Şevçira


 
Helbesta klasîk
Kewistan
Helbesta Serbest
Helbesta Pexşanî
Antolojya Helbestê
Helbest û Rexne
Helbest û Werger

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
 Kurdî
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
 Urkesh
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:04

 

Dengvedan

   

 

Dijwar Naso

Koçerên hêviyan


Ev çi bû..
Çi qerîn û talaneke bilez,
Ev çi bû..
Çi kulîlkin nû bişkivî, kuştin bi gef
Kîna kê di zikê we de ye,
Ey xwefiroşê pêlava nijadperestên bê
bext û rûreş.

Ev in, yê dibin çengê xwe de,
Xwêdana dîrokê, digvêşin
Ta binivîsînin rûpelekî nexwendî
Di hişmendiya demê de

Bi hêrs dibin xewnên me
Giranbuha dibin tevzînokên sirûdên me
Evîndariya Memo xwe dirêse,
Di sînga pakrewanên te de
Ey avdara dilgerim û şewatan
Ey dilvîn û revîna ciwanan
Ma….ez ê çend caran nifir û nefretan li te bikim
Ma….ez ê çend caran te tewanbar û bêkêr bikim
Ma….ez ê çend caran pêşwazî û pîroziya te bikim
Jibo
Serhildanan
Jibo
Şoreşan
Jibo
Komara Qaziyê ne tebitî di goristana rengê te de
Û
Şêx Se,îdê darvekirî di mihraba mizgeftên te de
Jibo
Seydayê Berzanî, yê têr bihna çiyayê te
Û
zaroktiya xwe şanebû
Jibooooooo
ŞÊXÊ Şehîdan…yê dev li ken û xewnqurmiçî
Di zikreşiya celadê roniyê
Jibo
Pakrewanên 12 avdarê….yên xwe qurbanî sînga te kirin
Bê xatirxwestin ji himbêza ciwaniyê
Ber bi ezmanê te ketin,
Bûne qublenameya berbanga
Rojnivîsa armanca li ser asoyên dilbijok
Û
Rêtengiyê bidin diktatorê wekû SEDAM ta bibin hevalê
Qolmişka,
Û
Tirsê veşêrin di goristana Be,es de

Ev in sêwî û perîşanên te,
Ey welatê min
Ev in berxê kêrê,
Bûn beranê çerxa bîst û yekê,
Û
Hê jî destpêk e
Gelo wê kengî
Dawî li malwêraniya me bê!!??




 

 

EHMEDÊ HUSEYNÎ

Berpirsê Rûpelê

shevchira@rojava.net



 

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1