|

Melayê Cizîrî
Ewwel ko yarê
da me yek zerreyek ‘inayet
Ewwel ko yarê da me yek zerreyek 'inayet
Qismet me xemr û cam e di deftera
hidayet
Husn û cemala canan nadêritin tu payan
Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet
Feyda 'ulûmê hikmet cama sedef ko gêra
Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi
ayet
'Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî
Xaib nebû ji hişî peyda nekir wilayet
Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat
Kesê bi vî derî ret divê bikit ri'ayet
'Işqê ji herdu çeşman ewwel di dil eser
kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet
Şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet
Cama di destê şahid jengê ji dil dişûtin
Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir
riwayet
Etwarê 'işq û mestî esrar-i butperestî
Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet
Li-yetme'inne qelbî 'eynu l-yeqîn
dibexşit
'Eynu l-'eyani divêtin kafî nehin
dirayet
Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî
Nadim bi mulkê 'alem yek zerreyek 'inayet
Wergirtin:
www.xoybun.com
|