|

Melayê Cizîrî
Heyheya reqs û
semaya te çi xweş bestiye çerx
Heyheya reqs û semaya te çi xweş bestiye
çerx
Ko di bircê bi sema têt li ser destê xwe
berx
Sofiyên her di tewafê Heceri l-eswed e
qesd
Gul û sinbil bi sema tên hemiyan zimzim
û çerx
Neqşê elmasî li elmas-i binê girtiye
herf
Xettê yaqûtî li yaqût-i şikênandiye nerx
Kerixîn em di qiyamê me ji dil perde
dirand
‘Arifê weqt im û Me‘rûf-i bila bête ji
Kerx
Da binasî xeterên rê tu nebî xafil-i jê
Dicle ye lê di pir in bir birê pêl û ber
û merx
Pîrê şe‘‘ar e di şi‘rê we Melê şalifiroş
Tu nişan min mede Ferxî ko li nik min
bûye ferx
Wergirtin:
www.xoybun.com
|