|
RENGÊN
KU DARBESTA ZAROKTIYÊ BI GULBEROYAN DIBARîNIN!
dERBARÊ
tABLOYÊN REHÎMO
EHMEDÊ
HUSEYNÎ
Dema
ku kofî û çariyên wan dayikan hêja
û pêrgî nifirên qederê dibin û di
gavên sergerdan ên tozê de destên
zaroktiyê yên teze û terikî li ba
dibin, ha di wê kêlîka ji zenga kêran
û ji raperîna matmayînan de, rengên ku
şewatan û şkestinan û
goristanan û xatirxwestan û kulîlkên
bejî yên giyanan ji ber dikin bi ser hişê
me de dirijin.
Dayikên
ku Rehîmo wan bi bizav û mercên mirinê
radestî me dike û barana dengê wan pêşkêşî
zuhayiya gewrî û tênahiya dîdariya me
dike, di asoyên narincî yên tenhatiyê
de bi tena xwe û bi tena kûfî û çariyên
xwe ne, carekê ji şînîgiriyê
sernişîv dibin û bendemanê şîr
didin û gelek caran di nav xêzên sor,
mor û zerê şewatê de; weke pinpinîkan
jiyanê agahdarî hindek govend û sirûd
û darbest û kêlên kesk, dikin.
Di
sîmayên ji kevir ên zaroktiyê
de, gulgenimên bêrîkirinê careke din
dişewitin û sîberên jinan li pey
darbestan nehwirînê geştir û
watedartir dikin û gelek navan bi ser
kerkerên peyvê de dibarînin.
Asoyên
lajiwerdî yên peyivîna rengan di gava pêşîn
de bi ser me de diherifin, em jî xwe û bîranîn
xwe û barên xwe yên ji piştiyên
heshesûk û pîvongan, bi xewna xwe ya
derengmayî diparêzin, geh em birînê di
zerê şewitî de, geh di morê tenêmayî
de û geh jî pirtiqaliyê agirperest de
dibînin.
Lê
dîsa jî dîtin û vedîtina ronahiyê,
hewldanên zeftkirina kêlîkên dînbûnê,
dûrtir dibin.
Em
jî, ji xwe, li rengên xwe dipirsin û
berbi cihên asê yên bîra xwe ve
digindirin.
Em
bi tenê dikarin pêrgî xwe bibin û dîsa
jî em bi tenê nav di xwe didin daku
mirina xwe hêjayî bejna sirûdê û sirûd
jî di reşgirêdana xwe ya dawî de hêjayî
çariyên dayikên xwe bikin..
Wisa
bi hêminî, bi aramî, bi saw û metirsî,
berbi sosretên me ve tê, mistekê
ji zaroktiya deştê bi ser naveroka
tabloyê de dirijîne, berî ku xwe, ku
jinên ji tavê û koşeyên tarî yên
bajaran û bîranînên di tavsorkê de çilmisî
û kiras û xeftanê heyvê bikuje, rengan
dikuje daku çîroka rengên xwe, ji naçarî,
ji nû ve, bi pênûsa ji kevir a bêdengiyê,
ji me re binivîsîne û dîsa jî ne wek
carên berê lê vê care, bi zirzî,
mirina rex û baytexan radigihîne.
Ji
dergehekî rizyayî û pir kevnare derbasî
raz û nehêniyên sibehê dibe û jinên
xwe li derve, rût û xemgîn, li ber
şkestin û nermebaranê dihêle, baskên
ronahiyê bi ser me de vedigire û me di
lawaziya laşan de, di tenhatiya
awirvedanan de, di xuşîna kirasan
de, di sîmayên êşhilgir û di
gerdenên ji kuştar û mirinan de,
wek ku çawan jinên xwe bi tenê, rût û
xemgîn, li ber baranê hiştin, me jî
bi tenê li ber dergehên tirs û pirs û
sawîr û seddiliyan dihêle.
Lê
kî bawer dike ku mirov dikare bi rengan
şad û şîn bibe?
Ev
rengên rêving û koçber û sêwîmayî,
rengên ku çîrokên zaroktiya me bi
zimanê çûkan ji me re dibêjin, guh
nadin henas û axîn û nifirên dayikên
me, guh nadin gavên me yên giran û
mirinên me yên nêzîk û xewnên me yên
ji beybûn û gulhinaran.
Di
goşeyekê de girî, di goşeyekê
de radestî, di goşeya dawîn de çavên
bendemanê, sirûdên xatirxwestin û rêçên
bêveger û gundên kavilbûyî û sirûda
herî mezin jî şkestina dayika min
û dayika Rehîmo yee!
Rehîmo
bi barana rengê xwe wan goşeyan av
dide lê me, xwe, jin û bajarên xwe bê
av dihêle.
Di
rengan de evîna me nîvçe û sefera me
hetanî cem xwedê dijwar, zelal û eşkere
dibin..
Ne
dûr ne jî pir nêzîk!
Bi
tenê di rengan de!
RENGÊN
KU DARBESTA ZAROKTIYÊ BI GULBEROYAN DIBARîNIN!
Ehmed
Huseynî
|