|

Selîm Berekat
Dîlana û
Dîram
Wergerandina Ehmedê Huseynî
Kûviyek li ser
girkokî ye
Û bêdengî quloçên xwe mîna kûvî bilind
dike.
Xwe nêzîktir neke,
Xwe dûtir jî neke rêbero!!
Ji cihê ku tu lê yî, reh rehan dibînin û
zemîn jî mîrata xwe.
Kûviyek li ser girkokî ye
Û bêdengiya req jî quloçên xwe mîna kûvî
bilind dike.
1
Lê binêre, Lê binêre Dîramo! Çawan li
jêrî çurisîna xwîna te mîna komika
sebetên zer e. Lê binihêre ku çawan li
tenişta zendên te xelmaş dibe, ku çawan
henasên wê bi ser berfirehiya mêrantiya
te ya payedar ve stêrk bi stêrk dirijin...
Tê bîra te Dîramo, tê bîra te dema tu
wisa mêşinî û bi deştan nixwimandî berbi
wê ve çûyî, gavên te yên rojê bûn,
xirecira te jî ya gulgeniman bû? Ma
êvara ku di çavên te re tenik tenik
diherikî tê bîra te, êvara pêşîn, êvara
ku we gencîneyên bûneweran bi maçan
dagîr kirin û we di binê kevirê giyên de
coyeke sur û seyr vedît? hêdî hêdî
Dîramo, bêserûberiya xwe ya sihirbaz bi
hêminî di hêlînên dilê wê de bi cih
bike- Dilê Dîlanayê; dilê ku mîna
zixteke mişt jiyan helawistî ye..
2
li wî binêre, Di binê çurîska xwîna te
de tîrekî zer e Dîlanayê! Lê binihêre!
Êvarê bi şingîna mêraniya xwe dixemilîne,
nêrdewana helkehelkê berbi şingîna te ve
têt, mîna ku hemî dewlemendî yên wî bin,
mîna ku peyvên wî yên ku sirûda mêran bi
wan dibêje tu bî. De hela jê re bibêje,
de tiştên ku tem û moran ji keçên xwe re
dibêjin jê re bibêje, de ji xweşiya
bilind berbi wî ve sernişîv bibe,
laqirdiyên bilindahiyan rakişîne, da tu
deşta dilê wî bi genimê sirûdê
binixumînî? De Dîlanayê de! Ha wa li
nêzî destê te pal daye û meyweyan dibêje.
3
lê binêre, çendîn sînga te bi tîrêja ji
lêvan û ji pêçiyan miz dide. Lê binêre
da tu bîst dilan di binê dilê wê de
bibînî, her dilek nehişî ye û di
nehişiya xwe de, bîst dilên dîtir dirêse:
Ew darêjgeha zilêm e- zilamê ku bi
gumeguma rîş û rehan hatiye dagirtin? Ew
darêjgeha ji katjimêr û gengeşeyan e?
Darêjgeheke dawîn e bo her cegerdarî û
her tirsê. Xwe nêzîktir neke Dîramo, xwe
dûrtir jî neke. Cihê te bixwe cihê
dîtina heman xweşiyê ye; xweşiya ku di
sepetên zer û di xwîna zer de razayî ye.
4
De piçekî rabe ser xwe Dîlanayê, de
dorpêçkirina xwe ya nerm asê bike,
daristana ku nijadên wî tê de geş dibin
tu yî û hinav têkelî balindeyan dibin.
Şingîna wî ya di nav şingînê de tu yî û
pesinîna wî ya ku her şahek şahnişîniya
xwe û her sergerdanek riya xawendariyê
tê de dibîne tu yî, ger bi ser te de
çemiya mêtiyê bo devê wî bilid bike û ji
boyî sînga wî ya lerzokî jî mertala
sînga xwe ya bi teman û bi serdeman
gevizî bilind bike.
5
De piçekî rabe ser xwe Dîramo, rabe ser
piyan û bibîne, rabe da tu ji jorahiya
tinaziyê kontara jinê ya di navbera
çurîska serçavkan û stiranan de
dirêjkirî ye, bibînî, şûrê çavkaniyên wê
tu yî, bi te li spêdeyan dixîne,
spêdeyan diderizîne, bêrîkirinê û ahoyan
ji terkên wê derdixîne. Henasa wê ya di
nav henasan de tu yî, pesinîna wê ya ku
bager rimên xwedawendên xwe yên
sergerdan tê dadike tu yî. Ger xwe bi
ser te de çemand devê xwe yê bi sirûda
mêran xemilandî berbi devê wê ve bilind
bike, û berbi sînga wê ya lerzokî ve
mertalê sînga xwe yê bi avan û pesinînan
neqişandî, bilind bike.
6
De li wî binêre Dîlanayê, binêre ku
çawan bi destê xwe birûskan zeft dike û
bageran li ser nivîna te direşîne.
Binêre ku çawan bi helkehelka te ve wekî
mêweyekê helawistî dixuye û xefkan ji
boyî şînahiyê vedide, weku xwe li
beramberî şûrên avê bi te mezin dike.
Binêre çawan wekî bejan avan dorpêç dike,
da jena dilê te yê mîna kefê û keştiyan
ji avê derdiçe, dorpêç bike... lê, dema
di dawiya rojê de toreyên xwe vedike û
ji toreyan stêrk û quling difirin; wî di
pêşzanînên wî de xelmaşbûyî bihêle, dest
jê berde Dîlanayê, ew ji zemînê ji bilî
misteke kîl nagire û ji bilî baskên
memikên te ku çawan sîberên êvarê û
nêratiyê bi ser zemînê de vedigirin,
nabîne.
7
Dîramo lê binêre, lê binêre çawan refên
qazan li ber dilê te kom dike, çawan
ewran dirêse. Lê binêre çawan kerî bi
kerî ji dawiya kontêr ve sernişîv dibe,
destê wê di destê asoya gavan de ye,
kirasê wê – dema xwe di ser rûbaran re
çeng dike- ji ser dişemite da rehên ku
nahingivin zemînê lê belê dihingivin
pesinîna ku hemî reh pê dinixumin, xuya
bikin. Ger tu bixwazî destê wê bi destê
xwe re bibî êdî asoyê jî bibe, ger tu
bixwazî wê himbêz bikî bila reh jî te
himbêz bikin da meywe henasên te bavêjin
hevudû. Yan jî bila zemîn lehiya xwe ya
hêzdar a ji mêst û forman hilgire û
hawara xwe bigihîne te.
8
Wî şiyar bike Dîlanayê, wî ji dirêjxewa
wî ya bi xweşiya hezar dilên serxweş
xemilandî şiyar bike. Spêdeyê jî bi wî
re şiyar bike da bi hev re berên xwe
bidin te; wisa bi dilbijînê û bi kîlê û
bi laqirdiyan gevizandî. Ew yê dawî ye
ku tu yê wî bibînî, ew sersomê dawî ye
yê li zurneyên sersom dixîne ku tu yê wî
bibînî, mîna meygeran, piyalên xeniqiyan
bi qehremaniyê dadigire. Li heman rexî
radiweste, li rexê daçikiyayî û kevnar e
yê rehan û li rexê ku dirinde li
dirindeyan dibanin. Ew yê dawî ye ku tu
yê wî bibînî berbi te ve tê, berbi te ve
mîna nîşanekê; nîşana ku ji bahozê
derdiçe beriya ku kumê xwe yê xwînewî li
serê xwe bike û rûyê maseyê rakişîne da
laliyan bi ser mermera giyanan de belav
bike. Wî şiyar bike, wî şiyar bike
Dîlanayê.
9
Wê şiyar bike Dîramo, pinpinîka xeybê û
kurmika wê ya zêrîn şiyar bike...
Dîlanayê şiyar bike û xanî jî kevir bi
kevir bi wê re şiyar bike, piştre
meydana li derdora xênî şiyar bike û
bend û percanan şiyar bike. Ger tu ji
hemiyan pak bûyî spêdeya ku li tenişa
bendê xew kiriye şiyar bike. Û bibêje
Dîlanayê were. Were em hilatina
dudilmayî ya zemînê bibînin, were em
bibînin çawan rondikên xwe yên ji hesin
û ronahiyê bi ser mertalê me yê mirovane
de dibarîne. Da em piştre memikên xwe
şanî kêra baxçeyan bikin û dema ku kêr
di borên kuncî û zilindaran de daçikin
em ê ji xweşiya kêran bilerizin, mîna ku
em bi hev re, hewl bidin, ku em bîrînên
ku qet çi birîn li pey wan nayên, bin...
De wê şiyar bike Dîramo!
10
Wî şiyar bike Dîlanayê, ciwanê ku li
jêra wê tîrêjê dihênije; tîrêja ku bi
ser sînga wî ya rût de diherike, şiyar
bike. Wî û rojê û nanan şiyar bike, û
dewla xwe dagire- dewla ku tu pê sewalên
spêdeyê yên ku nayên dîtin av didî-
dewla xwe ji kurmên hevrêşimê û ji tûyên
ku ji pesinînan hildiweşin dagire, da tu
bi hevrêşim û bi tûyan vê xweşiya li
derdora Dîramo vegirtî bidrûyî.
Wî şiyar bike, wî şiyar bike Dîlanayê.
11
Wê şiyar bike Dîramo, û di bin ebrûyên
wê de xewnê ji xewnê şiyar bike, piştre
zuxurine ji demê bavêje bi ser Dîlanayê
de daku mîna serrûyê çavkaniyê bipêle,
daku bazin bi bazin firehtir bibe, her
bazinek galîskek(erebaneyek), û di
galîskan de jî sebze û rê. Tu bi Xwedê
kî de, ha wa ye pêxemberê rûbaran
gûşiyên mijê ji we re diçine û zaroktiya
kulîlkan bi ser bend û percanên xênî de
belav dike. Wê şiyar bike, Dîramo wê
şiyar bike.
12
wî şiyar bike Dîlanayê, serçavka
komedyayê şiyar bike- Ciwanê ku bi dasên
xwedawendan hatiye dorpêçkirin şiyar
bike. Wî şiyar bike da hûn ji xunava
spêdeya lezgîn û dek û xapên wê yên
kenokane dereng nemînim, reng e hûn
bizanibin ku di gîhê de hîrîna xunavê û
hin zurneyên ku banga hertûkî ya şad bo
axa şad dikin, dihêwirin. wî şiyar bike,
wî şiyar bike Dîlanayê.
13
Wê şiyar bike Dîramo, vê bitriya esmanî
şiyar bike- Dîlanayê, aviya berbeyaniyê
û tiştên wê yên bitrane bi ser de
bireşîne. Ger li beramberî te hişyar
hate dîtin wek ku çawan şînahî çavdêriya
şînahiyê dike tu jî çavdêriya wê bikî.
Bi hev re rûnin; bibin sîwaneya maçan;
daku stiran hevûdû bi we bixapînin. Wê
şiyar bike, wê şiyar bike Dîramo.
14
Wî şiyar bike Dîlanayê, tîrêja mirovane
Dîramê ku bi serxweşî ji ronakiya
nêrîtiyê derdiçe şiyar bike, ne destên
xwe û ne jî helkehelkê jêre bike perde.
Bila dirêjahî be, bila diyar be û bila
barbi çav û eşkerekirî be, bila di
tenikahiya wî de gûşî û pişkoj xuyanî
bikin da tu bibî xwedana wî û xwedana
hemî tiştên ku di wî re xuyanî dikin. Da
tu bikaribî bîbî xawena veşargeha
mirovane ya şînahî û hevkarên wê yên ji
teman û ewran û baskan. De wî şiyar bike,
wî şiyar bike Dîlanayê.
15
Wê şiyar bike Ey Dîramo, xwîna jîndar û
durvên wê yên hevalbend şiyar bike, û
xwe ji boyî şiyarkirina Dîlanayê bi
bangeke tenik bixemilîne, ma ne Dîlanayê
şiyariya textê şahan e; textê ku çavkanî
xwe li ber ditewînin û co û cobar serên
xwe pê dişon, û dema tu xwe gişî wek
tîrekê davêjî sirûda dawîn kevana te ew
e. Wê şiyar bike, wê şiyar bike Dîramo.
16
wî şiyar bike Dîlanayê, bitriyê û durvên
wê yên hevalbend şiyar bike, û lê binêre
ku çawan mijangên wî bi balindeyan
vedibin, bi tenê spêdeya ku şingîna avan
zeft kiriye dikare şiyariyeke wisa
bibîne, û dema tu maka xwe gişî mîna
tîrekê davêjî sirûda dawîn, Dîramo
kevanê te ye,
Wî şiyar bike,
wî şiyar bike Dîlanayê.
17
wê şiyar bike Dîramo, qijalka kefê
Dîlanayê şiyar bike, û dema tu ji
diqdiqandinên xwîna xwe ya spêdeyî
bêzarbûyî kelehên xwe raxîne, tu digel
ewrekî rût berbi xwîna wê ve têyî. Wê
şiyar bike, wê şiyar bike Dîramo.
Dema ku nişan bi dawî bibin her tişt
diçe û yê ku xwe bi nalînê digire nalîn
bi wî re diçe: Dîlana û Dîramo jî wisa
çûn.
Wê spêdeyê min nedixwest zemînê;
ne jî zemînê dixwest min şiyar bike.
Li ber çavên min bûn, xortek û jinek, ez
rêberê wan ê lal bûm.....
|