
* Langston Hughes
Wergêran bo Kurdî: Sebrî Silêvanî
Hêj di
buhara temenî de, Bêl û Marî evîndar û şeydayên hevdû bûn. Gelek
şevan pêkve bûn. Gelek cih bi kevn e jivanên xwe xemlandin lê,
paşî li sera tiştek biçûk û nehêja peywendiya wan têk çû û li
dawiyê ji hev zîz bûn.
Mariyê bi
serê xwe de dibe û şû bi piyawek pîr dike, weha dizanî ku hez ji
wê dike herwek tegehandî. Bêl jî bi xemgînî dergehê dilê xwe li
ber sercem afretan digire û mehra jinan, berwext, li xwe heram
dike.
Dawî çend
salên dirêj bi dirêjiya azarên veqetyanê, duhî li qada (
Washingtonê) , bi rêket, Marî pêrgî wî hat.
-
Bêl Wolker?
Bêl matmayî
rawestiya, yekem car nasnekir çunkî gelek pîr bibû, dêmê wê wek
zeviyek kêlayî xuya dikir.
-
Marî, tu hêj sax î?
Mariyê bêhemd
serê xwe nêzîk kir herwek bibêje min biramûse, belê Bêl Wolker
tinê çû destê wê û givaşt.
-
Hêj
sax im.
-
Tu
li kur dimînî?
-
Niha
li Newyorkê me.
-
Eha...
Dilê wî bi wê
şewistî, hewl da bo bigirnije lê yekser birûyên wî gehan hevdû û
eniya wî bû girêk.
-
Te
jin haniye?
-
Lebê,
dû xulamkên te jî hene.
Mariyê jî got
: eha…
Ew dir herra û
qerebalix bû ji ber pêyadeyan û tev jî biyanî bûn, herdû ji ser
û sîmayên wan zivêr dibûn, weha hest dikirin ku tev li wan
dinêrin.
Esra direng
bû, seqa sar û tezî bû.
Bêl Wolkerî
pirsyarek araste kir:
-
Lê,
ka hevserê te?
-
… Sê
zarokên me hene, ez li xezêneya zankoya Kolombiyayê de kar
dikim.
-
Wesa
diyar e ku tu .. ( Dixwazt bibêje ku têkşikandî yî) gelek şad û
bextewer î.
Lê Marî
mebesta wî têgeha.
Li bin darên
gorepana ( Washington) ê bêhûde berev yadîgarî û bîrhanînên
rabirdûyê vegeryan, wî çaxî li Ohayo bûn, herdû ciwan bûn, jiyan
û evîn diherikandin.
Mariyê
ciwaniya xwe ji dest daye belê Bêl hêj wek xwe maye, law û
tolaz.
-
Mala
me li ( Central Park West) e, tu dikarî seredana me bikî.
-
Bêguman. Tu jî li êvarek wek vê êvarê li gel hevserê xwe
seredana me bike.. çi gava ku hûn bixwazin dûdil nebin çunkî
cihê xweşhaliya Losîlê û min e.
Hêdî hêdî
belgên daran heldiwerîn lê ji nişkekê ve, wek mirovek nesax, ba
di cih de rawestiya.
Li wê êvarê
Mariyê hest bi sariya dilê xwe kir.
-
Helbet em jî dê pê xweşhal bibin.
-
Gerek e tu zarokên min bibînî.
Bêl Wolkerî bi
bişkurînek sava, ji gewriyê û pêde, weha hanî ser ziman.
Ji nişkekê ve
hemû gilopên şeqamê pêncê hilbûn, zinarek ronahiyê li navtenga
esmanê şîn aland.
-
Eha.. bibore otobîsa min hat.
Mariyê weha
got.
-
Oxir
be.
Û dîsan çû
destê wê.
Mariyê xwazt
bibêje : kengî..
Belê otobîsê
bi lez dihajût û kêm mabû ku wê bi cih bihêle. Gilopên şeqamî
hil dibûn û vedimirîn. Dawî ku bi bi ser ketî û çûyî jor diviya
biaxive lê ne dizanî dê çi bibêje lewra bêdeng ma.
Di otobîsê de
û li ser pêyan, bi dengek bilind kir hawar û got: Bi xatrya te.
Belê di wê
kêlîkê de dergehê otobîsê daxistî bû û Bêl Wolkerî hay jê nebû.
Otobîs bi rê
ket. Bêl li ser şeqamê pêncê bi rê ve çû û.. çû lê kes nas
nedikir.
Di navbera
esman û mirovan de Bêl Wolker hunda bibû. Ji bîr kir ku
navnîşanê xwe bide Mariyê ji bo seredanê yan navnîşanê wê
bipirse.
Belê Mariyê jî
ji bîr kir bibêje wî ku wê navê zarokê xwe yê dawiyê kiriye Bêl.
* Langston
Hughes
-
Helbestvan û çîroknivîs û şanonivîsek Emrîkî
ye.
-
Li sala 1902yê li Çaplîn Mîsorî hatiye ser
dunyayê.
-
Di 14 sliya xwe de dest bi helbest
nivîsandinê kir.
-
Yekem dîwana helbestan li 1926 nivîsandiye û
çapkiriye.
-
Ji berhemên wî:
1)
Pasevanên xewnê 1932.
2)
Şikispêr li Harlemê 1942.
3)
Sersamî 1947.
4)
Kenî
di giryanê de 1952.
5)
Xala
hevbeş ( komele kurteçîrok û ev çîrok jî tê de ye) 1963.
6)
Li
sala 1967ê koça dawiyê kir.