|
Melayê Cizîrî
Hê di
ber qalûbelayê belko ew ‘alem nebû
Hê di ber
qalûbelayê belko ev 'alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna
nebû
'Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza
qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami'a 'işqê hebû
Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê
lem-yezel
'Aşiq û me'şûq-i yek bûn şem' û hem
perwane bû
Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew
ji yek
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we
bû
Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û
sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û
cezbe bû
'Aşiq û me'şûq-i el-heq herdu mir'atê
yek in
Lew di eslê cem'ê da eslê qedîm ayîne bû
Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê'işq û hub çendî ko kir
bêfeyde bû
Salikên 'işqê yeka yek hewce nînin ez
bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne
seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade
bû
Ê birî 'eynê beqayê badenoşê 'işqê bû
Ê bûyî mehwi-fenayê 'aşiqê bêçare bû
Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê
nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû
Awirên eswed'uyûnan 'aqilan sewda dikin
Gezmeya 'aşiq vi dil keftî ji çehvên
şehle bû
'Aşiq û me'şûq-i da wasil bi yek bin
bêhicab
Mehw-i bû bi-z-zati 'aşiq lew di 'işqê
perde bû
Lew di 'işqê da fena bû da bibit baqî bi
dost
'Aşiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû
Nuqteyê 'ilm û sewadê herf û neqşê 'alemê
Ser didin me'nayekê eslê sewadê nuqte bû
Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir
yek e
La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her
hebû
Herçi de'wayê di 'işqê da Melê sabit
kirî
'Eynê de'wayê di nefsi l-emri dîsa şehde
bû
Wergirtin:
www.xoybun.com
|