|

Melayê Cizîrî
Sirrê
wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed
Sirrê wehdet ji
ezel girtiye hetta bi ebed
Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu 'eded
Di qidem da ezel û 'eynê ebed herdu yek
in
Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne
ebed
Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi
ehed
Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi
hebab
Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed
Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn
Ne ko 'ewrek heye lê girtiye çehvên me
remed
Husna zatê but û latan ji cemala semed e
Ji misala senemê we ko tecella ye semed
Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma
Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî şubhê
zebed
Kulle yewmin huwe fî şe'nin nebî xafil-i
jê
Her peyapey ji şu'ûnan dikirit feyd û
meded
Ger di Adem bidiya sirrê 'ilim Iblîsî
Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced
Çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi
hudûd
Çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi 'eded
Çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi
misal
Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi
cesed
Ser bi 'iczê didirit quwwetê derrake-i
ma
Rece'e l-'eqlu kelîlen we-meta qame
qe'ed
Hîret û 'icz e serencam-i di babê nezerê
Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed
Guftûgoyê me'rifet çendî Mela peyda bikî
Gewhera me'rifetê nagihetê kes bi xired
Wergirtin:
www.xoybun.com
|