|
Rênas Jiyan
MEXZENA XWÎNÊ*
koleksiyona 1'em, li ber şibakê, destê
sibê
ev çirûsk, ji flaşa birûskekê ya
zarokanli ber wê
fotografên xwe dikişandin hatiye
berhevkirin
di tahma berfdimskê û di bêhna nanê sêlê
yê zivistanî tê lêxistin de ye
tu nuh ji xew radibûyî û
tu weke ku derek te birîn bûbe û
tu tavilê bi meraq li wê birînê binêrî;
tu li berfê diniherî
tu jî weke berfê bi piranî bi şev tê,
ji nişkê ve sibê zû sipî dikî her derê
xewa bi te re ji lênerîna berfê
ya li ber şibakê jî xweştir e
te bi berfê ser çavên xwe şuştiye û
xwiriniya xwe kiriye
tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê !
tu berf î,
ez berf im,
berf im,
berf im
lê lê nar lê lê nar…
ji devê te yê fîncanî keldûmana qahweyî
difûre
mi go?
ne ji te be, wê kes berfdimskê nexwe,
ne ji te be, wê zarok reşêle û têtiyan
negirin
tu berf î ji ber ku
berf...
******
koleksiyona 4'em, li lîse, salên terr
ev çirûsk, ji şewqa kêreke barûte hatiye
berhevkirin
di tahma xwepeyitandina xortekî
ya li hemberî hevalên xwe
û di bêhna pîrekan de ye
lîse
ango taştiya emir
ango lîstina bi kêran
heyecana pelandina devançeyan weke hêtên
qîzan
şûna jopên girtina xwepêşandanan
sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan
lîs e
lêvên te, rîha min cara ewil kur dike
pizikên min serên xwe bera ber xwe didin
ji fediya te
tu kuxika cixareya min a ewilî yî
tu rondikvexwarina ewil a giriyê min î
êvînî yî
tu lîseya emrê min î
/(li paş hewşa mektebê
heke tu werî bin wan daran
bi soz!
Bi vî dengê xwe yê nuh qalind bûye
Ez ê azan bidim navê te
Lîse,
mekteba min çavên te)/...
******
koleksiyona 9'em, li malê, îda qurbanê
ev çirûsk, ji çavên lawikê ji kêfa îdê
re raneketiye hatiye berhevkirin
di tahma kulîçeyên îdê û
di bêhna goştê îdê yê li ser tifikekê li
quncikekî hewşê tê çêkirin de ye
wî geh li zarokên kêfcejn nihêrî
û geh jî li lingên xwe yên di axpînkê de
gemarîbûyî
wî, bi awirên xwe yên ji kêra qurbanê
tûjtir
herdu lingên xwe jê kirin
wî, wê îdê tu şekir kom nekirin
lê zarokên din bi pirhejmariya şekirên
xwe, xwe li ser serê wî qure kirin
li gel zarok bû negiriya û neliviya jî
wî, ji hundirê malê xwe bera hundurê xwe
da
pilingekî har di hundurê wî de zîl da
dê pêşiya malê avreşandî kir
bêhna axa şil tev li bêhntengiya lawikê
çavşil kir
ji ber ku sola "wî" tunebû; ew li wê îdê
negeriyabû
cejnên "wî" yên kêrkirî hîn jî didomin
|