 |
Hevpeyivîn
bi Ebdilxaliq Sersam re
Hevpeyivîner:
Besam Mistefa
Dema min rahişte çenteyê xwe û min berê
xwe da mala dîroknas û helbestvan û
wênekêşê Kurd Ebdilxaliq Sersam,
tevlîheviyeke mezin ez dagîr kirim; ji
ber ku kesê ku ez dê biçûma nik û
hevpeyivîn pê re kiriba, ne kesatiyeke
normal e. Di zaroktiyê de wênekêşî
bikaranî û têkiliya wî bi xêz û rengan
re hebû, duvre berê xwe da helbestê angu
des bi kêşana wêneyan kir.
lê vê carê bi xêzan û jixwe niha di nav
pêlên dîrok û wêne û bûyerên wê de
melevaniyê dike, navê zarokên xwe jî ji
wan rûpelên dêrîn û zêrîn derxistine,
Avêsta, navê pirtûka pîroz a Zeradeşt,
Ariyan, ji Arî tê ku koka gelê Kurd e,
Zeradeşt navê pêxemberê Kurdan, Avan,
navê dayana Zerdaşt an ya ku Zeradeşt di
zarokiyê de xwedî kiriye û Zagros ku
navê welatê kurda yê kevin e û zincîra
çiyayê ku ji Eraratê dest pê dike ta
bighêje Kendavê. Çiqasî ku em hewil
bidin rêyên Sersam nêzîkî hev bikin, em
têk diçin ji ber ku ew bi xwe jî
tevlihev û piralî ye, di navbera rastî û
xewnan de jiyaneke şad û xemgîn mîna
dara ku li hewşa xwe xwedî kiriye,
dibûrîne. Di şeveke bi baran de, çûme
nik Sersamê ku bi xewn û bermayên
defterên zarokan ve xemilandî ye. Ji
nûsîngeha wî ya tije pirtûk, bihna
dîrokê bi ser pelê dara li hewşê diket û
rê li pêşiya despêkirina hevpeyivîna me
vedikir:
- Te bi wênekêşiyê
di zaroktiyê de dest pê kir û paşê te
berê xwe da helebstê û niha tu bi pelên
dîrokê re demên xwe diqedînî û mîna
dîroknasekî tête naskirin, tu çi dibêjî?
- Berî ez bikeveme dibistanê, min bîr
bir ku ez bi hindek tiştan ji zarokên
din yên hevçaxên xwe cida me. Wekû mînak,
min dixwest ez fêrkarekî mîna James Watt
û Adîson bûma. Dema ku ez di qonaxa
seretayî û navendî de bûm, min beşdarî
di gelek pêşangehên salane de kir û weke
wênekêşekî hatime naskirin. Piştî wê
angu di qonaxa paş navendî de min dest
bi nivîsandina helbestê kir, dîsa min
wêne dikêşan, lê vê carê bi gotinan. Di
despêkê de, min bi zaravê behdînî nivîsî
ji ber ku ez li devera Barzan mezin bûme
û piştî wê bi Soranî. Dîwana min a yekem
bi navê : "Besteyî Guman-Stranên Gumanê"
di sala 1969ê de hate çap kirin. Min
pirtûka navhatî diyarî giyanê Zeradeşt
yekemîn mirovê ku em fêrî hezkirina
rastiyê kirin, kir û min helbesteke bi
navê "Geştek berev asîmanê Zerdadeşt ve"
nivîsî û tê de ez diçim li nik Zeradeşt
û ew jî Avestaya xwe dide min û min dike
yawerê xwe li ser riwê zemînê, lê
jinişkave bavê min, min şiyar dike û ez
bi vê pir aciz dibim! Di sala 1975ê de,
min dest bi lêkolînên dîrokî kir û bêtir
derbarê Zeradeşt û ola Zeradeştî. Ev
qonax bû veguhernadina ji helbestê berbi
dîrokê ve, ji ber vê yekê min berê xwe
da mêjû û rexnê, nexasime rexnekirina
ramana olî û min ji Sarter re xwend û ez
bûme hebûnger (wucûdî- hebûnperest) û di
salên 70ê de, min tevî çend hevalên xwe
hewl da ku rêxistineke Zeradeştiya
nehênî damezirênin bi mebesta
belavkirina ola Zeradeştî. Vêketina
şoreşa Îlona mezin di wê demê de û
dîtinên min ên takekesane û sincî û
gerdenişên devera Barzan û felsefeya wê
ya taybet hiştin ku ez bêtir bi tiştan
biramim û di nav pelên dîrokê de kûr
herim. Him weke pêşmerge û him dîroknas
min xebata xwe şopand û li bersivên
gelek pirsan geriyam û vê yekê hişt ku
ez derbasî cîhaneke din bibim, angu
cîhana vekolandina olê û daxuyakirina
rastiyê û min Zeradeştî û Bûzî û olên
Hindistanê û Mesîhiyet û Marksîzim û
Soqrates û Aflaton bi tevavî xwendin,
armanca min ji vê jî ew bû ku ez rola
mirovê kurd di jiyana deverê de bidime
pêşxistin. Di vê gera xwe de, ez bûme
hezkerê Zeradeşt ola miletê me ya
kevnare berî ku biyanî werin û bi şûr û
rijandina xwînê wê biguherin.
- Hûn weke
dîroknasekî Kurd ku yek ji babetên we
yên sereke Ola Zerdadeştî ye û vê dawiyê
we pirtûkek di vî biyavî de derxist, çi
derbarê rastiya vê meselê de dibêjin? Bi
taybetî ji ber ku pir nêrîn û ramanên
cida di vî warî de hene?
- Zeradeşt anjî Zeraduştra anjî
Zerastêra tê wateya Stêra Zer.
Astêr(star)bi Kurdî û Latînî û Farisî tê
bi wateya (stêrk) naxwe wateya navê
Zeradeşt: Stêra Zer e, angu Roj ji ber
Zeradeşt roj perest bû berî ku ola xwe
ya nû daxe holê. Di felsfeya ola
Zeradeşt de du xweda anjî hêzên dijber
hene, yek Ahoramezda angu ronahiya pîroz
ronahiya ku ronahî afirandiye û li aliyê
din Ehrîmen angu hêza tarî û şerî. Ola
Zeradeşt dide xuyakirin ku şer û pevçûn
di navbera van herdû hêzan de pêk tê û
di dawî de ronahî zora tariyê dibe û bi
ser dikeve. Berê digotin ku wateya
Zeradeşt (xwediyê deveha zer e) lê min
dît ku ev ne rast e, ji ber ku Aramiyan
tîpa S weke Ş bikartanîn (ji Islam re
digotin işlam) û Eştar angu Stêrk koka
wê Astar e û her weha derbarê mijara me,
ji ber ku navî Zerduştra koka wê
Zerdustêra ye .. Ji bilî helbestên min
yên li ser Zeradeşt min pirtûka xwe ya
bi navê "Avêstaya Newrozê" da weşandinê
ku bi piranî li dora pirsên Zradeştiyê û
Gotî û dîroka Iraqê dema ku ew bi tevahî
Kurdî bû û yek ereb tê de nîn bû heta ku
Islam di serdema Omer kurê Xetab de hat
û ew dever vekir. Pirtûka min a dawîn
îsal derket bi navê "Mîtolojiya
Zeradeştiyê û bermayên wê li Kurdistanê"
bi zimanê Kurdî.
- Mamoste Sersam,
hûn dîrokê çawa analîze dikin? Felsefya
dîrokê li nik we çawa ye? Hûn bi çi
şêwazê danûsitandinê pê re dikin?
- Dema ku ez bixwazim kurdan vejînim
pêwîst e ez dîroka wan şanî wan bidim ji
destpêkê û heta niha . ji ber ku dema
mirov dîroka xwe nas bike (û dîrok xwe
dûbare dike) ew hew dikeve eynî şaşiyê
de. Dîrok di dîtina min de
berdewamkirina jiyana her şaristaniyekê
ye, çi herêmî anjî cîhanî be. Ji bo
nivîsandina dîrokê dive mirov bi
arkeolojiyê bizanibe angu kelat û
perestgeh û koşk ên ku bê ziman rastiyê
tevî diseridînin. Dîsa, dîrok li nik min
nasname ye: her millet nasname û
kesayetiyeke xwe ya taybet heye û
milletê bê nasname bê ayinde û paşeroj e
jî, ji ber vê çendê ez dîrokê mîna olekê,
felsefeyek û hebûnekê dibînim. Eşkere ye
ku sebaretî kurdan dîrok herî giring e
ji ber ku em di nav dîroka gel û
milletên din de winda bûne.
- Tê dîtin ku tu
haydariyeke mezin bi kesayetiya
Selahedînê Eyûbî dikî û du pirtûkên te
jî li ser wî hene, çima Selahedîn?
- Selahedîn mirovekî wisa ye ku hew
dubare dibe. Wî dewleta herî mezin piştî
dewleta Mîdî ava kir ku, piraniya
Kurdistanê di nav de bû û bi "dewleta
rojhilat anjî hêla rojhilat" dihate
naskirin, hêla din a dewletê bi "hêla
rojava" dihate nasandin û Kurd azad û
serbest bûn û tevahiya Rojhilata Navîn
hukim dikirin, ji ber artêş û dil û mêjî
û serkirdayetî Kurd bû, dema ku Şam û
Misir hêj nehatibûn erebkirin hinde ku
Berber û Emazîx û Jihû û Çerkes û Ermen
û File piranî bûn, ji ber ku rola ereban
ji dema têkçûna dewleta Ebassî ve tewaw
bûbû. Dema ku dewleta Selcûqiya Tirk hat
û dever bindest kir heta çaxê kudetaya
Selahedîn li dijî Silcûqiyan û
damezrandina dewleta Eyûbiya Kurdî, eva
ku di gelek jêderan de hatiye ku dewleta
Eyûbî bi aleke zer bû ya Zirzariyan angu
Zerza (zarokên zer) di zimanê Kurdî de û
hêjî ew hene bi navê "Hezbanî" angu êlên
bilind ên Heze, Hezeban û hê jî bi van
êlên Kurdî weke: Zirarî, Sorçî, Xeylanî,
Barzan, Baliyan, Balekan tevî Hemîdiya û
Zêbariyan, ew ji bermayên êla Hezebanî
ne ya ku weke ku piraniya dîroknasan
dibêjin ku Selahedîn ji wê bû, angu ji
qedirbilindtirîn êlên Kurdan e. Di
encama gera min a arkeoljî û bermayan
de, min "Diwîn" dît angu cihê bavûkalên
Selahedîn. "Diwîn" di zimanê Kurdî de ji
du bêjeyên hevbend e, "Dew" angu dev û
dawiya sînorên Azerbaycanê, nexşeyên
kevin hemî jî ev rastî destnîşan didan.
Li "Diwîn"ê, di goristana wê ya kevin de
gora Merwan bavpîrê mezin ê Selahedîn li
gundê Ecdanqan weke ku Ibn Xelekan tîne
zimên, lê ew dibêje ku ew li Azerbaycanê
ye û ev ne rast e. Di hemî hewildanên
xwe de, armanca min vejandina Selahedîn
e angu rastiya wî ye. Selahedîn
semobleke Islamê û neteweya Kurd e û ala
wî ya zer delîlê herî berz û xurt e, ji
ber ku wî rengê reş û keskê ku sembola
Ebasî û Fatimiyan e nepijirandin lê
aleke zer a kurdî bilind kir û
lidijderketina wî dijberî Silcûqiyên
Tirk hişt ku ev dijminahiya ku heta niha
didome, der bikeve holê.

- Li gel kelata "Diwîn"ê ya Selahedînê
Eyûbî hindek karpêkên wê yên dîrokê yên
din jî hene, hûn dikarin ji me re behsa
wan bi kurtî bikin?
- Belê, ji bilî " Diwîn"ê, min gora
bavpîrê mezin ê Ibn Xelekan ê ku ji
heman êla Selehedîn e, angu "Pîrxel" dît,
li gundê Xelanbiyaw li kêleka çiyê. Her
weha, min doxmeya zeradeştî(Şax) jî dît
angu cihê hişk ê ku miriyên xwe li ser
dihiştin di bin ronahiya rojê de daku
zuha bibin anjî balinde wan bixwin, ji
ber ku ji adetên wan bûn ku miriyan
neveşêrin, ji ber baweriya wan ku laşê
mirovî dê avî, agir û ba û erdê pîs
bikin, ev herçar unsurên pîroz li nik
Zeradeştiyan. Li gel Doxmeyê min Zirîmok
jî dît angu tiştê ku Zeradeştiyan
miriyên xwe pê dişuşutin û tê de
dihiştin daku negihe erdê û wê pîs neke.
Her weha, min kelatên Zeradeştî jî
destnîşan kirin weke kelata Korê û dêrên
kevin mîna Dêr Mar Yûnan û Dêr Hidiyab û
Şikefta Reben cîgehê qelenderê Nisêbînî
û gelek dîtinên din ku bi tevahî dighine
28 karpêkên dîrokî.
- Tu ji Hewlêra
paytext î, gelo tu dikare derbarê dîroka
Hewlêrê û nav ê kelata wê de bi giştî
biaxivî?
- Erbil, Erbîl, Erabêla bi farisî bi
piranî di çavkaniyên dîrokî de hatiye,
lêkolîneran xwestin ku bibêjin ku peyiva
Erebîl ji (Erbete beel ) angu Çar
xwedayan hatiye. Dema min lêkolîn di vî
warî de çêkirin ez gihame qenahetekî ku
çar xwedayên Aşûriyan tune ûn, tenê
Eştar xwedaya Aşûriyan a tik û tenha bû.
Li Erbîlê pûtê çar xwedayan jî jixwe nîn
e . Ji ber ku ez nigiham ti encamê min
berê xwe da şîrovekirina peyivikê di
zimanê Kurdî de û min dît ku Er di
kurdiya kevin de tê wateya Cih, devere û
bi sedan gotin hene ku bi vê pêvekê dest
pêdikin weke: Erbel, Erguş, Ertûş,
Ermawan, Ersîdekan.. htd, Bil jî tê
wateya zeviya çancinê, heta niha jî
dibêjin Bilê Jêrîn û Bilê Jorîn ku herdû
jî li devera Barzan in, qada herduyan jî
nerm e û ji bo çandiniyê baş e, vêce li
gor vê yekê wateya Erbîlê, erda
çandiniyê ye neku nav ji Aşûrî hatiye.
Kelata Erbîlê ya ku dişibe kelata Helebê
û kelatên Eyûbiyan li Şamê, di serdema
Eyûbiyan de hatiye avakirin, lê dîrok
dide zanîn ku ew ji despêka mêjû ve
jiyan dîtiye ji beriya 4-5 hezar salan.
Her weha , mêjûvan diyar dikin ku Kurd
lê jiyan e , jixwe ev 50 hezar sal in ku
jiyan li Kurdistanê her berdewma bûye
weke ku Şikefta Şaneder ciyê ku mirovê
Niyandertal hate dîtin, dide eşkere
kirin.
- Hesenkêf li ber
neman û tunebûnê ye, ji ber avakirina
avgirekê li wê derê ji aliyê dewleta
Tirk ve. Te pir nivîs û lêkolîn li ser
Hesenkêfê nivîsandine û te ew dîtiye jî,
tu çi dibêjî?
- Hesenkêf navê wê yê bi rastî "Hesen
kihêf" e angu asêgeha şikeftan e.
Zêdetir ji 4 hezar şikeftên(kort) weke
malan li çiya de kolayî ku miletên
deverê lê dijîn û eniha malên nû hatine
avakirin li ser van malan, di çiya de
hinde ku li paş her malekî şikftek heye
û du veşargehên nehênî anjî tunnel ji
ser kelatê berev Diclê ve diçin, ji ber
ku av di demên cengan de bi dizî
dikişandin li gel tunelê, li aliyê din ê
kelatê heye û kevaleke mezin di kevir de
kolayî heye tê imartin ji bermayên
Eyuûbiyan û li sere dîmenên qiralên
Eyubiyan heye û ew gencîneyeke nisebtî
gelê kurd. Hesenkêf di giringiya xwe
piştî Diyarbekirê tê, herweha ew bû
paytexta Eyûbiyan bû. Hsenkihêf li
Kurdistana Bakur e, Kurd heta niha jî li
wir dijîn û yek car ji aliyê Silêmanê
Eyûbî de hatiye avakirin. Min du lêkolîn
nivîsandin li ser vê mijarê. Niha weke
ku tê zanîn dewleta Tirk dê avgirekê ava
bike, tiştê ku dê bihêle berma tev bin
av binin, ev bermayên ku tên jimartin.
-Di dawî de , tu çi dibêjî?
- Eger ku em miletê kurd bi bîranîneka
herdem ji xwendina dîrok û mîtolojyê re
li nik me tunebûna, angu vejandin û
berdewamiya dîrokê û dibê ku ev pêkwere
sebaretî kurdan heta di pirtûkên
perewerde û zankoyan de û alavên
ragihandiê de daku em bimînin , bizanibn
dîroka xwe ya ku ji aliyê biyaniyan ve
pir û pir hatiye xwarkirin.
|
|
|