|
Yanîs Rîtsos
Wergerandina Ehmedê Huseynî
Romyosînî
Ev dar, ne ji boyî
ezmanekî kêmtir hatine çêkirin,
Ev kevir, ne ji boyî gavên biyaniyan
hatine afirandin,
Ev rû, tenê, ji boyî hetavê hatine
durustkirin
Ev dil, tenê, ji boyî dadperweriyê
hatine afirandin
Cihekî req mîna bêdengiyê,
kevirên xwe yên şewatker himbêz dike,
di ronahiyê de darên zeytûnan û
werzên sêwîmayî himbêz dike,
û diranên xwe di wan de diçikîne.
Av nîne- tenê ronahî ye.
Rê di ronahiyê de tar û mar bû.
Û sîbera dîwêr her ji hesin e.
Dar û rûbar û deng di kilsa rojê de
dibûn mermer.
Reh bi ser mermerê dikevin.
Û bexçeyê nîskan bi tozê dinixume.
Qantir in û kevir in, helkehelkê dikin,
av nîne.
Ji çend salan ve hemî tî ne.
Hemî pariyek ezman dicûn da qiriktaliya
xwe gem bikin.
Ji bêxewî xwîn di çavên wan de tewirî ye
Û mîna dara kajê ya di navbera du
çiyayan de;
di dema roavahiyê de.
xêzeke kûr di navbera ebrûyên wan de
hatiye kolandin
Destên wan hişk li ser tivingên wan in
Tivingên wan jî dirêjahiya destên wan in
Destên wan jî dirêjiya giyanên wan in
Tûrebûn li ser lêvên wan radize
Û êş - di kûrahiya kûrbûna çavên wan de-
mîna stêrka di gola xwê de ye.
Wexta ko kulmên xwe dişidînin, hetav
baweriyê bi cîhanê tîne
Wexta ko dibişirin, hechecîkeke piçûk ji
rihên wan ên hovane difire
Wexta ko radizin, diwazdeh stêrk ji
bêrîkên wan ên vala dirijin
Wexta ko tên kuştin, jiyan ber bi jor ve,
bi dahol û alan, diçe,
Çend saline dirêj, hemî birçî mabûn,
hemî tî mabûn, hemî hatin kuştin, bi
deryayê û bi zemînê hatin dorpêç kirin.
Germa şewatker baxên wan zuha kir,
şorahiyê xaniyên wan nixumand,
Bagerê jî dergehên wan û çend darkokên
gula qedîfeyê yên li meydanê ji qurm ve
rakirin.
Mirin tê, û di qulên sakoyên wan re
dibuhure
Û zimanê wan mîna bejna kajê tûj e,
Segên wan zelûl û lawaz bûne û xwe bi
sîberên xwe nixumandine
Û baran jî li hestiyan dixîne.
Di çeperên pasvaniyê de daçikyayî ne,
cigareyên ji rêxa çêlekan û ji şevê,
dikişînin.
Û çavdêriya derya berfînî dikin,
Li wir stûna heyva şikestî bin av bûbû
Ne nan maye û ne jî cibilxane
Aniha topên xwe bi dilên xwe dadigirin.
Gelek salan bi deryayê û bi zemînê
hatine dorpêç kirin
Hemî birçî man, hemî hatin kuştin, lê ti
kes nemir-
Çavên wan, di delkeyên pasvaniyê de,
mîna aleke berfireh, gur dibin
Şewateke mezin bi sorbûnê tê dadan
Di her berbangekê de hezar kevok ji
destên wan berbi herçar dergehên asoyê
ve, difirin.
2
Û her cara ko şev bi kunciya şewitî
dadikeve ser sînga kevir
Dilopek av diniqute, ji sedsalan ve di
gewhera bêdengiyê de kolanê dike
Û zengilê ko bi dara pelkê ya kevnare ve
helawistî ye bi ser salan de dinehwirîne.
Çurîsk di xweliya wêranê de radizin
Û ban jî têramandina pûrta rengînî ya li
ser lêva jorîn a meha temûzê dikin
Pûrta zer a wek mûyên garisê ko
xemgîniya roavahiyê ew kişandibû.
Banoya keç; xwedana kirasê fireh û bi
tirî nîşankirî di nav zilê de hatiye
avêtin.
Li ser rê zarokek digirî û deşt jî
bersiva wê bi mîha ko berxên xwe winda
kiriye, dide.
Sîberek li ser çavkaniyê, û av jî di
denê de sar û ji berfê ye.
Keça nalbend bi lingên xwas û şilbûyî
Nan û zeytûn li ser mersefê ne,
Û minareya êvarê di erzêla werzan de gur
dibe.
Û li wir, li cihê bilind, kakêş- di
çerxa xwe de digere- bîna rûn û sîr û
îsota tûj derdixîne.
Ax, em dê hewcedarî çendîn hevrêşima di
çeşnê çurisîna stêrkan de bibin,
Da ko em bi derziyên kajê ( ev, jî, dê
derbas bibe ) li ser dîwarê havîna
şewitî bineqişînin.
Ew dayika ko dilê xwe bi ser kuştara her
heft lawên xwe yên qehreman de diguvêşe,
dê çendîn dirêj bike,
berya ko ronahî ji xwe re rêçekê di rêça
giyanê wê yê bilind de bibîne.
Ew giranbuhayiya ko ji zemînê hiltê,
Gav bi gav zemînê û têlên ûdê dipîve
Û ûd û keman ji êvarê hetanî destê sibê,
xemgîniya xwe ji pûngê û ji darên merxê
re dibêjin
Werîs jî, li ser gemiyan mîna têlan
dilerizin
Û keştîvanî jî ji piyala Odîsyosî derya
qiriktal vedixwe.
Ax, nexwe, kî dê dergehî asê bike, dê
kîjan şûr mêraniyê bibire
Dê kîjan kilît dil bigire,
û pencereyên wî wisa bi ser berfirehiya
xwe de vekirîne,
mîna ko gulistanên xwedê yên bi stêrkan
tovkirî, dibînin?.
Ev demjimêr mîna şevên şemiyê yên meha
gulanê yên li meyxaneya keştîvanan,
çeleng e,
Ev şev wek laliya li ser dîwarê
hesinkerî, çeleng e
Ev stran mîna nanê êvariya nîçîrvanê
isfincê, çeleng e.
Û li wir, heyva kirîtî li ser zixuran di
navbera girkokan de diherike
zingîn bi zingîn, bi bîst rêzên ji
parçeyên hesinê nala pêlavan,
Û li wir, ew kesên li ser nêrdewanên
Navpilyonî hildikişin û dadikevin, amade
ne.
Qelûnên xwe bi pelên taristana qalind û
zivir dadigirin,
Simbêlên wan kunciya bi stêrkan çandî ya
ji Romîlî ye
Diranên wan mîna rehên merxê di tehtan û
di xwêya Derya Îcayê de ne.
Di zencîran de çûn û di êgir de bi
keviran re peyivîn
Û di qafê bapîran de piyala meyê pêşkêşî
mirinê kirin.
Û li nav bênderên mermerê pêrgî Dîcînîs
hatin
Mersefa paşîvê raxistin
Bêhêvîbûna xwe li ser çokên xwe wek
naneke cehî dubeş kirin
Were, ey xanima ebrûyên xwêyane û destên
ko ji ber perwerdekirina hejaran û salên
dirêj bi dûmanê qirêjbûyî
- Were, evîn di nav darên biyê de
bendewariya te dike.
Û teyrê masiyan, di şikefta xwe de,
berzûrî îkona te ya tarî dibe,
Û şûjiyê derya tal neynûkên lingên te
diramûse,
Di nav werzên reş de xweşava sor û
erxewanî difûre
Tû jî difûrin, di gîhayê stiryên şewitî
de, difûrin.
Di xakê de, reha dara mirî avê dixwaze
da ko dareke kajê biteqe.
Û dayika ko di bin qermîçekên xwe de li
cihekî kûr kêrekê hiltîne.
Were, ey xanima ko li ser hêkên zêrînî
yên tav û birûskan rûdine,
Di rojeke şîn de ko di çeşnê şînê
deryayê de ye tu yê serçavka xwe bidî
alî û ji nû ve aşîtiyê bilind bikî
Da ko seqema gulanê li eniya te keve,
Da ko ro wek hinarekê di kirasê te yî
pemboyî de hilê
Da ko tu lib bi lib wê li her diwazdeh
sêwiyên xwe belav bikî
Da ko li her deverê derya wek serê şûr û
wek berfa nîsanê biçurise,
Da ko kevjal xwe li ser zixuran bide ber
tavê û lapûşkên xwe bi ser hev de
biguvêşe.
3
Li vir, li vî welatî
Ji bo kêlîkekê be jî dê roj xetîreya
çavên me venemirîne,
Li vir
Dê roj nîvê giraniya hîmê ko me hergav
li ser pişta xwe hildigirt, ji dêvla me,
berbi jor ve hilgire.
Qermîtkên bên, bê henas, li jêr kaboka
heyvê dişikin
Û xelk, wek delfînên ko di ber qeyika
Sikyasos re dibuhurîn, di ber sîberên
xwe re dibuhurin
Û piştre, sîberên wan dibin bazê ko
baskên xwe bi roavahiyê digevizîne û li
ser lingên xwe rûdine û têramandina
stêrkan dike
Wexta ko em li odeya hetavê ya bi
mewîjên reş raxistî xwe dirêj dikin.
Li vir, her dergehek navek li ser kolayî
ye
Navek ko temenê wî nêzî sê hezar sal e
Li ser her kevirekî pîrozmirovek bi du
çavên hovane û bi porekî di çeşnê
werîsan de, neqişandiye
Her zilamek firîşteyek li ser destê wî
yê çepê, deq bi deq, deqandiye
Her keçek mistek ji ronahiya şor di bin
kirasê wê de ye
Û pênc şeş xaçên piçûk û êşdar li ser
dilên zarokan in
Wek şopa teyrê masiyan a li ser qûma
roavahiyê.
Pêwist nake hûn bînin bîra xwe, em
dizanin
Em dizanin ko hemî rê berbi bênderên
çinînê ve diçin
Û bager- bi bilindahî - li wir, dijwar
e.
Li dûrahiyê, wexta ko nîgara roavahiyê
ya ji cebsîna bendergehê şil bibe
Û wexta ko agir, li ser peravê, di
kadînên kayê de lawaz bibe
Dê pîrejin li ser pileyên ko di tehtê de
hatine kolandin hilperikin vê dûrahiyê
li ser hîmê giranbuha rûdinin û wek
tayekî, deryayê, bi çavên xwe dirêsin
Rûdinin û stêrkan mîna ko mîratgiriyên
xwe yên ji zîv bihejmêrin, dihejmêrin
Û di dawiya rojê de dadikevin da ko
barûda mîslongî wek xwarinê, bidin
neviyên xwe.
Erê, bi rastî jî, di zencîran de yê
girêdayî xwedanê van destên xemgîn e
lê ebrûyên wî wek hîmê ko hergav bixwaze
rizgar bibe li ser çavên wî yên şikestî
dilerizin.
Pêl ji kûrahiyan bilind dibe guh nade
berzûrî û lavlavan
Û ji bilindahiyan ba radibe
di damarên bê de gezo
sernişîv dibe û di pişikan de du mersef
.
Ax, dê carekê ba rabe da ko darên
pirtiqalan ên di hiş de li ber xwe bibe
Ax, dê du caran rabe da ko hîmê hesin
çurîskekê di çeşnê pişkoka teqînê de
berde
Ax, dê sê caran ba rabe da ko daristanên
Liyakorayê çiyayê Barnas berbi dînbûnê
ve dehf bide
Û bi kulmekê ji mista xwe zordariyê
bavêje bilindahiya ezmên
Û zencîra kadizê ji xeleka pozê wê
rakişîne da ko li ser çeperan Tisamînko
bireqise
Û heyv jî ji me re li daholê xîne hetanî
ko dorav mişt zarokên xilmaşbûyî û
dayikên Solyot bibin.
Her sibeh pêximberek ji rûbarê
payebilind tê,
Li ser rûyê wî hetava xweşik diçurise
Di bin çekên xwe de- bi viyan û bi
xwebawerî- berbi Romyosînî ve tê
Wek ko çawan karkerek li kilîseyê berbi
bilindahiya xwe ve tê
“wext hatiye“ -dibêje- xwe amade bikin
Ji aniha û pê ve her katjimêr a me ye.
4
Bi payedariya birçiyan bi pêş de berbi
berbangê ve çûn
Di çavên wan yên hêmin de stêrkek bêdeng
û tîr dibû
Li ser milên xwe havîna birîndar
hilgirtibûn.
Leşker di vêderê re bihurîn, al bi laşan
ve rapêçayî bû
Û serhişkî mîna hirmiyeke bejî ya xav di
diranên wan de daçikyayî bû
pêlavên wan ên leşkerî bi qûma heyvê
mişt bûbûn
Û toza komira şevê xwe li poz û guhên
wan girtibû.
Dar bi dar, hîm bi hîm, di nav cîhanê re
derbas bûn,
derbasbûn- stirî mîna balgehan
hilgirtibûn- di xewê de
Û ji nav destên xwe yên tî wek çemekî
jiyan bi xwe re anîn.
Bi her gavekê re radek ji ezmên qezenc
dikirin-da ko ji dest xwe berdin.
Di delkeyên pasvaniyê de, wek darine
şewitî, dibûn ji bêdengiya kevir
Û dema ko li meydanê govend gerandin
Banên xaniyan hejiyan û li ser refikan
bû çingeçinka piyal û laliyên ferfûrî
Ax, kîjan stranê gupîtka çiyan hejandiye
Laliya heyvê li ser kabokên xwe danîn û
xwarin
Û di kûrahiya dilên xwe de axînek
pelçiqandin
Mîna ko kêçekê di nav neynûkên xwe yên
qalind de bipelçiqînin..
Aniha dê kî di şevê de nanê germ ji we
re bîne
da ko hûn birçîbûna xewnên xwe têr bikin?
Kî dê - li bin siya dara zeytûnê -
pasvaniya sîsirkê çinînê bike, da ko
berbi bêdengiyê ve nekeve,
wexta ko kilsa nîverojê dîwarê asoyê
boyax bike û
navên wan ên xweşmêrane û giranbuha
binuxumîne?.
Ev zemîna ko di berbangê de bîna gulan
difûrand.
Ev zemîna ko ya me û ya wan bû
Ev zemîna ko xwîna wan e
Ey hawar çeqasî bîna vê zemînê xweş e!
Çawan aniha bêyî me dergehên werzên me
hatine girtin
Çawan ronahî li ser banan û daran hatiye
vemirandin?
Kî dikare bibêje ko -aniha- nîvê wan di
bin axê de ne ,
û nîvê mayî bi merbendan girêdayî ne?
Bi hemî pelan; hetav ji we re dibêje
beyanî baş
Bi hemî alan, ezman ronî dibe,
Lêbelê hêjî hin ji mêrxasan di merbendan
de dimînin,
û hin jî hê di bin axê de ne.
Guhbidin!- di kîjan kêlîkê de be zengil
dikarin lêbidin.
Ev zemîn a wan û ya me ye
Û di bin axê de bi destên xwe yên
girêdayî werîsê zengil digirin,
bendewariya qiyametê dikin.
Ranazên, ji bo bendewariya zengilê
qiyametê, ticarî namirin
Ev zemîn a ko ya me ye
Ev zemîn a ko ya wan e
tikes nikare ji me bistîne.
5
Di berêvara teng de li bin darên
zeytûnan rûniştin
Ronahiya xwelîreng bi tiliyên xwe yên
hişk û req bêjing dikirin
Rextên xwe vekirin
Û dest bi pîvana ko dê tengerêyên şevê
têra çendîn westan û renckêşanê bikin,
kirin
Çendîn qiriktalî di girêkên tolika bejî
de ye
Çiqas mêrxasî di çavên lawikê pêxwas ê
ko al berbi jor ve bilind dikir de ye.
Li deştê, hechecîka dawîn bendewariyeke
dirêj kir
Wek beneke reş li ser zendika payîzê li
ber bê li ba dibû.
Tiştekî dîtir nema ye- tenê- xaniyên
wêrankirî dişewitin.
Û ew kesên ko di bin keviran de razayî
ne ji mêj ve ji nik me çûne,
Gumlekên wan çiryayî ne û sûnda wan li
ser dergehê herifî nivîsandiye.
Tikes negiriya. Wexta me tinebû,
lê bêdengî pir bi lez berfireh bû
Û ronahiya ko bi ser peravê de diket,
nerm û lihevhatî bû
Wek karûbarên malê yên jina kuştî.
Aniha, wexta ko baran digel pelên genî
yên
dara pelkê xwe berde zemînê
dê çi bi serê wan bê?
Wexta ko hetav li ser cilan ewrekî mezin
zuha bibe
wek beqeke pelçiqî li ser livîna
cotkarekî
dê çi bi serê wan bê?
Wexta ko êvarê, leglegê berfê, hişkbûyî,
li ser
lûleya sopê radiweste?
Dayikên pîrejin xwê bi ser êgir de û
xweliyê
bi ser serê xwe dadikin
Werzên Monîmfasyayê hildikin da ko libek
tirî devê dijmin serxweş neke
Hestiyên bapîrên xwe digel çetel û kêrên
zîvînî
dixin tûrekî de
û li derveyî dîwarên welatê xwe bi çolê
dikevin
Li cihekî digerin da ko di şevê de tovên
xwe tê de
biçînin.
Aniha, pir çetin e, ko em bikaribin
peyvine
Hêz- kêmtir û nermtir ji peyvên dara
qeresiyê,
peyda bikin
Destên ko li bexçan û li ser çiyan û li
binê deryayê
mane, nayên ji bîr kirin
Em dê çawan bikaribin destên wan ji bîr
bikin?
Destên ko li ser qondaxa tivingê qerimîn
û hişkbûn
dê çawan aniha bikaribin li kulîlkan
bigerin,
dê çawan bikaribin spasiyên xwe li ser
kabokan,
li ser pirtûkêkê,
li ser sînga stêrkekê, pêşkêş bikin.
Dê wextekî dirêj bikişîne, û gerek em
dengê xwe bilind bikin.
Hetanî ko nanê xwe û dadperweriya xwe
bibînin.
Di berbangê de, piştî bahozê, du depên
kelekê di qûmê de daçikiyan,
Kanî kelek?
Haleteke cot di zemînê de daçikiyaye,
bager e, zemîn şewitî,
kanî cotkar?
Xweliya dara zeytûnê, xweliya werzan,
xweliya xênî.
Şeveke seqemdar digel stêrkên xwe di
pêlava cotkarî de ne.
Belgeyên kindira zuha di kulînê de ne-
agir nehingiviye wan.
Çaydanê çayê reşbûyî li ser êgir e- Di
xaniyê girtî de av bi tena serê xwe
dikele.
Wexta wan tinebû ko xwarinê bixwun.
Li ser destikên dergehên şewitî
rehên daristanê dixuyan- Xwîn di rehan
de diherike.
Û pêjna gaveke naskirî tê. Ma gelo kî ye?
Gava naskirî bi mîxên pêlava xwe,
hildikişe.
Xişexişa rehan di kêvir de, mirovek tê.
Peyva nehînî. Mohra baweriyê. Birader e.
Êvar baş.
Bi vî awayî- nexwe - dê ronahî darên xwe
bibîne
Û dar jî dê- rojekê ji rojan- mêweya xwe
bibîne.
Cewdikê zilamê mirî hê jî mişt av û
ronahî ye.
Êvar baş. Ey birayê min. Tu vê yekê baş
dizanî. Êvar baş.
Di kozika xwe ya textînî de, xanima
pîrejin Roavahiyê ta û dermanên xwarinê
difiroşe.
Tikes nakire, bikir nînin.
Hemî berbi zemîna bilind ve; hilperikîne
serê çiyê,
Û aniha, daketina wan pir çetin e,
Û pir çetin e jî ko bilindahiya xwe ji
kesî re bibêjin,
Û li nav bênderan wexta ko gêncên mêrxas,
şevekê, paşîv dixwarin
Navikên zeytûnan û xwîna zuha ya heyvê
li şûna wan man,
Digel pîvana gelêrî ya tivingan
Û roja dîtir, çûkan, jibermayên nanê wan
xwarin,
Û zarokan jî, ji darikên şixatê yên ko
cigareyên wan vêdixistin
û ji darên belalûka heyvê, lîsk ji xwe
re çêdikirin.
Û kevirê, ko li bin dara zeytûnê, di
nîverojê de, li beramberî deryayê, li
ser rûniştibûn,
sibehê dê ew kevir di tenûrê de bibe
kils.
Û sib na disib em dê malên xwe û
asîtanka Sant Savyorê bi wê kilsê spî
bikin,
Û di roja siyemîn de, li cihê ko serên
xwe danîne, em dê tovan biçînin,
Û kulîlkên hinarê, mîna kenê pêşîn ê
zarokekî yê li ser sînga rohilatê, dê
bibişkivin.
Û piştre em dê li ser kêvir rûnin da ko
em dilên wan bixwînin.
Mîna ko -cara pêşîn e- em dîroka
mirovatiyê dixwînin.
6
Wisa, bi hetavê re di sînga deryayaya ko
spîbûn bi ser kirasê li hemberî
rojê dadikir,
Birûsk û êşa tîbûnê duqat û sêqat hatine
hejmartin,
Û xwîna birîna kevnare ji destpêkê ve
hate hejmartin
Û dil, li pêşberî xaniyan, wek pîvaza
Arcîvê
di qiçîna germê de, şewitî.
Destên wan bêtir û bêtir rengê zemînê
wedigirtin.
Çavên wan bêtir û bêtir digel ezmên
digunciyan.
Denên zeytê yên ji heriyê vala mane.
Piçek giranî û mişka mirî li binî ne.
Mêrxasiya dayikê digel denê ji herî û
avgîrê, zuha bû.
Û benîştê wêranê wek barûdê tûj e.
Em dê aniha zeytê ji boyî çira Santa
Barbara ji kûderê peyda bikin
Û em dê pûngê ji boyî dûmançêkirina
bixûrê bo îkona zêrînî a êvarê ji kûderê
peyda bikin.
Û pariyeke nanî bo şeva parsek da ko
li ser kemanê strana stêrkê ji me re
bistirê?
Di himbêza girkokên doravê de, hirmî û
hûlî û xox bûne şevpest û sîber.
Zemîn jî bi guleyên topan û bi
goristanan hatiye cotkirin.
Cîgeh û sengerên serekî yên wêranbûyî bi
ezmên ve pîne bûne,
hergîz odeyek bo mirînine dîtir nîne.
Odeyek bo şîniyan nîne da ko rawestin û
guliyên xwe bihûnin.
Û xaniyên şewitî, bi kortalên çavên xwe
yên valabûyî,
derya mermerî ji dûr ve dibînin.
Û gule di dîwaran de daçikyayî ne;
wek kêran di kêleka pîrozpeyayê
ko bi dara kajê ve, li rada rojê, hatiye
girêdan,
Û mirî li ser piştên xwe, xwe didin ber
tîna hetavê.
Û wexta ko êvar tê, leşker, li ser
tehtên reş, li ser
zik, wan dixijiqînin,
Bi pozên xwe li derveyî mirinê li bê
digerin,
Digerin- pariyeke çerm dicûn- li pêlava
heyvê digerin,
Kulmên xwe li bin guhê tehtan dixînin da
ko
dilopek av derbiçe,
lê -li aliyê din- dîwar vala ye,
Ji nû ve dengê guleya topê ya ko berê
xwe dide deryayê, dibihîzin,
Û ji nû ve li ber dergeh nalenala
birîndaran dibihîzin.
Tu bi kû de diçî?
Birayê te gazî te dike.
Şev - li her derê- ji sîberên keştîne
biyanî hatiye avakirin.
Hemî rê bi dîwarên herifî hatine birîn.
Tenê rêça ko berbi zinaran ve hildikişe,
vekiriye.
Nifiran bi ser qeyikan de dibarînin û
dev li zimanên xwe dikin
da ko êşa ko hê nebûye hestî, hest bikin.
Li paş çeperan, li beramberî serleşkerên
serjêkirinê, radiwestin û pasvaniya
kelehê dikin
Di bin cilan de, laşên wan şildibin,
lo, bira can, ma tu newestyayî?.
Guleyê di dilê te de bişkojgirt,
Pênc gulên qedîfeyî di bin çengê tehta
zuha de, şîn tên,
Bînxweşiya nazenîn keser bi keser, henas
bi henas, serpêhatiya efsanewî dibêje
- Ma nayê bîra te?
Pêvedan bi pêvedan, birîn, çîroka jiyanê
ji te re dibêje,
Û kulîlka biharê ya ko di qirêja neynûka
mezin a lingê te de hatiye bişkivîn
Li ser spehîbûna cîhanê ji te re
dipeyive.
Tu xwe bi destekî digirî, destê te ye,
bi xwêya deryayê hêwî bûye.
Û derya jî deryaya te ye.
Wexta ko tu mûyekî ji serê bêdengiyê
hildikî
mastê dara hejîrê qiriktaliyê dibarîne.
Tu li kûderê bî ezman te dibîne.
Û stêrka êvarê, giyanê te wek cigareyekê
di nav tiliyên xwe de dipêçe
wisa li ser pişta xwe dirêjkirî tu
dikarî giyanê xwe bikêşî,
û destê xwe yê çepê bi şeva zelal û mişt
stêrk, şilbikî,
Û dema tu destê xwe yê rastê li tivinga
xwe, destgirtiya xwe, bialînî,
bîn bîra xwe ko ti carî ezman tu ji bîr
nekiriyî.
lewra tu nameya wê ya kevnare ji bêrîka
xwe derdixînî
û tu - di wexta ko tu heyvê bi tiliyên
xwe yên şewitî vedikî-
li ser mêranî û serbilindahiyê dixwînî.
Tu yê hilperikî -piştre- rê û tu yê
hilkişî cîgehê çavdêriya dorava xwe,
tu yê tivinga xwe bi stêrkan dagirî,
tu yê guleyekê berbi jor de, bi ser
dîwar û asêgeh û kelehan de, berdî bi
ser çiyayên
ko mîna leşkerine birîndar xwe çemandine
da ko
tu şevpestan bitirsînî û wan berbi
sîberê de dehf bidî-
Tu yê guleyekê rasterast berdî sînga
ezmanan da ko
tu mertalê şînahiyê birîndar bikî,
Mîna ko tu yê di gumlekê wê de,
memika jina ko sipêdê dê
şîr bide zaroka te, bibînîMîna ko- piştî
derbasbûna salan- tu yê destikê
dergehê xaniyê bapîran bibînî.
7
Xanî, rê, hirmiya bejî,
mirîşkên ko li hewşê qalikê rokê
dinikulînin.
Tu wan nas dikî, ew jî te nas dikin.
li vir li jêr di nav çiqulan de marê
darê
çermê xwe yî zer guherand
li vir li jêr mûristanê
û keleha mêşa hingiv digel pevçûnên xwe
Û di eynî dara zeytûnê de qalikê sîsirkê
sala çûnyî
Û dengê sîsirkê vê salê
Û li bexçeyên nîskan sîbera te, ya wek
segekî bêdeng bi pey te dikeve, pir
diêşe.
Segekî dilsoj - di nîverojê de li tenişt
xewa te ya zemînî rûdinê û dara rûlê bîn
dike.
Û danê êvarê xwe li lingên te dialîne û
çavdêriya stêrkekê dike
Bêdengiya hirmiyê ya ko li ser rehnên
havînê geş dibe, li wir e.
Xelmaşbûna avê ko li hawirdora rehên
dara xernûbê digere- li wir e.
Sê sêwî li ser kirasê çavkaniyê ne.
Û bazek di çavên wî de dimire
li wir li bilindahiyê, li paş daristana
merxê,
Tu mîna kilîseya San Jonî ya li gund,
melûl dibî,
Mîna dilopên çûkê spî yên ko hetav wan
li ser
pelekî pan yê tûyê zuha dike.
Û ev şivanê ko xwe bi eyarê mîhê
rapêçandiye.
Di her mûyekî ji mûyên laşê wî de çemekî
wî yê zuha heye
Di her kunekê ji kunên bilûra wî de
daristaneke biyê heye
Û girêkên darê wî eynî wek girêkên
wan depên kelekê ne;
depên ko cara pêşîn li şînbûna
Hîlîzbontê xistibûn.
Pêwist nake tu bînî bîra xwe çûnkî
rehên dara pelkê ji xwîna te ne.
Û dorav jî sosin û gula qedîfe ye.
Di qiçîna nîverojê de, bîra bêdeng
bi dengekî gurover, cameke reş û bayekî
spî, ronî dike.
Dengvedanek di çeşnê denên ji heriya
kevnare de,
heman dengê kevnare ye.
Û her şev, heyv, termê miriyan
dizîvirîne ser pişta wan,
Bi tiliyên xwe yên berfînî, di rûyên wan
de, li kurê xwe digere,
Li kurê xwe yî çen birîndar û mijank
kevirînî, digere
Li bêrîkên wan digere, hergav dê tiştekî
bibîne,
Hergav em tiştekî dibînin.
Kilîtek, nameyek,
an jî demjimêreke ko li ser demik heftan
rawestiya be, em ji nû ve wê dadigirin,
Û demjimêr dest bi bizavê dikin.
Sipêdê, dema tu cilên wan şil bikî,
û di nav pişkokên xwe yên leşkerî de rût
bimînin
Wek perçeyên ezmên di nav stêrkên havînê
de,
Wek çemê di nav darên kindirê de,
Wek tengerêya li hev pêçayî, ya serê
biharê, di nav darên leymûnan de,
Wê çaxê renge em pêrgî navên wan bibin û
em biqîrin:
Em hez dikin.
Wê çaxê, lêbelê ji nû ve,
renge ev tişt dûr bixuyin,
Lê pir nêzîk in, mîna tu di taristanê de
destekî biguvêşî û jê re bibêje:
Şev baş
Bi dilsojiya qiriktalane ya mirovê
sergombûyî wexta ko li welatê xwe
vedigere
Û tikes nema wî nas dike, ne jî mirovên
wî çûnkî mirin naskiriye,
Û jiyan, berî jiyanê û piştî mirinê jî
naskiriye
yeko yeko mirovên xwe nas dike, ne tal
e, sipêdê, dibêje.
Û xweş bawer e ko dirêjtirîn rê
berbi dilê xwedê de kintirîn rê ye.
Û kêlîka ko heyv, bi hesret, maç gerdena
wî bike
Kêlîka ko ji ser keviya pencerê xweliya
cigareya xwe daweşîne
renge ji bo wê baweriya xwe bigirî;
baweriya wî ya bi daran û stêrkan û
hevalan.
|