|

Xalid Cemîl Muhemmed
Ji ferhenga
Melayê Cizîrî
(MESTBÛN)
Danasînek bi Melê Cizîrî:
Cîwazî di nîşankirina şabat û qunaxa ku
Cizîrî tê de dijiya hebû, lê nerîna ku
durust xuyaye ew ya (Mele Ehmedê zivingî)
ye, ku zayîna Cizîrî vegerandiye (900)
ta (1000) ê koçê, digel nerîna (Tehsîn
Doskî) ku zayîna Cizîrî vegerandiye
(975) ê koçê, ango (1567-1568) ê zayînê,
û mirina wî jî vegerandiye (1640) ê
zayînê.
Hezkirina ku Cizîrî ketibûyê hezkirineke
sofîtîbû, lewra ewî hezkirin a xwe bi
şanên ciwaniya xwedahî ve girêda, û bi
rewşên sermediyet, û xwedahiyê ew da
nasîn, ku got:
Hê diber qalû bela yî bel ku ev alem
nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mina
nebû
Erş û kursî hêj di mexfêbûn di kenza
qudretê
Husnê Heq bû istiwaê lami a işqê hebû
her ewî pêwendiyek di nêv mestbûn û vê
hezkirinê de li dardixist, ku digot:
şem i ser nûr nadirit ger ew nekit
perhîzi dil
zewqi cama işqi nakit ger nekit imsaki
rûh
Cizîrî zaravê “Mestbûn” ji ferhenga
sofîtiya musulmantiyê wergirt û ew
hevserî wate û hîmayin sofîzmî kir digel
ku mestbûn, bi man, kevnahî, û
sermediyetê rewûkir, û daxuyanê ku
nirxdariya vî hawî, bi diyarbûn û
dîdariya şanên ciwaniya xwedahî ve tête
girêdan, ev ciwaniya ku gihîştina wê, li
gor rêbaza Cizîrî, koşîn û amadebûneke
giyankî divêt, da, bi kama aşinabûnê, ji
bendên laş, aza bibe.
Her ew, di vê rêbazê de, bi Sofiyan re,
nekete cîwaziyê de, ji ber ku wî jî weke
wan, hezkirin bi meyê hevrengkir, û
didît ku hezkirin “noşîneke bê
tînşikandine” li gor danasîna (IBN EL
EREBÎ) [1], lê ji layekî din ve, pêrgî
yên ku dil, ji meya hezkirinê re kirine
peyal bibû, bi saloxdana ku rengê peyalê,
li gor şileya di hundirê wê de, tête
guhertin, weha jî, dil, li gor çeşnê
hezkirinê, ji hawekî, vajî hawekî din
dibe [2] .
Nifşekî mezin, ji Sofiyan, didîtin ku
meyxwer, di mestbûnê de, ji cudakirinê
pêwardibe [3]. weha jî Cizîrî didît ku
mestbûna wî, encama meya hezkirinê ye,
lewra dil, pê, ji jenga guneh, û duxmiyê
pakdibe, seba ku ew di sewdakirina
dildar de, meyeke xest, betwan, û bi
akame, û seba ku dil peyala wê ye, ew jî,
ji dil re kîmya, (Iksîr), û dermane.
Numabûna şanên ciwaniya dilber, dildar
di şêwanekê de werdike, û wî sergeşte
dihêle, ji ber ku dîdariya ciwaniya
seranser, “matmahiyekê, bi ditina
ciwaniya dilber ji nişkave, digihîne
raza dildar” [4] li gor
nerîna(ELTEHANEWÎ). digel ev dîtin
sureke giyankî encamdike, û ronaka
sewdan, raman, û hest, ji ser giyan,
dide alî, û çalakî, kêf, û lerzînekê di
hundurê dildar de, digerîne, wekî ku
sofî dibêjin.
Cudakirin, di mestbûnê de, namîne [5],
lê, di rêbaza sofîtiyê de, ev mestbûn di
pey çêjtin û noşîneke giyankî re tê[6] ,
lew ew jî hawekî giyankiye, li gor
gotina (EDONÎS) li ser zimanê (IBIN EL
EREBÎ), û encama wê, ne tenê ji ber
pêwariya bendên laşe, lê ji ber akama
amadebûna xurtiya mestbûnê bi xwe ye.
Cizîrî jî, mestbûna xwe, bi hezkirinê ve
hûnand, û eşkere daxuyanê ku hezkirin
roka sewdan û hiş dibe ava, çi ku
girêdana bi ciwaniyê ve dildar talandike,
dema wî dixe rewşa serxweşên meya
berhest, lê her ewî taybetiya serxweşiya
xwe, eşkere didêra, ku digot:
Işq ku giha kî we li eqlê xwe ma
Yeftîku bil aşiqî husnul mîlah (rûpela
83(العقد الجوهري
Dibe ku jixweçûn û pûçkirina hestan, hin
ji berên vexwarina meya hezkirinê bin,
ev meya ku hiş rawestkardike, digel ku
raman bê kêr dihêle, wekî çawa (IBN
ELDEBBAX) şirovekiriye ku, ango yê ev
mey ne çêjtibe, her nikare wê bi nasîn
bide, bi ser ku ev çêjtin jî xwediyê xwe
di hawekî matmahiyê zor de werdike [7] ,
Cizîrî weha digot:
Heywan li kû dimînit em muftiyê zemanin
Bêtin ji destê saqî cama zelalî bê xeş
(R 294)
Ev wate li nik sofiyan hîç guman li ser
niye, lewra wan didîtin ku meyxwer bi
dîdariya ciwaniyê sergeşt dimîne, çi ku
noşîn bi xwe gaveke sereke di rêgirtina
giyankî de ye, û her bûye şaneke çak ji
hezkirin an aşinabûnê re.
Cizîrî akama vê meyê didêra, û mestbûn,
di riya nîşakirina sedemên wê, bihodikir,
ku pêwendî di nêv mestbûn, hezkirin, û
ciwaniyê de lidarxistin, çi bi awakî
hîmayî, çi jî bi awakî yekser û eşkere:
Ji işqê lew Mela xest e
Ji herfa badeyê mest e
Ji hoş û aqilî rest e
Li der goşên di meyxanê (R 698)
Ev wate li ser zimanê Gelek sofiyan
hatiye kar, mîna yê ku gotibû [8]:
يصحو من الخمر شاربوها والعشق سكر على
الدوام
Weha jî gelek sofiyan hezkirin kiribûn
meyeke seranser, mîna gotina yekî ji wan
[9]:
شربت الحب كأساً بعد كأسِ فما نـَفِدَ
الشراب ولا رويتُ
Weha Cizîrî ew pêwendên ku mestbûnê bi
herdû hêmanan ve girêdidin (hezkirin û
ciwanî), ravdikirin, mîna gotina wî:
Mestane mestan noşe noş
Qerqef di caman hate coş
Ma dê bimînit kes li hoş
Weqtê ku bên durdane reqs (R306)
Mebesta Cizîrî, ji vê mestbûnê
hezkirinbû, lew ewî, di gelek deveran
de, ev dehker eşkerekiribû, wekî gotina
wî:
Ji wê camê dinoşim ez
Seher lew ney li hoşim ez
Ji amê lê dipoşim ez
Bi can her lê dikoşim ez
Ku xalib mest û sekranim
Sebahul xeyrî ya Xanim (R777)
Weha witara xwe vedigerîne ser cama
hezkirinê, tevî pêwîstiya hezkirinê ji
vî hawî re, lewra ev haw bi xwe, wekî ku
(EBû ELQASIM ELQU|EYRÎ) di (nama) xwe ya
ser sofîtiyê de, şirovekiriye, bi
dîdariya rewşa ciwaniya xweda ve
beste[10] . û yek ji wateyên dîdariyê,
rakirina perdên di nêv dildar û dilber
de ne, û li gor rêbaza Cizîrî, çi
dildarê Ku bi ciwaniya dilberê xwe ve
bête girêdan, bê mey serxweşdikeve,
lewra hilanîna perdan, ronaka ciwaniyê
bi ser neynika dil de berdide, da xweyê
dil, bê mey serxweşbikeve, weha jî
Cizîrî, wekî sofiyan, derbîrine hîmayî,
di helbestên xwe de, peydadikir, û digot:
Ê yekî sadiq hebînî bê hîcab ger ew
bibînî
Ma li hişyarî dimînî serxweşê bê badeye
(R558)
Wateya vê gotinê ewe ku serxweşbûn ne bi
meyeke berheste, ji ber ku peyala vê
meyê jî ne peyaleke mayekiye, lê di
rêbaza Cizîrî de, eşkere tête xuyanê ku
dil, ji meyê re, peyaleke giyankiye,
belam ev mey jî dil perhîzdike, lew ne
dûrbû ku Cizîrî ev mey kire ji
girîngtirîn mercên peristinê ku digot:
Hetta binûra badeyê rengîn nekî
siccadeyê
Dûrî ji wê şehzadeyê durdane ya gerden
ji ac (R178)
Ev mey, li nik wî, ava jiyanê bû, wekî
çawa ku dil jî, tas û neynika vajîkirina
ciwaniya dilber bû, lew digot:
şerbeta wê cam û tasê yar ku tê bêt in
îkasê
Bêt me jê feydek ji kasê abê heywan ew b
xwe ye (R573)
Cizîrî ev mey kiribû sermiyanekî
giranbiha, di dest dildarên ciwaniya
xwedayî de, dêmek eger cîwaziya di
şîweyê rêvingiya giyankî wan ji hev
cihêbike, wê meya hezkirinê behaneke
nirxdar û betwan di dest wan de be; ango
arezûya gihîştina payên bala bo dîtina
ciwaniya xwedayî, bi gelek cewr û
rengaye, hin ji tirsa gewrehiya xwedayî,
hin jî ji hezkirina ciwaniya xwedayî, ev
ciwaniya ku sofiyan didîtin hemû rewşên
xweşikbûn, mehrîvanî, û dilovaniyê Li
nik xwe dicivîne, wekî çawa didîtin
gewrehî rerwşên meznahî, û xurtbûnê
dicivîne, vêce hin rewend bi ciwaniyê ve
hatin girêdan, hin jî bi gewrehiyê Ve
hatin girêdan, lê tevde jî meyxwerên
hezkirinêne, da ev sermiyan rêdanê bi
dest wan xîne, û ji evraziyê Re amadebin,
wekî ku Cizîrî digot:
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne
seyr
Hin celal û hin cemal û sermiyan ev bade
bû
Ê birî eynê (beqyê) badexorê işqi bû
Ê buwî mehwê (fenbayê) aşiqê bê çare bû
Êk ji wan perwanebû soht û fîxanek jê
nehat
Êk ji wan teşbîhi goyînê bi ah û nale bû
(R617,619)
Eşkere xuyadike ku meyxwerê hezkirinê
evrazî paya manê (beqayê)dibe, û
digihêje dawiya wexera xwe ya giyankî,
lew kardariyeke(wilayeteke)rast di
dawiya rêvingiyê de, jê re peydadibe,
her girawa wê kardariyê jî jixweçûneke
rehaye, çi ku mercê gihîştina vê astê
mestbûneke raste, digel ku kardarî, di
pey hişketinê re, ji dildar re,
pêktê[11] , Cizîrî jî wek sofiyan weha
didît, û digot:
Arif heta ne noşî ji destê meyfiroşî
Xayib nebû ji hoşî peyda nekir wilayet
(R138)
Meya ku mestbûnê berhemdike, dil pê tête
şûştin, û dermandibe, lewra ew ne meyeke
pakême, lê dildar pê qunaxên rêvinga
giyankî derbasdike, got:
Saqî ku dêm mehweş bitin
Ka gul ji şîva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê biwê dil kin ilac
Da em bi wê dil hey bikin
pê sîne dax û key bikin
Sed menzilan pê tey bikin
Ew dê di seyrê kit rewac (R177)
Cizîrî, di gelek deveran de, rewşên vê
mestbûnê dabû pesindan, da bi rastî
pêrgî sofiyan bibe, ku ew berhema noşîna
meyeke giyankî, û nihîne, bi pêrûzî, di
bezmine taybet de, ji peyala dil tête
vexwarin:
wer suhbetê ger qabilî dê bêt û ret
şahane reqs (R305)
Ev banga(wer suhbetê ger qabilî) tiştekî
din tîne rastê, ew jî vedigere nerînên
kesên di van hawan de negihane, an
nanasin, û helwêsta meyxweran ji wan.
vêce Cizîrî yek caran şîret li suxte, û
meyxweran dikirin da li nezanan ne
zîvirin, û guh nedin saloxên wan, digot:
Goşi bi amê mede terki medamê mede
Ekseruhum fî xuma exlebuhum fî ema (R24)
Ev şîreta wî ne ji xweber hatiye, çi ku
ewî di riya vê şîretê re dixwest bêje:
ne her kes babetî vê meyêye, digel ku
razên mestbûna wê jî ne her kes dikare
binase, lewra şermedariyek ji hinekan,
digiha meyxweran, mîna derbîra Cizîrî,
ku diber wan de dida:
Da eybi rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmên bîha tesamet (R144)
Ev şermedariya ku tête pelandin, gotinke
(IBN ELFARID) tîne rastê, dema ku
digot[12] :
فإن ذُكِرَتْ في الحي أصبح أهلُه نشاوى
ولا عارٌ عليهم ولا إثم
وقالوا شربت الإثم كلا وإنما شربت التي في
تركها عندي الإثم
Yek caran Cizîrî eşkere didaxuyanê Ku
mestbûna wî bexşeke xwedahiye, ji lewra
rewşa wê li nik Cizîrî seranser, bêber û
dawîbû. lewra ev mestbûn bi hezkirinê ve
girêdayiye,û herdû jî bi hest û raman
nayên pelandin, çi ku hezkirin bi xwe
haweke giyankiye, bi çêjtin, û noşînê tê
naskirin, di gel ku mebesta Cizîrî ji
qedeha meyê jî rêhtina aşninebûnê ye:
Ji ezel HEQ bi Melê daye ji işqê qedehek
Ta ebed mest û xerabîn ji meya wê qedehê
(R253)
Disa li cîhekî din eşkere got:
Saqî ji ezel yek du qedeh bqde bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û telesim ez
(R253)
Êdî meyeke bê ber, mestbûneke bê dawî
encamdike, wekî çawa ewî gotiye ku her
tiştê bê berbe, bê guman, wê bê dawî be:
Husn û cemalê Canan nadêritin tu payan
Her çi nebit bidayet eslen nehin nihayet
(R137)
Weha, di deverin din de jî, ji vê angoyê
dûr neketibû, wekî ku digot:
şahidê qudsî nîşan husne ji remza ezel
dame bi destê surê camê meya lem yezel
(R402)
Her ewî eşkere jêder û cewrê vê meyê
ravkiribû, çi ku ev mey meya işqê bû, ji
(ezel) de, xweda bi Melê daye, ta (ebed)
wê wî mest û serxweş bihêle:
Qedehek taze ji işqê di ezel dame Hekîmî
Jê dinoşm hey û hey hê bi xwe cama me
lebaleb (R69)
Ev mestbûn seranser û bê dawiye, lewra
meya ku wê berhemdike, meyeke kevn û ne
berheste, digot:
Em qedîm bade dinoşin ji tuhûr
Lew muqîm mest û xumar û telesîn (R475)
Cizîrî bîrdibir ku hin mirov tênagihêjin
kûrahiya van raz û wateyan, lew eşkere
dida xuyanê Ku serxweşiya wî ne bi
vexwarina meyeke mayekiye:
Mexmûri bê camê ezim (467)
Êdî hezkirin dildar bê mey serxweşdixe,
wekî çawa sofiyan didîtin ku ev mey
dikeve peyala dil de, ne dikeve hest û
sewdan de, lê Cizîrî gaveke weha
eşkeredikir dema digot:
Aşiqi mesti bi işqê niye hacet bi meyê
(134)
naxwe mebest jê ewe ku hezkirin mestbûnê
bi meya xwe ya giyankî pêktîne, ango ev
mey ne ji tirih û rezan çêdibe, Cizîrî
weha digot:
Da min Siroş wer mey binoş zewq û xiroş
lew çûm ji hoş
J wê işweya yar bû xuya ew ne j meya
engûrî bû (601)
Ev jî du gotinên (IBN ELFARID) tîne
rastê, ku digot [13] :
شربنا على ذكر الحبيب مدامة سكرنا بها من
قبل أن يخلق الكرم
وبالحدق استغنيت عن قدحي ومن شمائلها، لا
من شموليَ، نشوتي
Cizîrî her dozdikir ku dil bi meyê bête
şûştin, da xweş bête xuyanê Ku ev
mestbûn hawekî taybetiye, dikeve warê
wateyên sofîtî de, digot:
Ji jeng û zerqê dil da bişotin
Cama sedef bîn rendo keramet (142)
Weha jî sofiyan didîtin ku perhîzbûn û
pakî ji pêrûztirîn rewşên xwedane, lê
mebest ji vê reweşê, li nik dildar ewe
ku çi ziyana ne babetî wî be, wek
meznahî, payebûn, xwedîtin, duxmî, û
duxsiyê, ji xwe dûrxîne, deqen li karbe
bo têkeve rêça hezkirina xweda de, û
evrazî payên bilind bibe, çi ku xweda ji
rewendên dilpak hezdike.
Cama di destê şahid jengê ji dil dişotin
Pîrê muxan ji rendan weh weh dikir
riwayet (140)
Sofiyên musulman jî didîtin ku dil bi
meya hezkirinê tête pakkirin, wekî çawa
giyan û hundurê mirov bi akama wê pêrûz
û pakdibe, lê mirovê ev mey ne noşîbe
her û her wê napak bimîne:
Cami işqê paki rûhanî tuhûra batine
Ê ne noşî her we ma hetta ebed napaki
rûh (188)
Cizîrî gelek wate, bêje, û zaravên
mestbûna diyar û berhest xistiye kar, lê
ewî ev wate û derbîr ne bi awakî yek ser
ji helbestên vî celebê mestbûnê birine,
çi ku bi ferehî li wateyên sofîzmî di
helbest û pirtûkên sofiyan fekiribû,
digel ku ristên xwe tije hîma, û angoyên
sofîzmî kiribûn, ango di nav mijada mey
û mestbûnê de pir zarav, bêje, û gotinên
vê rêbazê anîne kar, da bibin şan û
indêks ji vê mestbûnê re, wekî ku dida
xuyanê bê çawa bi meya hezkirinê dildar
evrazî astên bilind dibin, û digot:
Da em bi wê dil hey bikin
pê sîne dax û key bikin
sed menzilan pê tey bikin
ew dê di seyrê kit ilac (177)
lê bêhtirê zaravên ku hatine wateya
sofîtî bidin vê mestbûnê, evin:
Ezel(bêber),Ebed(bêdawî),sermediyyet(bêberûdawî),evîn(hezkirin),haw,beqa(man),fena(neman),muşahedet(dîdarî),
mukaşefet(diyarbûn), cemal(ciwanî),
heyret(matmayî), zuhûl(sergeşteyî),
sofîtî, cezbet(sur),suhbet(encûmen),
koşîn, Arif (aşina), murîd(suxte),
musafir(rewend), sulûk(rêvingî).
Cizîrî di mijada mestbûnê de kete rêka
sofiyîtiya musulmantiyê de, û gelek şan
û Inêks di helbestên xwe de peydakirin,
bi akama danasîna cewrê mestbûna xwe,
hin bi hîma, hin jî eşkere.ango ew jî
wek sofiyekî di du astan de digeriya
[14] : asta wate , mînak, û derbîrên
mestbûna berhest, ku di helbestên
miletan de hatin peydakirin, û Cizîrî jî
havilî jê kir, lew bêjeyên wan bi
şarezayî, xistine kar, û asta wateyê
Sofîzmî ku di helbestên sofiyên wek
herdû |êraziyan, û Hellac, û Ibn
Elfarid, û Ibn El Erebî de digeriyan,
tevî ku ewî bi rewanbêjî wateyên xwe
wergerandine bizaveke hozanyarî xurt û
bala.
1"الحب والمحبة الإلهية، من كلام الشيخ
الأكبر محي الدين ابن العربي":
الغراب،محمود محمود، دمشق،
ط2،1992،ص(30،31)
2"الحب والمحبة الإلهية، من كلام…":محمود
محمود الغراب، ص(30،31)
3"التعرف لمذهب أهل التصوف": الكلاباذي،
أبو بكر محمد، بيروت،1980،ص(116)
4"معجم المصطلحات الصوفية": الدكتور أنور
فؤاد أبي خزام، بيروت، ط1،1993،ص(100)
5 "التعرف لمذهب…": الكلاباذي، ص(117)
6 "الصوفية والسوريالية":أدونيس، بيروت،
دار الساقي،1992، ص(106)
7"حقائق عن التصوف": عبد القادر عيسى، حلب،
مكتبة العرفان، ط5،1993، ص(398)
8 "حقائق عن التصوف": عبد القادر عيسى،
حلب،مكتبة العرفان، ط5،1993، ص(398)
9 "معجم المصطلحات الصوفية":د أنور فؤاد
أبي خزام، ص(87)
10 "الصوفية والسوريلية":أدونيس، ص(121)
11 "معجم المصطلحات الصوفية": الدكتور
أنور فؤاد أبي خزام، ص(188)
12 "ابن الفارض عميد الحب الإلهي في
التصوف الإسلامي":معروف زريق، بيروت،
ط1،1990، ص(227) ص(67) وانظر: "ديوان ابن
الفارض": دمشق، دار كرم، دون تاريخ،
ص(76)، ص(77)
13 "ابن الفارض عميد الحب الإلهي":معروف
زريق، ص(227) ص(161) وانظر: "ديوان ابن
الفارض":دمشق، ص(75) ص(22)
14 "ابن الفارض عميد الحب الإلهي في
التصوف الإسلامي":معروف زريق، بيروت،
ط1،1990، ص(227) ص(67) وانظر: "ديوان ابن
الفارض": دمشق، دار كرم، دون تاريخ،
ص(76)، ص(77)
15 "ابن الفارض عميد الحب الإلهي":معروف
زريق، ص(227) ص(161) وانظر: "ديوان ابن
الفارض":دمشق، ص(75) ص(22)
Çavkanî: malpera tirej.net
|