|
Kê...?
hilma te
hingavte xwîna
min...?
û dilê min
diyarî mûmdanê
peresetgehên
azariyên te kir..?
tiliyên gurbûnên
te
dirêjî şewatên
min kirin..
kabokên silbûnên
min,
xiya kirin,
di tarî qorziyên
jibîrbûnê de...
şevên westiyayî
ji rêbiwariya
tozgirtî
ji bênaxiyê..,
lûs dibin,
di himêza
sawîrên min de..
li pişt dergehê
mijûliyê
raxistime,
bi şîrvekirina
wê pirsê.
kî bû...?
xwe ramedand di
kefenê sersariya
bizdandinên min
de.
xepartî li noqa
zaroktiya xwe
pingehane
bêrîkirinin
şînhatî bi
kizirandinên min
ve..
kê...?
ez firşik kirim
bi wê
dilbijandinê..
kê..?
ew dil
vezîlandiye
qamek
ji xwelêgirtina
oxirê re.
ji dêrana
derdorên xwe re
sed henasin bê
ser û ber,
xwe pelo dikin
dirindiya
vekirinin
badayî bi
asêbûnan.
çiqasî hingufî
tîjikirina ye
temenê,
bi kotekan xwe
şêlaye
li wê dilberiya
westiyayî ji
pêve daleqandina
awiran..
kî bû...?
ew bajar
wergirte şevan
perdeyên xwe
vehesandinê
û dergehên
dadayî
di navtenga
celdeyin ji
hişçûyî de
ji xirecira
piyin şepirze
û kevalên..,
tenêtiyê dipîvin
bi ji hevketina
laşê min.
dîtinin
pûrisandîne
bi bêdengiya xwe
ve
alin tozgirtî,
ji çîmên serqot
ji kewijandinan
re.
di xelin awirin
belqitî di lepên
peristiya
zeliqî bi eniya
ji bîrbûnan ve.
bajarê xwe
vedizî
ji çarika vedana
te
û ez rekeh kirî
tîşkên devdawa
hilatbûnên
xindirî,..
ji
sîtavin,gelicî
bi heriftinan..
kê hat...?
û li memikên
bînayiyên min
rewrewekên xwe
banandin.
kê hat...?
û refên xweziyên
min
bi qîrînên xwe
bezandin.
kê hat...?
û xwe bi
şikestinên min
di tivtivandin..
kê hat...
û zixurên
gunehkariyên xwe
li rûmetiya min
dibarandin...
Hooo..
xwedayoo..
çi sînorekî asê
me
ji cendekê xwe
re.
û bi bêçêjiya
xwe,
di haveynê
pejalên xwe de..
tême keyandin...
|