Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                              rojava@rojava.net

 

 

    » Hevgirtin
    » Nivîskar
    » Þêwekar
    » Navdarên Kurd
    » Kurdistana Rojava

 

 

 

Fakter û mercên cîhaniya helbesta Kurdî ya nûjen

Keskê Dawî di Cenazeya Xwedê de wek nimûne:

 xeleka  1ê

Serhan Isa

Çima keskê dawî di cenazeya Xwedê de?

 Nûjenî ne dubareberhemdana têkçûna ye, yan jî rahêjtin û lênerîneke pîrozane ye ji tiştan re, yan jî giryan û fîxaneke kilasîkiyane û lênerîneke pîrozyane di hundirê qalik û rêzikan de ye li ser rabirdiwê.

Belê ji bilî ku ew sûdwergirtineke ji van tiştên jorîn, herwiha dîsan van hemiyan di hundirê xwe de diwerêve; ji layekî dîtir ve nuh kirin û guharetineke di hest û nestan de, afrandineke nuh û azadyane ye di şêwe û temtêlên derbirînê de.

Piştî Çarhezar lehî ji reşnifira Xwedê, H. Broka mîna Mîr Mihekî serçêl bi ser dawîtirîn keskahiya cenazeya Xwedê de dikûre.

Piştî Çarhezar sal ji gunehkarî, Xwedênenasî û dûrketina ademîzadan ji ser şopa rastiyê,

ew mîna lehî û firtoneyan, xwe li ser

demê berûpaş siwar dike û tenetene bi ser

bêbextiya ademîzadan de dixulxule û me bi xwe

re serbijêrî banê axaftin û gengeşeyê dike.

Piştî Çarhezar keser, dahênerê me bi cergekî kelî bi ser reşqedera Yezdan û suruştê de dizûre.

Piştî Çarhezar pirs halbestvan bi ser omîdên xwe/ min/we, yên ne bi cî hatî de, mîna rêberekî rewşenbîr xwe pêşkêş dike, kevir û kuçan bi ser soz û peymanên Xudan û ademîzadan de dibarîne.

Serbizavkerkî wêrk û bijwên e di kûranî û ferehiya hişê merovanetiyê de, mîna rûbarekî diherike.

Mîna Pêxemberekî, bê perwa bi destê hemî giyandaran digire û wan mîna simbil û kulîlkan di sînga demê de, di reşpeymana Yezdan de diçikizîne? Mîna şûreşan di bîra Yezdanan de pêdixîne? Mîna çirawîskên viyaneke ne westiyayî di xewnên Pêxemberan de gur dike?

Piştî Çarhezar baran, agir, ba, û toz di hişê demê de, di efsaneyên Yezdanan de, di felsefeyên Pêxemberan de, di reşdefterên ademîzadan de H. Broka xwe ji lehiya sêyemîn re mîna canfîdayekî bê hember amade dike.

Ne derdekî mezin e jê re eger di xunava peyvê de hate kuştin? Ne xem e eger hemî Xwedawendan bi xeyd pişta xwe danê? Ne xem e eger êlperest, olperest, nijadperest, kedxwar, sitemkar û siyasetmedaran şûrên xwe yên di kalanan de zingar girtî li ser qirika wî ya dirêj û fereh de daweþandin?.

Bê perwa di pêjin û pêxên goristan, gulîstan, 

welat, şengebî, perî û zeriyan, sînor, av û çiyayan de pêvajoka xwe berdewam dike, xwe mîna qulpeke har pêşkêş dike, serbizaftinan li dijî her tiştê kirêt, bi ziyan û li ser bîr û baweriyên ku di hişê civakê de ciyekî xwe yê pîrozane girtine dike.

Ne helbestvanekî pirbêj e, rê dide tiştên xwe ku bi xwe biaxifin, ew xwe bi xwe; xwe der bibrin û xwe mîna tiştên giyandar û hestedar pêşkêş bikin.

 Her weha pirsa azadiyê ku li gor nerîna min yêk ji hîmên nûjeniyê yên sereke ye, ku di seranserê deqên(têkistên) wî de tête kirin, mîna pirseke tîr, dijwar, gelemper û giştî pêşkêş dike, ango bi wateyeke din wisa hewl daye ku sînorên derdoriyê bidirîne û xwe bi mêranî û hayedariyeke sînordar bi cîhaniyê ve hilpesêre, ew ji bo çareserkirina yan jî ji holêhilanîna kêþe û astengan hewldanên bê westan dike, ku vê çareserkirinê yan nerîn û boçûnên xwe di derbarê pirsên aloz û dijwar de ku derbasî jiyana me bûne, bi şêweyê pirsan piraniya caran pêşkêş dike, di nerîna min de ev şêweyê herî rast û durist e, ev wezîfeyeke sereke ye ji bo her helbestvanekî nûjen; ango xwe naxîne çareçeweyeke teng de ku xwe mîna hekîmekî kilasîk pêşkêş bike, ku heman bersivan bidê.  

Mînak: 

 Çarşembên xerîb,

nimêjeke xerîb,

Xwedayekî xerîb,

mirineke xerîb,

hicrikeke xerîb,

û...!

aşiqekî

x

e

r

î

b

Xerîbo!? 1

 

Eger mirov bixwaze li ser naverok û temtêla vê kitehelbestê raweste, mirov dê bi çima dest pê bike, çima çarşembên xerîb” nimêjek e xerîb” Xwedayekî xerîb” mirinek e xerîb” hicrikek e xerîb” aşiqekî xerîb” tevî ku me li jor destnîşan kirîye ev peyv (zarawên) ku dahêner di vê têkistê de bi kar anîne, êdî tiştine wisa xwe bi xwe xwe serbijêrî banê axaftinê dikin, ew her yêk ji wan gerdûnek, bûyerek, ceografiyek û dîrokek bi serê xwe û taybet bi xwe heye.

Ji xwendina yekemîn ve, yan jî eger xwendevanekî normal vê têkistê bixwîne dê wisa tê bighêja; helbestvan di rewşeka xerîb û nexweş de dijî, ew tenê ezmûn û kêlîkên jiyana xwe dinivîsîne, dibe ku gotara helbestvan wisa gotareke rastûxo, bawermendyane û seresere bête fam kirin, lê eger xwênerekî jîr û têgihiştî yan jî rexnevanek, were û  xwendineke hûr û kûr li vê têkistê bike, bê guman dê kilîtên têkistê yên asê û winda yên ku ji wî xwendevanê normal û bêgav ve nediyar bûn, dê bi dest xîne.

Û bê guman dê xwendin û şirovekirina wî/ê, te/wan, cuda be ji vê xwendinê, û ev êk ( cudabûna xwendinan û xwêneran) yêk ji pêwîstirîn û pêdivîtirîn mercên nûjeniyê ne; ku ew bi xwe hêz, rewş û xemleke bedewiyane û dahênyane dide têkistê, ku ew xwênerê jîr ( têgihijtî ) yan jî ew rexnevan dibe dahênvanê têkistê yê diwem, û êdî a di vir de dahênvanî berbi spehîbûn û afrandinên xwe yên dawî ve diçe; ji layê din ve jî û taku em xwênerê xwe yê bêgav û sistopisto ji bîr nekin, ew bê guman dê hertimî bimîne li derveyî têkistê û cîhana dahênvaniyê û dê ji bedewî û xweşiyên wê têkistê bêpar bimîne, dawî jî ew bi tenê dibe xwediyê gunehên xwe, û ez li gel wê nerînê me ya ku dibêje: Dahêner dive tu carî rehmê li xwênerê xwe nekê, ango mebest jê ew e ku di kêlîkên dahênvaniyê de gerek xwênerê xwe ji bîr bike, li cem astê têgihjtinên wî ne raweste, çimkî wê çaxê ew azadiya xwe winda dike, û ev yek di gel nûjenî û pêdiviyên wê nagunce.

Lê helbet ez ne li gel wê yêkê me jî, ku qutbiriyeke wisa bi carekê re jî têkeve navbera dahêner û xwêner jî, ango xwênerk heye weku gelek nivîskar û helbestvan jî hene ku bûne giranbarek di stiwê wêjeyê de, û yêkî din heye amadebûna fêrbûn û têgihjtinê li bal heye û hewcedarê danûstandinê ye bi dahênerê xwe re ( tenê ev di warê têkiliyê de ) îcar merovê dahênvan gerek li cem tu ast û sînoran ne raweste, çimkî berhema baş ew bi xwe xwendevanan ji xwe re çê dike.

Em dê çawa karibin kilîtên şîrovekirin û têgihjtina vê têkistê bi destê xwe xînin, ango gava yekemîn çi ye gelo.

Kilîta yekemîn ew e, têkiliya di navbera vê têkistê û têkista resen de, dastana (Mîr Mih, Gilgamişê kurdî) ku navê wî yê diwem Xerîbo ye, û ji xwe êdî yek ji razên têghijtinê di vir de ye, çimkî xwêner kîjan xwêner be bila bibe dê neşêt derbasî gerdûna dahêner û têkistan bibe eger kilîtên şîrovekirina vê peyvê (zarawî) û çawaniya bikaranînê bi dest nexîne û dê neşêt vê yekê bi destxîne eger wî ev dastana dîrokî nexwendibe, îcar eger xwêner ev kilîta yekem bi dest xist dê bişêt di dergeh û pencereyên fereh, dirêj û kûr ve derbasî gerdûna dahêner a diwem û kendûkozên têkistê bibe.

Xerîbo ku yek ji kevnitirîn, ciwantirîn û bihêztirîn efsane ye di mîtolojiya kurdên Êzdî de, ku mixabin ev efsane tanî berya demeke ne dirêj jî bermayeke devekî bû, ew jî ku hêjayan mamuste Hoşeng Broka û Dr. Xelîl Cindî ev Efsane ji nûh ve berhev kirin û nivîsandin û bi şêweyekî zanistî, ekadîmyane û pêdivî lêkolîn kirine; hêjayî gotinê ye ku ev her du lîkolînên ku ji layên van birêzan ve hatine nivîsandin mirov dikare wan weku jêder û çavkaniyên mikum wergire.

“Xerîbo bîblografiyeke biçûk bo pêşveçûna dîroka fikra merovê Êzdî ye``2  Xerîbo jî ku ew bi xwe navê Mîr Mih ê diwem e ku Felekê piştî qedera wî ya reş û dijwar lê kir, li gel van bêjeyên din di seranserê vê berhemê de tête bikaranîn ku xeml û reng dane zimanê helbestvan, ku ji xwe êdî teqînên mezin, bedew ku di ziman de çêbûne di wir de têne xuya kirin.

Di dawîyê de ev pirs hemî di çarçewa pirsa herî mezin de têne kirin, ku ew jî pirsa Xwedê” surişt û ademîzada ye” pirsa mirin û jiyanê ye” ya hebûn û tunebûnê ye” pirsa azadiyê ye” li ser vê sêgoşiya jorîn dahêner êdî binyata têkistên xwe ya hizrî ava dike; lê binyatên ziman, wêneya helbestyane, hûnandina helbestê bi giştî, bikaranîna simbolan, sazkirina peyvê, helbestvan behra bêtir, sûdê ji ezmûna xwe ya takekesane werdigire, hewl daye ku hemî tiştên li derdora xwe biguherîne, ji ber vê hindê jî ez vê ezmûna

wî bi giştî weku şoreşeke soryalîzmyane

dibînim.

Kilîta diwem, ew e bikaranîna peyva çarşemê ye” nimêj” aşiq” hicrik” Xweda” li gel hindek peyv û zarawên din bi rengekî pîrozane di seranserê berhemê de ku dergeh û pencereyên nuh di zimanî de vedike, bê guman dibe ku ji xwênerê normal ve ( çarşemb” nimêj” Xwedê” mirin” hicrik û aşiq ên xerîb ) weku tiştin xweser û suriştyane bêne dîtin, lê bi rastî ev tişt hemî, di koka xwe de ne normal û xweser in, belê ji bilî ku bûyer in fereh, dirêj, kûr, mezin, balkêş, giring û pêwist in, herweha tişt in di hişê civat û merovanetiyê de (di bîra giştî ya civatê de) efsanane û pîroz in û bikaranîn û dubarekirina dahêner ji van tiştan re ne tenê ji bo libîrhatin û hayedariyê ye, belê hewldaneke dahênyane ya biserkeftî ye ji bo ji nuh ve nîgarkirin û nivîsandina jiyan û cîhanê ye, dubarepirskirineke soryalîzmyane ye ji bo avakirina jiyaneke sermedî tayîbet bi dahêner û xemxwarên vê pirsê ye, wan tiştên xwe yên ku bê guman hew çendî xerîb li qelem dane lê ji wî ve ( Helbestvan ) gelek nêz û zelal in, mîna pirsan bi şêweyekî helbestyane pêşkêşî me dike.

 Jêder û çavkahnî:

 1. H. Broka, Keskê dawî di cenazeya xwedê de,

    weşanên Pêrî, çapa yekem: Stenbol- Cotmeh 2002,

    rûpelê 92 an.

2. Dr. Xelîl Cindî Reşo, Dastan û beyta Mir Mihê

    malpera Laleş.com.

 Dumahîk heye…

 

VEGERE