|

|
Rênas Jiyan
Qesîda Qedexe
berxikên berdûş,
zû ji dergûşên xwe dûr ketin
di çardehsaliyên xwe de
ji çekên çardeh derb çak hez kirin
di bîst û çarsaliyên xwe de
- hê tayekî spî neketibû porê wan -
mal şûr,
talde cercûr,
milk şikeft
û gor şikart hilbijartin
birayên min wisa xweşik mirin,
wisan tahmstran mirin
hûn bibînin
hûn dê ji kêfan bimirin...
heman ferxik, di azmûna şerê qiloçan de xwe
selmandin
bûbûn beran
mîmarên baranan
gorên wan hatin vedan li navenda ewran
simbêlê min îdam dibû,
devê min tije viyolîn
lawijên bi qasî şêraniya mewîjên babîlan min
dinehwirand
firmêskan esman dimeyand
fêris û firêz
bi min re diîskiyan
qebîleyên qulingan,
li ser serê min seansên firê dikirin
qidûm nedima ku serê xwe hildim
berberoyên reqas stûşikestî dibûn
distewiyan
mijangên te yên qereçî
guliyên te yên qarmeçî
qelbê te yê qesra qaçaxçiyan kanî?...
kanî...
miçiqîn
çavên te, mexzenên şeraba sor
nêrîn bi nêrîn vedixwim
serxweş im
qera min, qemera min qedera min
tu nizanî
bi kabên kongên zarokên min bi qumarê dileyizin
wechê xwe bi gîsinên cot diqelêşim bê feyde ye
ez zebanî
tu jî nizanî,
gunehê min
heta gorê hezkirin
katedral û camî bûne cangorî
rûpişkirî ye pira selatê bi ya mala badê
şeytan şehîd ketiye
poem pelixî ye
di bin simên hespên pêxwas de
pêtal di peritin di tariyê de
rajena min erdhêj hildavê
teqez terikandinek li pey e
giliyên xwe li gulleyan dikim
diya diyalogan delalê
wext e
keserên xwe yên te kesidandiye bibêje
penguen li peravan baskvekirî
duayên avê li ser min dixwînin
ji micewherên mihacir gora beranan ava dikin
yara li ser pûrta sînga min diçêriya
sûsika nazenîn,
êdî deyne kokteyla xwe ya kulîlkan
wext e
ji berxikên berdûş re
qesîdeyeke qedexe,
ji piyanoyên miqedes lêdikeve
hemû ba bimbekirî ne
balinde kespik in bi eniya bilûran ve
û her ku navê hestê keser be,
şûrê me, jê re serberjêr e
lewre, bêrî di navbera min û te de bedew e...
|
|