|
Melayê Cizîrî
Daneyên
‘enber li nisrînan reşandin xalê xam
Daneyên ‘enber li nisrînan reşandin xalê
xam
Sosinên nazik li ser xalan çevandin dalê
dam
Cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî herf û
herf
Kagulan ta ta li ser herfan kişandî lam
û lam
Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet
subhê ‘îd
Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û
qam
Ew perî weqtê di sundus da ji qundus bit
xwiya
Bende dê şah û geda bit Xwisrûyê
şîrînkelam
Herkesê carek diye ew zinde ma hetta
ebed
Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram
Herkesê camê ji destê wê binoşit noş-i
bit
Ê ji wî destî nenoşî zehr-i bit lê ew
medam
Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane
min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya ‘işqê
revam
‘Umrek e dûr bûm ji canan ketme benda
firqetê
Nagihan perde hilanî go Melayêm es-selam
Wergirtin:
www.xoybun.com
|