|

Salvegera bîranîna roja çapmeniya kurdî, di
siya guhertin û dihevdeketinên cîhanî û herêmî, homaniya kelîja
çaran navnîşana pêşhatî jê re ye .
Ew kelîja ku pêlên ezmanê azad meydana wê ye.
Heke ji layê nûçan ve, an jî ji layê şirove û nerînên cuda ve . ji
xwe ev serbestiya medya, ezmanê kurdan tijî kiriye, lê mixabin tu
paşmayî û bandor di helkewta kurdî li Sûriyê ya çapmeniyê nehiştiye.
Çimkî hêzên kurdî heta roja îroj hîn dîla çend rûpelên zerin, nûçe û
babetên wan bûhirî û xavin, bê şirovekirineke bîrwerî ne.
Mirov dikare bêje ku ew rûpel sînorkirîne bi
hêzên pûçkirinê ya ku hewsingin bi hêzên pûçkirinê yên be'esiyan. Ji
xwe ne berfirehiya intirnêtê ba, wê meydana çapmeniya kurdî li
Sûriyê, tenê bi wan rûpelên bê tam beheta xemilandin.
Bîranîna salvegerê navnîşana nîrxandinêye, ne
rûbareke pesindariyê ye, nemaze pesindariya kevintirîn rojname û
demsaliya wê. Lewma divêt em ji dema bûhirî derkevin û têkevin
hemdemiyê, ji ber ku proje û pîlanên mejiyê Be'es ya şovînî bi
rengekî nûjin dixwaze bişaftina netewa me bike. Wisa jî em dibêjin
îroj roja bersivdana pirsên helkewtê ne, yên berjewendiya kurdên vî
parçî ji kurdistanê ew tine holê. Ew jî pirin, ji wan çawa emê
karibin li himber guhertinên tên, bi van rûpelên xav bisekinin?
Gelo sêyaseta çapmeniya me di pêşeroj de wê çawa be û wê çi amûr jê
re gerekbin? .
Em di şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê dibînin
ku salveger, keysek ji bo nîrxandinê ye, heta ku ev nîrxandin tuj
be jî, lê belê bingeheke taybet e, ji bo ku em karibin mejiyek
rojnamevan peyda bikin û pê re sêyasetek çapmenî sivîl û şareza
bînin holê, dernewek be ji helkewta kurdî û hewsing be bi ezmanê
azad û vekirî yê ku divêt di pêşeroj de em têde bijîn .
Qamişlo 22/4/2005
Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê
|