|
Melayê Cizîrî
Cana ji cemala
te muqeddes qebes im ez
Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez
Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez
Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî
Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez
Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil
da
Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im
ez
Hubba te ye min radihejînî ko binalim
Şeb ta bi seher nale ji rengê ceres im
ez
Min go mehê new çaşitiyê ebrûyê yarê
Go min çi hed e şubhetê ne'lê feres im
ez
Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez
Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî
Minnet ko ne wek bilbilê mihnet 'ebes im
ez
Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê
te
Yekser tu nebat î we li teb'ê meges im
ez
Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman
Da vê se'etê ser bibirim xweş meqes im
ez
Ser ta bi qedem ez bisojim şubhê Melayî
Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez
Wergirtin:
www.xoybun.com
|