş e şev,

ji çavên te,

peyvên şermok

di matmayînê de şuştî ne.

 

3. Agir

 Guvaştî ne,

dergehê kolanên ewrên te

peyv li dûv peyvê

kesk

sor

sirûd

bayê hênik

payizname

oqyanos

sênca zivistanê

giryê zarokan

deng û tineyî

pirbêjî

dilbijî

kesî ez nebihîstim

bêdengî geş bû.

 

4. Aso

 Rojeke qûngiran

Êş bêdawî ye

Mirin

Şaxên payiza rojê

Xewn û nebûna te

Rêka kadiza, spî,

hemî sûndên te.

Viyan,

di navîka rojê de xewn.

Kirîstalîzma mirinê me,

jibîrkirn

Ji kezeba deryayê,

şev û sînik

li asoyên te, pêl

dilê min,

dixure bajar, ji ewravên te.

Şeveke bêkendav mam.

 

5. Ferîşte

 Berbang sar e,

xew sar e û bask..?

şev û dîwarên birîndar

girtî hene,

ji dêmên rojê reng bardikin.

Zarok hene, zincîr,

şop

û baqek gul..

 

6. Koçer

 Rehên te

Armanc

Hechecîk

Birîn

Spartina kenê rojê

Bexçe

Asîmanekî jihişketî

Dergeh

Kêferat

Rojava

Pora ji kenê xwînê

Dawiya şevê

Qêrîn

Kursiyekî şikestî..

Û ezzzzzzz!?

 

7. Dil

 Bajarê li ser pişta çiyê raketî

Maçek,

çalên şevê û lerzên multîkultî

zingilê ji ewrên zîvînî

şûnikê pîrê

mitalên derbederekî

dengê spêdê,

ahenga heyveke har

tuxûbên keserên min.

 

8. Bye

 Xuda diçirse

Bilûr nivist

Can şikest û

Tu..

Hilkêşana xemla tavsorkên mirina bêdeng î

Gorên biçûk hene

Û tu..

Li derdora şevên me

Beytikên hêlên kevirî ne

Sist in di lerza awirên te de

Mûzîk zelal e

Ji sefera nepeniyê

Pêxwasê dêmên te bûm

Hatina şevê bûm

Li ser zingilê bêhna te

Li bihya çarenûsa min bûn

Cengewerên te..

 

 “ Eger hat û ji kerba te xwe nekuşt, berê xwe bide min, min ji ber te, 

xwe ji demeke dirêj ve kuştibû,

li erzêlên jiyanê mîna laş hebûm..“

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE