|
Melayê Cizîrî
Me lew
fincan li ser dest e ko mehtaba hilal
ebrû
Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba
hilal ebrû
Numayên min di mir'atê meya safa zelal
ebrû
Bi şîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî
Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal
ebrû
Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê
carek bit
Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du
sal ebrû
Meşî mestane reyhanî dilê min dî di
amancê
Reşandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal
ebrû
Sehergeh zuhresîma wa diçû gulşen bi
seyranê
Bi ser çehvên Nişanî da xiramê ew hilal
ebrû
Dibên xawerperest î tu nizanin min di
keşfê da
Numayên min di şerqê nazika gerdenşemal
ebrû
Tinê ma her terazû ne di babê husnê
kêşayî
Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal
ebrû
Me cewher 'unsurik xamis numa îro di
tali' da
Di vê teqwîmê insanî li tali' bûne fal
ebrû
Bi zunnara di dêrê da li hindava
çilîpayê
Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal
ebrû
Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê
qewseynê
Didit min terfeti l-'eyni cewaba sed
su'al ebrû
Di batin secdegahê min li ber wan herdu
ebrû ne
Bi 'eynê taqê mihrab in di 'ilmê ehlê
hal ebrû
Eger de'wayê Mûsayî di 'işqê da bikim
ca'iz
Mela dayim tecella ye ji wê terha şelal
ebrû
Bi şîrînî bi zîbayî çi katib bû we
kêşayî
Te'ale l-lah nişan dane we şîrîn ev
misal ebrû
Ne şîrîna li derbendê ne mehbûbê
Semerqendê
Ne kêşayîn bi vî rengî li neqşê bêzewal
ebrû
Nişana qabê qewseynê ko qews avête
ebsaran
Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal
ebrû
Wergirtin:
www.xoybun.com
|