|

Melayê Cizîrî
Nêrgizên şeng-i
di mest in çep û rast
Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast
Saqiyan cam-i di dest in çep û rast
Rast û çep tên ceger û sîne kulab
‘Er‘erên şeng-i di mest in çep û rast
Tûx û ‘ala ko xwiya bûn ji ‘ecem
‘Ereban tîp-i şikestin çep û rast
Ber vi şerqê di seher westayî yin
Hindûyên roji-perest in çep û rast
Qeyserê Romê li serheddê firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast
Herdu destên xwe hemail şevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast
Ve Melê sirperiya horîsifet
Sed melek dest-i bi dest in çep û rast
Wergirtin:
www.xoybun.com
|