|
Melayê Cizîrî
Min di
ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn
Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû
evîn
Hêj li ser ‘ehda elest im ta bi roja
axirîn
Min divê lê eşkera kim carekê daxa nihîn
Guftim ew ra ma du‘ago yî tu em ey hor-i
‘în
»E‘redet ‘ennî we-qalet ma du‘au
l-kafirîn«
Ey şehê ‘alîcenab pir ‘aciz û perkende
em
Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min
bende em
Sebr û taqet min neman lê bêkes û
dermande em
Ger bixwanî wer beranî bende em ta zinde
em
»Wacibun lî imtisalu l-emri maza
te'murîn«
Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û
heba
»Inne lî ayati sidqin kane fî haze
n-neba«
Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba
»Hebbeza rewdatu necdin zurtuha 'ehde
s-siba«
»Rewdetun yecrî 'ela erca'iha ma'un
me'în«
Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqşê
sewad
Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du
sad
Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû
fiwad
Ber derê baxê wisaleş hatifê awaz-i dad
»Hazihî cennatu 'ednin fe-dxulûha
xalidîn«
Naêtin gohtin bi qal şerh û beyana husnê
tu
Dê bi hal û sir binasin dilfesana husnê
tu
Xweş Mela amancê tîran kir kemana husnê
tu
Qisseê 'işqa celal û dasitana husnê tu
»Tilke enba'un yeqûlu n-nasu minna be'de
hîn«
Wergirtin:
www.xoybun.com
|