|
Melayê Cizîrî
Ey
şehinşahê mu‘ezzem heq nigehdarê te bî
Ey şehinşahê mu‘ezzem heq nigehdarê te
bî
Sûreyê »inna fetehna« dor û madarê te bî
Her kinarê pê ve wergêrî 'inanê himmetê
Zuhre bê peykê te û Kêwan rikêbdarê te
bî
Dayima menzilgeha sûra te bit birca
Şeref
Tali'ê ferxende û bextê se'îd yarê te bî
Seb'eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi
vê
Girdiş û dewrê 'eceb der xizmet û karê
te bî
Mahitaba dewletê yek pertewek şem'a te
bit
Afitaba ref'etê berqek ji enwarê te bî
Lami'-i fetha ezel berqê ji ber tacê te
dit
Kewkeba se'da ebed necmek ji seyyarê te
bî
Berqê subbûhî ko işraqê li sed canan
didit
Ew ko keşfa dil dikit remzek ji esrarê
te bî
Rayeta fethê ji nesra te ko her menşûr-i
bû
Şehsiwarê ferrê subhanî 'elemdarê te bî
Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê
te bin
Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Gerçi der iqlîmê rabi' hate textê
seltenet
Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî
Çîmena sultaniyê yek laleyek baxê te bit
Gulşena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî
Ê ji emrê tey mukerrem serkeşî kit şubhê
şem'
Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî
Şahibaz er çend-i perwazê bi bala bêt û
ret
Dê di nêv tora te bêt û seydê şunqarê te
bî
Şahê pirheybet didêrit lê bi sehmê zêde
yî
Sa'eta xeflet xwiya bî kûz di bin barê
te bî
Her serê dewlet hebit dê her di nêv
benda te bit
Her kesê 'aqil bitin dê her di çokarê te
bî
Ê divêt azade bit dê çehvnêrê lutfa te
bit
Herçi istixna di dil ber minnet û parê
te bî
Her kesê qestek di dil dê qest-i dergahê
te kit
Ê di xatir ercû kit dê her ricakarê te
bî
Ê ne dewletxwahê hedret bit ji nêva can
û dil
Şubhetê ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî
Ma bi 'êş û noş û şahî ew qeder 'umrê te
bit
Çendekê salik mucedded bêt û bêzarê te
bî
Her kesê ne j'can du'ago û senaxwanê te
bit
Girtiyê qeyda te û amancê nûbarê te bî
Medrekê 'ilmê demîrê şemmeyek wesfa te
hat
Wer ne key 'alem bi şe'nê qedr û miqdarê
te bî
Qest û daxwaza Melê da'im ji can û dil
ev e
Her di benda xizmetê pêşdestê dîdarê te
bî
Wergirtin:
www.xoybun.com
|