|
Revoka Xewna
Þkestî
Tarik Bekirxan
Bêrîkirina te çendîn dirêj e..
nizanî !?..
Di
stiranên evînê de
Çargotinek e kin..
lê
dirêj,
têr
xem,
têr êþ û têr birîn..
Dizanim dê ev birîn çawa gul vede.
Gerek dîsa dest û lingê min
Ji rihê min
bikêþî..
li ser cogên xwe Bikevim
wek çiyakî giran.
careke din bi hizkirina te
bilerizim..
careke din bitevizim
û
wek deryayekê dirêj bim
li ser singa te ya spî..
Bêhna porê
te bikêþim
hindirê birîna jana xwe..
Wek pelên payîzê
ji rûyê te
hilweþînim..
Gerek dîsa tilîyê min
Li ser lêvên te biçirûsin..
Lê tu dîsa tune yî
Tu
dîsa revoka
xewna þkestî yî..
Evîna min..
 |