|
Cegerxwîn
EZ Û GUNDÊ
HESARÊ
Hesarê qundê me ye
Deþtek ne pir fireye
Hawîr deþtawê çiya
Li jor darên devî ya
Herdû alî rez û dar
Heta dighê ber zinar
Çend çiyayên xwedî nav
Ko me li wan
dikir rav
Þêx Sultan û þêx
Sehor
Çim û Hopê
hawîrdor
Deþta wê tev kanî
ne
Xo ew jêre danî
ne
Hatina wê gelek
pir
Rokê nebûn
dexilkir
Tirî, êmîþ
navdar in
Heta berf tê li dar in
Doþaba wê pir biha
Girantir bûye niha
Ceh û genim gelek tên
Nîsk û þolik belek tên
Pez û sewal gelek bûn
Li nav çiyan bi lek bûn
Pembû, gelek diçandin
Bi çinîn û kiþandin
Qitî, ecûr û þebeþ
Lê petîxên me pir xweþ
Hirmî, Bihok û hejîr
Li ser daran dibûn pîr
Nifþên tirî hezarin
Belkîjî bê jimarin
Rêçel û gûz û benî
Gelek xweþ bûn, ezbenî
Gundê me j î
gelek þên
Du ça dinav gund re tên
Qesra axê li jor e
Hinqî kevne reng sor
e
Qesra sora
pir bilind
Bûye keleh ji bo gund
Abora gund zêde ye
Dewletek serbixwe ye
Tiþtek tenê neçê bû
Zordestî ya axê bû
Kurtêlxwerên wî dijwar
Ji ber zora wan hewar
Bêþ û bela giran bûn
Ji ber wan em xezan
bûn
Ji ber zora sengela
Derewên þêx û mela
Piþta me bû xwar û
xûz
Bi axîn û kûze-kûz
Eþîr dibûn dubendî
Çi axa û çi gundî
Þer û þewat û talan...
Malik li me bû wêran
Dijmin diket nav
welêt
Xwîna me tevan dimêt
Dar û qamçî û lêdan
Yan pere û yan
zindan
Tev nezan û nexwendî
Yek jî nebû efendî
Jin û mêr tev diçûn
kar
Karê tevan
pir dijwar
Palevan û gêrevan
Tevan pembû avdidin
Þivên rezan didinhev
Herdû alî weke hev
Kebanîya xweþmirês
Dolabrês û teþîrês
Kevanjen û tevinker
Destevala diçû þer
Derb û ber û av û nan
Dibir ji bo ê þervan
Hem nanpêj û riþtebir
Karê malê tev dikir
Lê dar bi destê mêr bû
Li ser jinê çi þêr bû !
Li vî gundî mezin bûm
Ez biçûkî wek cin bûm
Sêzde salî derketim
Bi ber bayê xwe ketim
Ji ber axê û Gerebêt
Ev gund nema bi kêr têt
Bavê min bû wilo got
Em derketin cot bi cot
Dil tijî bû ji derda
Ko me gundê xwe berda
Çûn cem Osmanê Temo
Pashê çûn Bêdermemo
Biner çib serê me hat
Sibeh zû nû, Rojhilat
Hate ser me Gerebêt
Ji dev diçin ar û pêt
Bi candirme,
zirte-zirt
Bi ser me de sibê
girt
Lê xelkê gund wek
mêra
Em veþartin wek þêra
Ew serkarê dîn û bar
Çi anî serê muxtar
Ji bo me pir
li wî dan
Lê em nedan destê wan
Cendirme ko siwar bûn
Hê ji nû em þiyar bûn
Vegeriyan , hatin gund
Lê dixwênin bûn û kund
Birçîbûn û giranî
Heçî nedî, nizanî
Nexweþî û birçîbûn
Derketin û bêcîbûn
Giranî yek pir dijwar
Xelkê goþtê keran xwar
Þerê giran kete jor
Dijmin welat girt bi zor
Du milyon kurdên bêçar
Bi ser me de hatin
xwar
Birçîbûn û nexweþîn
Di nav me de dimeþîn
Bi vê êþê mirin pir
Mêrê xuþka mijî mir
Bavê min çû Amûdê
Tenê mane, ez û dê
Birayê min
çûbû þer
Li hinda Balîkeser
Lê raborîn meh û sal
Þevek revî hate mal
Tev rizî û perîþan
Dey li me kir: kanî nan ?
Ew kesê ko direvî
Nema karî derkevî
Ew jî me shand
Amûdê
Dîsa mane ez û dê
Zivistan çû, hat
bihar
Ez û wê jî hatin
xwar
Lê çawa borî
sibat
Hala mezin li pey
hat
Bavê min jî bi wê
çû
Nexweþ ket û
ranebû
Em diçûne ser
xetê
Dibûn palên
dewletê
Tirên, dibirne
Mûsil
Dixwbitîn em ji
dil
Paþê ji Amûdê çûn
Bêdermemo me kir
þûn
Bûne pêwanên reza
Ji nû
ketin nav diza
Diya mina kevnejin
Tevinker û kevanjen
Dilovan û bîrewer
Ev jîn pêre neçû ser
Diya ji min hezdikir
Nexweþ ket û li wê mir
Çawa tê ber çavê min
Agir tê hinavê min
Mele Xelîl jin anî
Li min bû bargiranî
Di wê çaxê, wê mehê
Vegerîyam cem xwehê
Nazdar û efendî bûm
Yanî quranxwendî bûm
Lê wê ez kirim þivan
Tenê ji bo kinc û nan
Heta salên min bûn bîst
Hish û mijî ji nû lîst ;
Çiman ez dibim þivan ?
Çima nabim xwendevan ?
Ji nû çûme xwendinê
Min çav berdan vê dinê
Melayê Hazda banî
Bîst û heþta jin anî
Lê min hespê xwe bezand
Ta þihada xwe sitand
Hingî derbas dibû
jîn
Serpêhatî me pir dîn
Þer û þewat û kuþtin
Dil û ciger dimiþtin
Ji sala bîst û çara
Ketim rêza hiþyara
Ji bo jîn û felatê
Ketim nav kêferatê
Ji çîroka Mem û Zîn
Navê xwe kir
Cigerxwîn
(Cigerxwîn,
Dîwana 6a, Þefaq)
|