|
Ji
Şêrzad Hesen, kilameke dûrdirêj a hezar
û şevekê li ser bedewiya jinê...
Romana Şêrzad Hesen
“Jineke Xinanî” ji soranî bo kurmancî ji
aliyê Besam Mistefa ve hate wergerandin
û di nav weşanên Avesta de derket. Îsal
du kitêbên din jî yên Şêrzad Hesen (“M”
û “Xewna Pîrepindan”) li eynî weşanxanê
çap bûbûn û ji aliyê heman wergêrî
hatibûn wergerandin.
Ji kitêbê
...Jixwe ji hemûyan
nexweştir li cem min çîroka xeniqî û
negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê
kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re
danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn
ku heya dimirin nikarin raz û niyaza
dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin,
ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç
û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê
ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên
bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku
qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr
û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî
û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku
tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û
nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe
bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû
derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan
goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin
veşartin?...
...Hinek jin hene bi xwe
xinanî ne û bi xinxineke xweş û şêrîn
dipeyivin. Jina xinanî min dikuşt,
zirgîna di dengê wan de min dîn dike.
Dengekî ku xwediya wê hem perîşan û
xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko
zirgîna çi, kolekola ava şerbetê çi û
awaza bilûra bilûrvanekî evîndar
nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan,
dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî
di guhê min de heya vêga jî dike zinge
zing. Dengê tu teyr û firindeyekî
ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li
cem min ne xweş e.
Jineke
Xinanî
Şêrzad Hesen
Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
Roman
ISBN: 978-605-5585-81-5
19.5x13, 80 rûpel
10 TL
www.avestakitap.com
|