|
 Fakter
û mercên cîhanîya
helbesta
Kurdî a nûjen
Keskê dawî di
cenazeya
Xwedê de
wek nimûne
SerhanIsa@hotmail.com
Serhan Isa
xelka 2
Çima
keskê dawî di cenazeya Xwedê de:
Min
baweriyeke mikum bi wê êkê heye ku êk ji erkên helbestvanê nûjen ew e
dubarenivîsandina jiyan û cîhanê ye belê bi şêweyekî soryalîzmyane,
kûr û ferh melevaniyeke di jêrûjorên jiyanê de bi hemî xweşî, nexweşî,
bedewî, kirêtî, bûyer, têkçûn û serkeftinên xwe ve, ku ji helbestvan
re dibine berhemeke xav û ne cûtî ku li gor wêna êdî gerdûna xwe a
helbestyane ava dike, şêwe, tişt û temtêlên nuh ji xwe re diafirîne;
ev êk jî bê guman dê êdî ji bo ravekirin û têgihiştina me ji têkistan
re fakterekî
alîkare be.
Çarşem
di mîtologya Êzdiyatiyê de ne tenê weku
rojeke Xwedawendane pîroz tête naskirin, belê
merov dikare roja çarşemê weku dîrok û
cîyografy
bikarbîne; tevî ku dahênerê me ev sînor dirandine û
li şûn xwe hêlane piştî ku ew ( bûyer- dastan-
weku cîyografya û dîrok ) di hundirê dahênvaniyeke xurt û bijwên de
weravtiye, û vê yekê dîsa ciwaniyeke dîtir daye têkistan.
Bala
xwe bidin giringî û pêwistiya roja çarşembê di jiyana kurdên êzdî de.
``Yek
ji serkeftîtirîn demên xwedawendane, ku di giyanê bawermendê êzdî de,
wek demeke, tekûz,
kamil, serkeftî
û bijarte tê pîrozkirin, dema çarşembê ye. Ev dema, serkeftî,
rasteqîne û bijarte, di mîtolojî û teyolojiya êzdiyatiyê de, bi gelek
nav û çênên curbecur tê binavkirin:
Dema çarşemê / cejna
çarşma sor, dema destpêkan / cejna sersalê, dema, çarşmba nîsanê, dema
Basimbarê, dema Hêkesorê, dema xwedawendan / cejna Tawisî Melek...htd.
Di dema çarşembeyî de,
xwedê / xwedawend û ademîzad tîqe-tîqe rastî hev tên û herwisa li hev
mikur tên. Wate bi qasî ku ew li ser astê xwedawendane dema asîman e,
ewqasî jî ew li ser astê ademîzadane dema erdê ye.Bi gotineke din ew
dema pêrgîhevhatin û di-hev-re-derbasbûna giyanan e: Giyanê
xwedawendan û giyanê ademîzadan.
Çarşem di ciyografiya
pîroziyên êzdiyatiyê de, xwedî pileyeke
xwedawendane, taybetmend û bijarte ye. Ew li gorî baweriya êzîdiyan,
dema, Peyva pîroz, fermana pîroz, giyanê pîroz, dahatina
pîroz, afrandina pîroz,
dê û bavên pîroz,
pêwendiyên pîroz
û destpêkên pîroz e. Lewma ew wek roja mişt, bihna xwedê /
Tawisî Melek, axaftina xwedê, keskahiya xwedê, bêrîkirina xwedê, şaz û
qudûmên xwedê, eşqa xwedê û serborekên xwedê di mîtolojiya êzdiyatiyê
de, tê xwendin.
Ji seqa, rewiştûtîtal û
dabûnerîtên vê cejnê diyar
dibin, ku ew
dema herî, hêzdar, û bê hempa ye: ,Destpêkirina hêzdar, Afrandina
hêzdar, ,xwedawendiya hêzdar, ademîzadiya hêzdar,
hevdîtina hêzdar,...htd.
Lewra Mirovê êzîdî hewl
dide, ku di rabûn û rûniştinên xwe; yên vê dema çarşembeyî de, dema
xwe; ya, ademîzadane, dîrokî, lawaz, û girtî, bi dema xwedawendên xwe;
ya, xwedawndane, mîtiyane, serasayî, hêzdar, reha û berdayî re, hemdem
bike.
Herçiqasî ku çarşem wek
aliyê herî pîroz, di êzdiyatiyê de, werê li qelem dan,û bi xemleke
êzdiyane a xurû xwe bide pêş jî, lê ev roj wek dema helkeftinên pîroz
û xwedawendane,
hîn
xwedanciyekî
berz û bayexdar e, di paşxane û
bîreweriya kurdî
a giştî de.
Çarşem li seranserî
asîmanên kurd; yên mozayîkane:
ji rojhilat heta bi
rojava, û ji bakur heta bi başûr, wek dema giyanê pak û pîroz / giyanê
bilind / giyanê fereh / giyanê xwedawendane, tê pejirandin.
Çarşeme xweş çarşeme lo çarşem e
mala bûkê l´ber çeme lo l´ber çem
e
bûk bi zavê re bi kene lo bi ken e
Çarşem rojek pîroze lo pîroz e
serê zavê b`koloze lo b´koloz e
zava li bûkê bi doze lo bi doz e
Çarşem rojek çi xweşe lo çi xweş e
anîn bûkek keleşe lo keleş e
Çarşem roja xwedaye lo xwedaye
deryê xeman dadaye lo dadaye
kêf û xweşî tê de ye lo tê de ye
Ev sirûd / dirûze; ya
ku li seranserî, kurmanciyê, di demên bûkxwestin, xêlvanî, tidark,
şahî û dawetan de, dihate û hîn jî tê nuhêrandin, keskahî, bilindahî,
ferehî, pîrozî û bayexdariya çarşemê wek demeke serkeftî û bijarte, di
rabûn û rûniştina mirovê kurd de, û herweha di
bîreweriya wî a giştî de, nîşan dide.
tewawbûna xwedawendan
ji kar û barê aferînê ye, herweha ew roja bidawîanîna şêlûbêliya
gerdûnwerî ye. Miriyên wan rûberên mirinê bi giyanekî ji çarşemê
bibirin û werin serdana wan. Goristan di hizir, bîr û baweriya
êzîdiyan de, sax û zindî ne. ciyografiya mirin û jiyanê, di giyanê
bawermendê êzîdî de, bi yek dibe.
Çimkî çarşem roja
dawiye di heftiya destpêkan de
bi vî awayî çarşem di mîtolojiya êzdiyatiyê de bûye
dema vehisandina xwedawendan û dûrbûna wan ji yên din, û ji her tiştî,
daku ew ber bi xwe ve kesk bibin.
Herweha çarşem li ser astê ademîzadane, bûye dema vegera sermedî,
dûbarekirina karên afrandina pîroz û pişkdariya mirovan di çêkirina
dîroka xwedawendan de. Aliyê herî pîroz di dema Çarşemê de ewe, ku ew
dema dahatina Tawisî Melek, wek yekemîn mizgînxêrê jiyanê,afrandina
mirov, xwerist û gerdûnê; ya, serkeftî, bijarte û tekûz e.
Dema zer / Dema
xatrixwestina pîroz / Dema payîzê / Dema dahatina domoziyane bo cîhana
jêr / Cîhana taristanê / Cîhana mirinê, û dema kesk / Dema
pêşwazîkirina pîroz / Dema buharê / Dema hilkişîna domozyane bo cîhana
jor / Cîhana ronahiyê / Cîhana jiyanê, ji aliyê din ve jî, ew kurtasî
û puxteyîya xwedawendiya domoziyane, ya rengîn in, wek xwedawendekî
giştî, tgekûz û kamil, ku karîna wî li ser her tiştî karîneke reha, bê
sînor û bê hempa ye.
de, heye. Pirê caran,
mirov dikare bi sanahî, di qewl, dûwa, dirûze, û beytên êzîdiyan de,
rastî van wişeyan were: Durra sipî, Durra zer, Destê kesk, Êzî yê
zer, Êzî yê sor,...htd:
Herweha çavên
bawermendê êzîdî, hînî perde, û alên rengereng, yên ku bi rengên
xwedawendên wî hatine vedan, bûne:
Wek, Perdeyên Şerfedîn,
Perdeyên Şêxadî,…htd.
Ziyaretgeh û
perestgehên êzîdiyan jî, wisa biryar dane, ku qub û helêlên wan bi
valahiyên ji rengên xwedawendane / xwedayên rengane, werin rapêçan,
daku serdanvanên wan bişên bi sanahî rêya wan bigirin.``
3
Mebest ji vê
şîrovekirina berferh ew e ku wekî ku me li jor destnîşan kiriye ev
yekemîn lêkolîna ku wisa bi şêweyekî zanistî berfereh di derbarê vê
roja pîroz de bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin.
Û ji layekî din ve
mebest jê ew e jî ku ev ravekirin
dê alîkariyeke bê sînor
di famkirina têkistan de ji me re bike.
Helbestvan di vê helbestê de her tiştî di çarçeweke sêgoşeyî de dihûne
Xwedê” surişt û ademîzad” ew gerdûnên her timî sor û sincirî, ew hewil
dide ku wan sînor û gotarên kilasîk, sincîrî û tabokirî bidirîne û ev
yek bi hostayî bi cî anîye. Ka werin em bi şêweyekî ji şêweyan xwe
bêtir nêzî gerdûna vî dahênerî û çawaniya pêşkêşkirina pirsê bikin.
Çarşemb Nimêj
A
ş
i Asoyên
q
Vekirî
Dahêner
Mirin Hicrik
Di
diyagiramê de hêla Aşiq weku hêla dahêner û ademîzadan min destnîşan
kiriya.
Hêla
beramber asoyên vekirî hêla dahênvaniyeke ( xwendineke dahatû )
paşerojane ye, her weha weku herêmeke azad û hêmin ji bo xwendevanan
jî merov dikare destnîşan bike.
Çarşemb û nimêj, seqa û girdiş in rojane û atmosfêr in berdewamyane
ne.
Mirin
û hicrik di vir de bi rengekî mendehoşyane
û mîna
du qulpên har hatine bikaranîn, çima mirin, çima hicrik, çima piştî ku
Xerîbo gihişta mirada xwe û jiyana sermedî bi destxist dîsan
Xwedê
sivikê
xwe bi mebesta xapandinê bi rengê babederwêşan hinarte pêşiya wîna ew
ji wê jiyanê bê par kir.
Her
weha goka sergirtî herêma sincirî û bivek e, ku dahêner hewildaye ku
xwe serjêrî wêna bike.
Ew (
dahêner ) vê pirsê êdî li gel gelekên din dike îcar gelo dibe ku ev
diyarde ( ev dastan ) careke dinê dubare bibe, eger dubare bibe wê bi
çi rengî be, wê ji bo kî be, wê li kur be, wê... wê... wê...? ev
jiyana sermedî an jî bi şêweyekî dîtir ev pirsên bê çare ( mirin,
jiyan, Xwedê, ademîzad, Hicrik ) ku dahêner li gel gelk pirsên din bê
westan dike, ew bi xwe mîna zîgnalekî ye ji bo ademîzadan, û
lêkolînkirineke li derdora pirsa Xwedê ku hemî tiştê li ser rûyê vê
gewrahiyê di reng, deng, temtêl, kesk û kesayetiya xwe de dernixûn
kirine.
Hicrik qûnax in, şûnwar in, cî ne, rabirdiwe, deverên bûyerê ne, yên
ku, xerîbo û kesên din li şûn xwe rût û vala hêlane, ku ez û hun jî em
dê li şûn xwe tenha, dûr, fereh, dirêj, aloz, û bê çare bihêlin.
Icar pirsa Xwedê, evîn, surişt, ademîzad, sipehîbûn, Pîrek, welat,
biyanistanê, û her wisa gerdûnê bi tevayî dahêner ne tenê di vê
berhemê de, belê di seranserê ezmûna xwe a helbestyane de di çarçewa
gotareka kurdane de bikaranîye, ku êdî temtêl û dûrahiyin efsaneyane
standine, û ev evîn û wefadariya helbestvan a hêja û bijwên, mîna
rûbar û kehniyan di ziman de di teqin, çimkî çandina bedewî û
wefadariyê di hişê xwêner de êk ji nirxên bedewyane ne di gerdûna
nûjeniyê de; û êk ji ancamên wêna ew e lidarxistina şûreşeka
pirotestoyane li dijî Ol û Civakê ye, ol û civaka seqet û ne
stewiyayî, ku kirasên pîroz li ber bejin û bala her tiştî dikin.
Ji
ber vê hindê H:Broka mîna dahênrekî serçêl û wêrek û bê hember, xwe
serbijêrî gerdûna dahênvaniyê dike.
Keskê
dawî di cenazeya Xwedê de berhemeke bi gumana min weku gaveke nuh, her
weha bi hemî şêwe û temtêlan weku ezmûneke nuh di helbesta Kurdî a
nûjen de, hêjayî vê rawestanê ye, çimkî eger em bi xwendineke rexneyî
nerîneke rexenyî li cîhana helbesta Kurdî meyzekin, em dê bibînin ku
kêm caran berhemên wisa hatina afirandin, eger em hindek navan ew jî
ku li ser tilîkên destan têna jimartin jê bidin alî.
Li gor
agahdarî, xwendin û serboreka xwe a kurt û nazik, ez jî li gel wê
nerînê me a ku dibêje gerek wêje û huner bi hemî cureyên xwe ve ne
kevin bin nîr û bandora ,Siyaset“ Idyolog“ Nijadperestin“
Netewperistin“ û parçebûnên civakî“ çînî“ û ayînî, çimkî wê çaxê ew
berhem hîm û nirxên dahênvanî“ nûjenî“ azadî“ bedewî“ û berdewamyiyê
ji dest dixîne; dê berhemek temensînorkirî be, ewî dahênerî ji bo wê
demê an jî ji bo vî / wî hakimî, siyasetê, ramanê, yarê, bûyerê
nivîsandiye, û bi roxandin û dawîhatina wan tiştan re her tişt li ber
bayê diçe.
Û
dirkêniya dahêner bi bezîn û têkçûnê di pirosêseka wisa de êdî wê çaxê
dê ne babeteke gelek giring û pêwist be, çimkî dîrok ji kesî re nebûye
dê û bav û hebûn û tunebûna kes û bûyeran di hişê dîrokê de şert û
mercên xwe hene, bi awayekî din têne nirxandin, û tanî ku merov karibe
hebûna xwe di hişê dîrokê de biçesipîne divê berî her tiştî serbixwe û
azad be, divê baweriyeke xur û mikum bi wî karî hebe, rêz ji bo hişê
civatê hebe, divê di hundirê civat û dîrokê de bijî, ne tenê li ser
sindirûka xwe ya bilind rûne û bi xwînsarî li kul û derdên civat û
suriştê temaşe bike; an jî tenê li ser serborek, têkçûn, bezîn û
pehlewaniyên xwe binivîsîne.
Jêder û
çavkahnî
3. H. Broka, Êzdiyatî û pîroziya ciyografiya
çarşembê malpera Laleş.com.
Dumahîk heye…
|