|

Sebrî Silêvanî
Qonaxa zarokiyê:
Li sala 1788ê û di rojgarek bêdad de Şubinhawerê
zaye destpêka jiyanek nû bi qîrîn radigehîne. Di
temenk zû de alûziya jîngeha mindaliyê bandorê li
xweristeyên kesayetiya wî dike û wek zarokek sêwî û
bêbehr, li hembêzê xwe perwerde dike. Dibêjin ku
bavê wî bi temenê xwe mezin bû belê dayika wî hêj
mîna keçbanûyekê xuya dikir û ev ciyawazî di salên
temenî de bibû sedem ji bo afrandina hestdaiyê di
navbera herdûyan de, ew bû ku li dawiyê bav ji ber
qehr û gumanê de xwe dikuje û Şubinhawrê gunnehbar û
dayika wî ya gunnehkar bi tinê dihêle. Heyam dihên û
heyam diçin û dayika ciwan bi serê xwe dikeve û li
gor bayê hezên xwe dihê arastekirin. Her hîngê
dîmenê jiyan û hebûnê di xeyalgeha Şubinhawerî de
dilewite û li gel salgarê jingar digire.
Bavê wî mir û çû belê ewî bi xwe, di serê xwe de,
dayika xwe mirand û nav û deng û rengê wê wek hêma û
wate ji bîra xwe sirrand, ango jiyan û mirin li bal
wî ne tinê bi cestê mirov ve girêdayî bû belê belkî
bi helwîst û dan û sitandinê ve, bi amadebûn û
neamadebûnê ve, bi kiryar û reftarê kesayetî ve.. bi
berhemdanê ve.
Bûyera xwekujtina bavê wî bi hoyê sozanî û zexeliya
dayikê, bibû sedem ku jiyan 180 radeyan bihê guhorîn
hem ji bo Şubinhawerî û hem ji bo dayika wî belê bi
dû alîdarên cuda, tinê peywendiya xwezayî - fîzîkî -
dimîne û wekî din hemû alav û awayên peywendiyê
dihên birrîn, giyanî, hizrî, derûnî û wateyî.
Di dûrêyanek zû de li gel xwe radiweste û biryar
dide ku wek pêwîst seredeiyê li gel encamên bûyerê
bike.
Dûrêyana temenî:
Ji ber çî û ji bo çî bavê wî xwe kujt?
Ji ber çî dayika wî bi dûv bayê serê xwe ket?
Aya ev rûdan li ser eniya wan nivîsandî bûn, wek ku
di gelek metolojiyan de hatî gotin, yan jî viyan û
ramana mirovî bi xwe li ser eniya mirovî dinivîse?
Di wê gêjengeyê de Şubinhawer li gel xwe xelwe dibe
û li ser dihizrîne heya ku bi espayî tovê hizrên wî
di serî de dinime û berê xwe digire: Ku viyan û
ramana mirovî biryara mirovî dide û berê mirovî
araste dike.
Hevrikiyê li hember helwîstê dayika xwe radigehîne û
biryarê dide ku bixwîne û di encam de dibe xwedî
berxistek û bawername di barê felsefeyê de. Bi
bistehî û nebezî dest bi qonaxa yaxîbûnê dike û bi
bîrdoz û têrûwanên nû, bi xefî, qebê hindek
fîlosofên din dixwaze wek Hîgilê mamosta û
payebilind li wî serdemî, ne tinê li Almaniya belê
li seranser cîhanê.
Li gor awayê perwerdeyê û jiyanê li nava civakên
rojavayê, berkar û reftarên wî wek hewldanek sade ji
bo tazegeriyê dihatin li qelemdan belê li gor awayê
perwerde û jiyana rojhelatê bi larêbûn û
tundrrewiyê.
Rojhelatî weha bo diçin ku nabe bîrhatin û helwîstên
zarokiyê bandorên weha nerênî li ser rewtê jiyana wî
bikin belê ji bîr dikin ku heman kes e ku li ser
felsefeya helwîst û viyan û ramanê sekinî û bîrdozên
herî hêzdar afirandîn.
Wî mifayek glek mezin ji bûyerên zarokiyê kir, ne
wek pirraniya bîrmend yan zanayên rojhelatê, bi
taybet ya naverast, ku nikûliya wî salgarê bi hemû
hûrayiyên wê ve dikin.
Zarokiya Şubinhawer nebû derperrîn yan sirge, wek
gelek mirovan, ji bo jiyana wî û her ev e ya giring,
belê bibû dûrêyanek diring ku tê de li xwe bizivire
û hêz û karînên xwe li gor wîst û ramana xwe araste
bike û ev yek ji sedemên serketina wî bû wek
aferîdeyek taybet ku wate û têgehê jiyanê bi duristî
werbigire.
Rast e ku
bêhnteng bibû, ku ji hemû tuxmên mirovan bêzar û
zivêr bibû, rast e ku di kefçikê avê de dixendiqî û
ji giyanê xwe jî aciz dibû lê, ne çunkî lawaz û
debeng bû belê çunkî xwedî bar û berpirsî û nîgahên
cuda û nû bû, ku zû bi zû nahên pejirandin wek her
zana, bîrmend, bilîmet û fîlosofên din û derbarey
bîndariyê û afraninê ew bi xwe dibêje: ((Hizr û
têrûwanên nû di sê qonaxan re derbas dibin: li
destpêkê dihên çewsandin û retkirin, paşî xwe
radigirin, evca bi ser dikevin dawî ku dihên
pejirandin û pesendkrin. ))
Dibe ku – wek ku dibêjin- baweriya wî bi hemû cûnên
mirovan kêm bibû û hest bi hêl û seqamgêriyê ne
dikir lewra herdem yedekdar bû: Veder û qurnetgir
bû, ne diçû destê her kesê, çûna devê kesê ne dixwar
û ne vedixwar, hesûn wî wek endam li gel civakê
radedar bû, hizrên wî sinorên dorhêlê wê heyamê
derbas dikirin, dizanî ku ev hemû dê hindek
xweristyên seyr û neguncayî li ser kesayetiya î
biafirîne belê feramoş dikir û wek qerebo dixwand û
hmû li ser rêyê kaxezan tomar dikir.
Satên dirêj li hembêzê pirtûkxaneya xwe diqedandin û
xwe hunda dikir, di nva dûkêla qelyonê dirêj û bêhna
pirtûkên metolojî- bawerî de, xwe ji bîr ve dikir.
Wek her efrînerek din, ji xwandinê dest pê kir unkî
xwandin zagehê efrandinê ye.
Hertişt xwand: xweza, felek, wêje, matmatîk û fîziya
tenaet helbet û huner jî lew di derencam de bibû
xwedî kangehek zanîn û aşinabûnê ku yêdî amde ye
biherikîne û dîsan weha çêbû û verêja hizr û têrûwan
û bîrdozên xwe hemû di pirtûkek mezin de encam dan:
Cîhan viyan û raman e.
Şubinhawer
û têgehê helbestê:
Ew li ser hindek ji binemayên helbestê rawestiya:
Wêne, hêma, raman û taybetmendî. Dilniya bû ku
helbest bi xwe cîhanek sereke û berdar e û alav
amrazê wê ne sade û sakar in belê ew bêhtir li ser
awayê bikarhînana wan alav û amrazan rawestiya,
dihizrand ku helbest bêhtir ji hêma û wêneyan pêk
dihê belê ew hêma ne wêne ye û ew wêne ne tinê
derbirrînek e bo helçûna derûnê yan kirasek e bi ser
nihênî û nepeniyan de, belê êstgehek e û tê de sewda
û ciwaniya xeyalgehê digehe hev û di encam de
efrandin peyda dibe. Herweha li ser rewnbêjiyê jî
rawestiya û got ku nabe rewanbêjî bibe alav yan
binema bo nezelalî yan nedîderiya helbestê ji ber ku
ew fîlosof e û li destpêkê û li dawiyê sercem
fîlosof bayexê bêhtir bi kamne û bandora karê wêjeyê
didin.
Felsefeya viyan û ramanê:
Kula dilê wî cîhan bû ji ber ku rewşa wê bi dil nebû
û hejî zîmar û bizehî didît lewm ku di bîrhanînên
xwe de nivîsandibû: ez li ser cîhanê ditirsim, li
ser dihizrînim, her weha li ser vê roja li hindavî
serê min û tîrêjên wê yên sar, li ser vî zemînê ku
ez pê lê dikim.. erê, mirov tinê xewnek e ji xewnên
xwe.. .
Û weha derbary xewnan jî dinivîse û hewl dide ku
hindekê rave bike jî bi taybet mijara jiyan û mirinê
ya ku bûye temelek zehmet ji ezel de nexasime ji bo
fîlosofan ji ber ku ew wateya raseqîne ya jiyan û
mirinê têdigehin.
Jiyan ew mereqa asan e bo hebûnê, ango kamne ye,
belê di heman dem de hevrikî û milmilanê rewa dike û
ez bawer dikim ku tev jî pêxemetî bêhtir efrandinê
ye çunkî hevrikî û milmilanê hokarek serekî ye bo
dahênanê û bîndariyê, ango kifşkirina yê nepenî.
Fîlosofek weha payebilind di bîrdozên xwe de hergîz
bi çavek kêm berê xwe nade aliyê giyan û xeyalgehê
belê dixwaze hêz û hokariya aliyê viyan û ramanê
bide xuyakirin, bi rabîn û akamên erênî tê de. Ew
weha bo diçe ku viyan kore ye, bê hander û mebst e û
li gel salgarê diguhore, kêm û zêde dibe, saz û
nesaz dibe, zelal û şîlî dibe, weha li gel xwe buha
û wateya gelek pirsên din digehîne: jiyan û mirin,
serkein û şikestin, man û neman û hd .. .
Ango, viyan berê mirovan arast dike û di encam de
biryara çarenivîsê wan vedibirre.
Şubinhawer dibêje: rabirdû hebû belê mir û çû, jiyan
jî dê bimire û biçe, birêveçûn jî dakeinek e berwext
e li heyamekê.. dilniya be ku tu bêhûde li ber xwe
didî ji bo zindîbûnê çunkî mirin rastiyek rasteqîne
ye û helbet e ji ber ku ji roja zayina mirovan de,
ew mirin li behra xwe digire û li pey wan dikeve,
hevrikek bi hêz e bo jiyanê û li dawiya dawiyê de bi
ser dikeve.
Ev nêrîn û boçûn nahên wê wateyê ku Şubinhawer mirov
bêçar û bedbîn bû, belê, mirovek rasteqîne û nebez
bû çunkî diwêriya rastiyê aşkera bike tenanet eger
li ser kîstê bawerî û gumanê jî be.
Serarey vê hemûyê, ew miovek bengîn û dildar jî bû,
bêhtir ji carekê ket di telha ciwaniya afretê de û
mêraniya xwe di berê wê de buhujand belê derbary
bengînî û dildariyê dibêje: Eger ez padişah bim dê
fermanê bidim û bibêjim: min bihêlin bi tinê.
Herweha dibêje jî ku sercem evîndar bedkar in û
sedemkarên xem û azarên mirovayiyê ne çunkî bê
dildaî û hevserî û dûndeh dê dawiya cîhanê nêzîk
bibe û herkes dê ji vî qîrûsiyayê xilas bibe.
Rojek ji
jiyana wî:
Li
qeraxên Ferankforta tarî û bêhedar li wî serdemî û
dûrî çavên xelkê, xweristeyê sade û xav bi ser
jiyana rojane de digire û hindekê bandorê li ser
dike. Roj xwe dûbare dikin, bûyerên biçûk, deng û
rengên sar: li sipêdeyê zû qesta serşûyê dike ji bo
ku çalak û pak xuya bibe, kunîleyên wî baê jiyanê
bihilmirîsînin, xwîn di demarên wî de bigevêze, paşî
têşta xwe bi fincanek qehweya germ dest pê dike ji
bo ku hindek hevsengî di rewşê de peyda bibe çunkî
bi rastî jî hertişt sar bibû: mirov, cih, dîmen, dem,
tenanet jiyan jî. Evca çend satan dixwîne û dinivîse:
felsefe, bîrdoz, nehandin, bîrhanîn, û berî firavînê
hindek bilûê dijenîne ji bo ku bi ruha xwe re
bipeyive û hindek yê nepnî bixwîne berî ku berawirdî
yê penî di ketwarî de bike û li êvarî jî şîvê li
derve dixwe û hemdîsan wek herşev qesta malê dike û
qehweya sirrdar amade dike lê vê carê ji bo ku
sercem hizrên xwe yên berela bi hoyê herraya kolanên
bajêrê sar bihewîne û dîsan li benda mihdervaniya
xame û kaxezê bimîne ji bo ku wek gov li kêlîka
zêstana ramanê amade bin helbet dawî ku bi şaperrên
hizrên xwe tozê ji ser dêmê pirtûkê bidaqute.
Li
hindek êvariyan bi yawerê kûçkê xwe ku bi Cîhangêr
bi nav kiribû, li nava kolan û sikakên Firankfortê
peyase dikir ne ji bo ku kûçik reheta xwe bistîne
belê ji bo ku Şubinhawer bi xwe kehî bimîne û havî
nebe çunkî di destûdarek weha sar de dûr nîne ku
havîbûn - wek nesaxî - mirovî bigire.
|