|
Silav
Bi sedanhezar kurdên ku ji ber zordariya
dagîrkerên Kurdistanê, ji neçarî, ji welatê xwe
koçber bûne, îro li Almanyayê niştecî dibin. Bi
giştî li Ewropayê û bi taybetî li Almanyayê cara
pêşîn delîveyek bi dest kurdan dikeve; bayê
dermokrasiya ku hergav jê bêpar bûn, bikêşin. Di
jiyana koçberiyê de, kurdan herdem hewl daye ku
aştiyane bijîn û di gel komel û civatên nû
biguncin. Û li bin siya zagonên nûdem yên
welatên koçberiyê, kurdan derfet dît ku mafên
xwe yên xwezayî bi kar bînin; di serî de jî mafê
hem bi hev re hem bi derûdora xwe re avakirina
peywendiyên bi zimanê xwe ye; zimanê ku ji bo
wan û zarokên wan li welatên jê hatine qedexe bû.
Lewra, damezirandina Roj Tv. ji bo bi milyonan
kurdan alaveke serkeftî bû da înformasyonê bi
zimanê kurdî bigihîne wan, bi kurdî bi wan re
bipeyive, derd û kulên wan, trajediya wan
veguhêzîne û bi dehan bernameyên çandî,
rewşenbîrî, hunerî û mûzîkî biweşîne û pirên
peywendî û danûstandinê di navbera kurdan û
berhemên vê serdemê û pêşveçûnên wê de ava bike.
Roj Tv. dengê me kurdên penageh û mişextî û
sergumê jî bû, dengê ku bi sedansalan xeniqandî,
dengê xelkê ku li welatê xwe hetanî aniha jî
nikare bi zimanê xwe bipeyive. Me hinasên bayê
azadî û demokrasiyê bi riya Roj tv. nas kir.
Lewra biryara we ya qedexekirina Roj Tv. li
Almanyayê em pir êşandin. Çunkî berî ku ziyanê
bigihîne mafê nêrîn û derbirînê, ziyanê digihîne
mafekî bingehîn ji mafên mirovan; mafê mirov ku
bi zimanê xwe bijî û bi zimanê xwe peywendiyên
xwe bi cîhanê re ava bike, mafê mirov ku li bin
siya zagonên welatên Ewropayê çand û
rewşenbîriya xwe bi zimanê xwe geş bike.
Dema ku hûn Roj Tv. wek alaveke ragihandina
rêxistinekê ji rêxistinên kurdan dest nîşan
dikin û dinirxînin, hûn rastiya vê pencereya
ragihandinê, çandê û rolên piralî yên wê binpê
dikin. Di gel hemî nakokî û cihêwaziyên ramanî û
alîgiriya me ya siyasî û rêxistinî, Roj Tv ji
boyî me rewşenbîrên ku ji her çar beşên
Kurdistanê hatine Ewropayê, meydanek bû ji bo
hevdîtinê û warek bû ji bo ku em bikaribin bi
riya weşana wê hem li welatên penaberiyê û hem
jî bi welatê xwe re peywendiya ava bikin, hev
nas bikin û pirsgirêkên xwe yên rewşenbîrî
pêşkêş bikin. Em hewldanên Tirkiyeyê yên ji boyî
girtina vê pencereyê tê digihin, lê pir zor e ji
bo me ku em biryara we ya qedexekirina Roj Tv.
li Almanyayê tê bigihin.
Em hêvîdar in ku hûn careke din biryara xwe di
ber çav re derbas bikin: Biryara we ya ku em wê
wek binpêkirina mafê mirovan û binpêkirina mafê
me yê xwedîtiya pencereyeke azad, dibînin. Hûn
jî dizanin ku mafê me heye em bi zimanê xwe
behsa wêjeya xwe bikin, bi zimanê xwe behsa
pirsgirêkên xwe û yên cîhanê bikin, ku zarokên
me bi zimanê xwe bistirên û em ji jiyanê bi
zimanê xwe hez bikin.
Hêviya me ew e ku hûn rola ronakbîrane ya Roj Tv.
a ji boyî me rewşenbîran têbigihêjin; bi taybetî
dema hûn bizanibin ku hebûna wê serencama nirx û
prensîpên Ewropayê ye yên ku biratiya gelan û
aştiya di navbera neteweyan û olan de û mafên
bingehîn yên mirovan diparêzin.
Qedexekirina Roj Tv ziyanê digihîne wan nirx û
prensîpan, nirxên welatên we yên ku ji kurdan re
hêviyeke mezin bûn û wisa bawer dikirin ku
rojekê ji rojan dê Tirkiye û gelek welatên din
jî bidin ser heman şopê neku welatên wan nirxên
giranbuha bidin pey Tirkiyeyê; Tirkiya ku herdem
hewl daye dîrokê ber bi paş ve vegerîne.
Di gel rêz û silavên me
Signatories
| |
|
|
|
Germany |
Poet |
Nazir Palo |
|
Germany |
writer |
Halim Yusef |
|
Sweden |
Poet |
Handren |
|
England |
Poet |
Ahmad Hussayni |
|
Germany |
Artist |
Inayat Diko |
|
Germany |
Poet |
Hosheng Broka |
|
Netherland |
Writer |
Qado Sherin |
|
Germany |
Journalist |
Tarik Hammo |
|
France |
Writer and Juriste |
Khaled Issa |
|
Netherland |
|
Riyad Hame |
|
Germany |
Poet |
Arshev Oskan |
|
Turkey |
Poet |
Jana Seyda |
|
Turkey |
Musician |
Turhan Yapıştıran |
|
Netherland |
poet |
Hanif Youssef
|
|
Germany |
Journalist |
celal wallo |
|
Germany |
Poet |
Hussein Habasch |
|
Belgium |
Journalist |
Ajdar Shegho |
|
|
Journalist |
Buniad Jaziri |
|
Germany |
Jurnalist |
Nawaf Khalil |
|
Sweden |
Poet |
selwa guli |
|
Netherland |
writer |
Salih Cefer |
|
Germany |
Writer |
Serhan Isa |
|
Norway |
Writer |
Ahmad Mustafa |
|
Germany |
Artist |
Rashid Hesso |
|
Turkey |
Journalist |
Rizo Kharzi |
|
Abu Dhabi |
journalist
|
Hussien Jamo |
|
Germany |
Poet |
Hemen Kurdaxi |
|
|
Filmemacher |
Mano Khalil
|
|
Sweden |
Writer |
Kamiran Haco |
|
Austria |
Journalist |
Badal Ravo |
|
Austria |
Lawyer
and Writer |
Dr.Alan Kader |
|
Germany |
Writer |
Avdullah Kochar |
|
Germany |
Writer |
Rukiye
Özmen |
|
Germany |
Writer |
Dr.Bari
|
|
Sweden |
Poet |
Kamran Simo Hedilî |
|
Norway |
Writer |
Abdulbaki Hussaini
|
|
USA |
Poet, |
Gulnar Eli
|
|
Belgium |
writer and journalîst . |
Medeni FERHO |
|
Belgium |
writer and president di Enstitut
Kurd |
Derwêş M. FERHO |
|
Belgium |
Musician |
Zozan Reşîdyan |
|
Belgium |
Journalist
|
Kazim Rûbar
|
|
Belgium |
writer and journalîst |
Diyar Bohtî. |
|
Germany |
Arzt |
Dr. Ahmed Rassoul |
|
|
Doctor |
Dr.Chahine
Mohiddine |
|
Kurdistan/Iraq |
Journalist |
Hozan
Amin |
|
Kurdistan/Iraq |
Writer |
Masuod
Khalaf |
|
Kurdistan/Iraq |
Journalist |
Fethulla
Huseyni |
|
Kurdistan/Syria |
Poet |
Nergiz
Ismail |
|
Kurdistan/Turkey |
Poet |
Fatma
Savci |
|
Kurdistan/Turkey |
Poet, writer, translator and editor |
Kawa
Nemir |
|
Kurdistan/Syria |
writer
and human rights activist |
Moustafa
ismail |
|
Kurdistan/Syria |
writer |
Mahir
Egid |
|
Switzerland |
Poet |
Khalat Ahmad |
|
Danmark |
Writer |
Ibrahim
Ibrahim |
|
Sweden |
Musician |
Ster Kurdakhi |
|
Kurdistan/Turkey |
Poet |
Simar Masicanik |
|
Syria |
Novelist and writer |
Haitham Housein |
|
Germany |
Poet |
Khabat Shaker |
|
Kurdistan/Syria |
Writer |
Bewar Brahim |
|
Kurdistan/Syria |
M.Doctor and Writer |
Rozad Ali |
|
Australia |
Interpreter |
Shorsh Ako |
|
Germany |
Writer |
Nawaf Meero |
|
Kurdistan/Syria |
Poet and Journalist |
Emad Addin Musa |
|
Germany |
Poet |
Dilan Zebo |
|
Germany |
Poet |
AZar Osi |
|
Sweden |
Writer |
Derwish Mehma |
|
Canada |
Artist |
Khadija bakir |
|
Kurdistan/Syria |
Poet |
Dijwar Naso |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Navên xwe li ser vê emaila
jêrîn bişînin
rojtv.elmanya@hotmail.com
nergizismayıl |