|
Ferîd Xan
(di ser Diyarbekirê re ji Ehmedê Huseynî
re nameyek)
1.
(... )
Çirayên şikestî yên kuçe û kolanan
Perdeyên Qalind
û giraniya taristanê
Hevalên bêcigare
Pirtûkên qedexe
Evîna bi dizî
Şevbihurkên bêser û ber
Mûzik û helbest û keçên dudil
Û tavsorka êvarê
Ya ku bi xatirxwestinê diperitî..
Helbestvano!
“Beriya ku şîniyên te bibuhurin”
Beriya ku
Nav
û gav
û tav
û hevoka reşgirêdanê
di hişê te de bidirin
Ne
xem
e,
Tu ji mêj ve
Min dinasî
Tu dizanî dê çi bibe,
eger bête der ji mehrebaniya avê, masî?
(…)
Ehmedê Huseynî
2.
Ez te di hemû kolanan de lezmeşiyayî
dibînim. Mîna tîrek ji kevanek êşiyayî
pekiyabe, wisa lezgîn, wisa li paş xwe
nemêz bi kû ve diçî?
Êvar li Stockholm e*, Bazyar li London
e*, zaroktiya te li Amûdê ye, tu wisa ji
wan dûr, ji zarokên Amedê dûr, ji
mindalên Silêmanî dûr, li kolanên bajarê
Wuppertal kûr û kûr li çi digerî?
Peyvên te winda bûne… hespên te filitî
ne… solên te ji lingên te reviya ne…
50 sal in tûrê te yê ku di rêya
helbesteke birîndar de qulbûyî, li van
kolanan girîna nijadeke ji dilqê xwe
derketî direşîne. Serxweşên Roavayî bi
tewişînên sersar li dû te pê li girînên
nijada te dikin û derbasî nefreta te
dibin. Cîhana zewzek, cinên derwariyê û
Kurdên bi şûr hatine kerîkirin mîna
qamçiyek li newqa te dikevin û tu bi êşa
vê qamçiyê sermest û dîn xwe li kolanan
dixînî.
Zû dimeşî.
Hemû hevalên te li welatên ji te dûr
wekî kewan hatine kemînkirin, têkiliyên
we û ava bîranînên we ji ser hev hatine
birîn. Tu bi wê axa xwe ya ku av li ser
hatiye birîn û bi wan bîraninên ku di
hembêza te de hatine ziwakirin, xwe li
baranê, xwe li barana bin çirayên
kolanên derwariyê dixînî. Tu masiyên xwe
yên ku ji mehrebaniya ava xwe qetiyane
bi baranê, bi bîrayê û bi rondikên
zilamek zargiryayî av didî.
Piştre hêrs dibî tu.
Dema Charles Baudelaire li Bruksel e, ji
ber ku kêm belçîkî diçin semînereke wî,
heta dawiya jiyana xwe ew ji belçîkiyan
nefret dike.
De ka ji min re bibêje; Eger em jî niha
wekî Baudelaire xwe dîn bikin, divê em
heta dawiya jiyana xwe ji çend partî û
dezgehên kurd û ji çend neteweyên
Ewrûpayê nefret bikin?
3.
Ez te di rûniştinên şevan de serçûyî û
xwêhdayî dibînim. Tu mîna zarxweşek
diaxivî, vedixwî û serê xwe bi şûşeyên
meyxaneyan dişikînî.
Henekan dikî, nukteyên amûdiyan dibêjî û
min, hevalê xwe Yûnis û Xelat Ehmed didî
kenandin. Elmanên li derdora me bi
rûyekî hesûdbar li me mêze dikin. Ji wan
qey ku hîç êşa me nîn e, ji wan qey ku
em mirovên herî kêfxweş ên vê cîhanê ne.
Lê qey nizanin ku mirovên êşgiran kenîna
herî xweşik dikin.
Ew nikarin wekî me bikenin.
Elmanan piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn
kenîna xwe winda kirine. Pêkenokan ji
zimanê wan baz daye. Şermezariya bi
milyonan Cihûyên ku di odeyên Gazê de
hatine şewitandin li rûyê elmanan
mîrateyek hiştiye; Rûsarî.
Rûsariya gelên German dijminê me
helbestvanan e. Dilê me ji nîgaşê sar
dike. Cemed û pûsê pêşkêşî çavên me dike.
Bîst û çar saet xeribiya me û bîst û çar
saet biyanîbûna me di bîra me de dihêle.
Rû ji me re divên Ehmedo Ronî... rûyên
ku em lê mêze kin û nîgaşan jê bibarînin.
Rû ji te re divên Ehmedo Ronî... rûyên
ku tu ji wan gul biçirpînî û pêşkêşî
helbesta xwe bikî.
Lê niha ez nîvek temenê te li van
welatên qeşayê û li ber deriyê van rûyên
qeşayî dibînim. Ez te di çemê vexwarinê
de, ez te di êşa kenînê de û ez te di
westandina bêrîkirinê de dibînim.
Wekî “Bajar”ê Kafavis, Amûda te jî bi dû
te ket û li çendîn bajarê Ewrûpayê kolan
bi kolan westiya, mal bi mal weşiya û
ferd bi ferd winda bû. Amûda ku li dû te
şewitî û zarokên xwe û kolanên xwe yek
bi yek li Ewropa winda kir, te bê
sermiyan hişt, te bêbîranîn hişt û te
bênîgaş hîşt...
Gelo ji ber vê sedemê te pênûs rawestand?
Gelo ji ber ku te nikarîbû bê sedem li
rûyê gelên German mêze bikî te pênûs
sekinand... Û gelo ji ber ku te nikaribû
bêsedem bi şev ji jinan maçek bixwazî te
pênûs şikand?
Ji bo van pirsan bersîvan ji te naxwazim
Ehmedo Ronî... Hinek pirs bênamûs in;
bersîvên wan mîna qehpikên xwînşîrîn
carê di deriyek re derdikevin!
Ez te di “Şevbihurkên bêser û ber/Mûzîk
û helbest û keçên dudil/û tavsorka êvarê/ya
ku bi xatirxwestinê diperitî...” de
dibînim.
Tu sixêfan dikî.
De ka ji min, ji Yûnis û ji Xelatê re
bibêje; Sixêfên helbestvanê kîjan
neteweyê ji helbestên wî zêdetir bûne?
4.
Ez te ji bo mirovê bi peyvê ducan
reştûyek dihejmêrim.
Ez te di zewaca du gotinên lihevhatî de
berbûkek dihejmêrim
Ez te di kurmancî de çêlekek peyvdan
dihejmêrim
Ez te di bin baranê de, di kolanên
çendîn bajarên Ewrûpayê de hinekî Amûda
Şewitî, hinekî Qamişloka Xwînê, hinekî
Mehabada Hilweşiyayî û hinekî jî Ameda
Darbestkirî dihejmêrim.
Û
Ez te masiyekî ji mehrebaniya ava xwe
hatiye mişextkirin dihejmêrim,
Ehmedo Ronî…
14.Tebax 2005/ Wuppertal
*Êvar û Bazyar zarokên Ehmedê Huseynî
ne.
|