|
Selîm Biçûk
Di
mirinê de, tu bûyî vejîna xewnê
Ber bi te û Ji bo te…!
Berî ez bêm dinyayê min tu dîtî. Min
sozek da te. Di ramana min de, tu bûyî
xewnek mezin. Tu bûyî binefşek çiyayî.
Tu bûyî dilopek şevnema biharê ku rûyê
sorgulan şil dike. Tu bûyî çiya. Tu bûyî
agir û roj. Tu bûyî sermed û bêmirin di
nav mij û leylanê de, winda bûyî.
Berî zayîna xwe, min dest bi gerê kir û
ketim pey şopa te. Li kavilên bêşênî, li
kolanên gundên ji leylanê, Li qerexên
dilên bêhest û evîn, li nav çadirên
mirovahiya penaber, ez ketim gerek
bêdawî. Carna di xewnek revok û tirsonek
de, li te dibûm mêvan. Carna di dilekî
sar û behitî de, min silav dida te. Pir
caran jî, min tu li nav hêstirek
daleqandî didîtî.
Neh mehan di zikê diya xwe de, li te
geriyam. Li nav ceger û mêlakên wê, ez
bi germiya te dihesiyam. Di dilok û
lorandina wê de, tu dihatî ber çavên
min. Di êş û keserên wê de, min hêstirên
te didîtin. Lê, li biharê tu dibûyî mij,
li havînê leylan. Ez diketim gera hebûn
û tunebûnê, tu jî, diketî reva çûn û
nehatinê.
Min hêz da xwe ku li ser soza xwe
bimînim û carekê bi herdu destên xwe te
bigirim. Bihêrs û germiyek ku êgir
dişewitîne te hembêz bikim. Lê, xewnên
bitirs, kabûsên mirinê lingên min li
qeyd û zincîran didan. Zimanê min li nav
bêdengiya mirinê, lal dihiştin. Çavên
min li nav reşiya şevê, kor dihiştin.
Guhên min li nav gemara dîrokê ker
dihiştin. Min nikarî bû te bibînim, li
pey te birevim, dengê te bibihîzim, yan
jî, biqîrim, bigirîm û hawar bikim. Tenê
di dilê xwe de, min tu parastî. Mîna
gulekê, mîna perestgehek pîroz, mîna
periyek bihiştî, mîna Xwedayê evînê min
tu di ramana xwe de daçikandî û bêmirin
hiştî.
Bi wê xewn û ramanê ez hatin dinyayê. Bi
qêrîna yekemîn re navê te hat ser zimanê
min. Bi tîrêja ronahiyê re, çavên min
tenê li te geriyan. Bi gavavêtina pêşî,
ez ketim pey şopa te. Min riyek dûr û
dirêj girt û li pey te meşiyam. Li
gundên mirinê geriyam. Ketim riyên bêşop.
Li bajarên windabûnê penaber bûm. Zindî,
bi min keniyan û " dîno " ji min re
gotin. Mirî, liser halê min giriyan.
Ji nav jiyan û mirinê, min sînor
çirandin. Xewn û rastî min kirin yek. Li
reşiya dilê sînorên bextreş tu bûyî
navnîşanek nenas. Liser lêva mirinê
kenekî sar. Li dilê keçên ciwan carna
diriha reş, carna jî, gulek geş.
Min pir caran ji xwe dipirsî: Ez çi
dixwazim? Ez dikarim xewnek mirî bikim
rastî? Ez dikarim ji xeyalê rastiyê
bihûnim? Ez dikarim li bajarên mirinê
jiyanê biafirînim?
... Û hemû pirs li dîwarê windabûnê tune
dibûn. Mîna te dibûn mij û leylan. Li
nav perên mejiyê min yê windabûyî hêdî
hêdî rastiyek bicih dibû. Min dizanî tu
qedera min î. Tu havênê hebûna min î. Ez
dikarim ji her tiştî birevim. Lê ji te?
Na, ji te rev nîn e. Tu rastiya min î.
Tu ez im. Ez jî, tu me.
Di riyên mirinê de, ez li te rast hatim.
Mîna perperîkek bêçare, min xwe avêt
agirê te. Dadgerê evînê ez gunehbar
dîtim. Biryara şewata min da. Lê, dema
li ber piyên te dişewitîm, mîna momekê
li perestgeha te dipişivîm, min jiyan
didît. Min xweşiyek bêsînor hest dikir.
Min nas kir ku agir jî, jiyanê ava dike.
Min nas kir ku bi şewatê jî, gul vedibin.
Û yekser bi hev re, em ketin riya hebûnê
û me xwe dît. Me xwe dît û ji nû ve xwe
afirand. Di dilê rojê de, em bûn çiyayên
evînê. Di dilê êgir de, em bûn sorgul û
binefş. Di dilê mirinê de, em bûn jiyan.
Mirovahiya kor, ker û lal, me biçav, guh
û ziman kir. Mirî rabûn ser piyan û
meşiyan. Zindî ketin rê. Şevê konê xwe
rakir û ji ronahiyê re, cih berda.
Li Geliyê Waweylê bi hezaran dirihreşk
bi êgir dibirijin. Ramanên hovîtî û
barbariyê bêveger dikevin revê. Zagona
welatê êgir û rojê ye. Tenê evîn dikare
li ser piyan bimîne. Êdî çi hêz nikare
di laşekî de dil, kezeb, ceger û ramanê
ji hev cuda bike. Her tişt li cihê xwe,
xwe dibîne. Hemû rê diçin perestgeha
evînê. Hemû dil di yek rê de, li ber xwe
didin.
Û ez û tu Qamişloka min…
Em 12 rûbarên xwînê, 12 avdar, 12 newroz,
bi hezaran Ferhad û Maşûq û yek jiyan
in.
Erê ez li meydana şerê jiyanê bêçare bûm.
Ez têk çûm. Mîna kelemperekî ziwa ji
kokan ve hilkişiyam, ber bayê ketim.
Bahozek bêbext ez ji çiya û ronahiya
rojê cuda kirim. Li geliyê Waweylê ez
ber qef kirim. Ez sipartim mirina
malkambach. Di rastiyê de, ev yek azadî
û rizgariya min bû. Ji bo min dawiyek
pir xweş bû.
Ez di hembêza mirinê de, tu mîna gulek
geş li hember min vebûyî. Tu bûyî
bersiva pirsên min yên li ser hatin, man
û çûnê. Te evîna min ya xewneyî anî
rastiyê.
Ez nizanim ne tu xewnek jê min jibîrkirî
yî ne jî, bi rastî te sozek da min. Lê
baş dizanim ku ji bo te hatime, ji bo te
dimînim û bi te re diçim...!
Û ji nijkê ve, tu bûyî xwedayê min. Min
dil, raman û baweriya xwe sipart te. Li
perestgeha çavên te ez bûm baba derwêş.
Min hemû pirtûk û perestgehên pîroz yên
kevin ji mejî û dilê xwe şewitandin. Min
hemû xweda ji bîr kirin. Li şûna rojê ez
li ber çavên te serçok bûm. Lêvên te bûn
Quble û Lalişa min. Bûn silavgeha min.
Dibe ku tu min dîn nas bikî. Ji xwe ev
rastiya min e. Ez ji dînan dîntir im. Lê
bawer bike evîna te û dînîtiya jiyanê ez
dîn kirime. Ez bi siya xwe re dipeyivim.
Di rûyê sorgulan de, te dibînim. Di
tîjkên rojê de, çavên te dibînim. Ji nav
xwinava baranê bîna te dikişînim. Di
dengê muzîkê de, kenê te dibihîzim. Li
nav keldûmana dilên bi evînê şewitîn ez
12 guliyên te yên avdarî dibînim û di
nava her dilekî de ez, tu û jiyan lê
didin...!
|