|
RÊBAZA HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI
DERVE
NAV:
HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI
DERVE - HRKRD
DÎBACE:
Hevgirtina Rewşenbîrên
Kurdên Rojava li Derve dezgeheke
rewşenbîrî serbixwe ye. Ew hêza
rewşenbîrî ya kurdên rojavayê
Kurdistanê li derve hembêz dike.
HRKRD bo geşkirina gotara
rewşenbîriya kurdî û bihêzkirina
guftûgo û diyaloga rewşenbîrî û
ramanî ya kurdî-kurdî bi armanca
avakirina civakeke sivîl xebatê
dike. Ew bi biryar, li dijî
bikaranîna tundiyê û li dijî
jiholêrakirinê, di warê
çareserkirina pirsgirêkên
girêdayî bîr û boçûnan de, çi
siyasî û çi ramanî bin,
radiweste.
I-ARMANC
Û PRENSÎPÊN BINGEHÎN:
ARMANCÊN
HEVGIRTINÊ:
1- Kar ji bo parastina çand
û wêjeya kurdî.
2- Di warê
rojnamevanî û masmedyayê de bi
rolên çalak radibe.
3- Hemû
rengên hevgirtin û piştgirtinê
dide rewşenbîrên kurd ên
Rojavayê Kurdistanê.
4- Avakirina
têkiliyan bi dezgehên rewşenbîrî
û siyasî yên kurdî û biyanî re,
bi awayên giştî û demokratîk.
5- Di derbarê
hemû rûdanên li dijî neteweya
kurd xwedî helwest e.
6- Azadiya
peyvê û derbirînê pişt rast dike
û diparêze.
7- Li gor
derfetan derxistina kovarekê bi
navê dezgehê.
8-
Damezrandina dezgehên weşanê.
9- Bi
çalakiyên çandî, wêjeyî û hunerî
radibe.
II- BEŞÊ
RÊXISTINÎ:
Her kesê ku
bi hunerê, wêje û ragihandinê
mijûl dibe, dikare bibe endamê
Hevgirtinê.
MERCÊN ENDAMETIYÊ:
1. Gerek e endam
ji kurdên Rojavayê Kurdistanê
be. Rewşenbîrên kurd ên ji beşên
dîtir jî û rewşenbîrên sûrî yên
ji neteweyên din û rewşenbîrên
biyanî, wek endamên rêzgirtinê
tên pejirandin.
2. Gerek e endam
baweriya xwe bi armancên
Hevgirtinê bîne û rêbaza
Hevgirtinê bipejirîne û ji riya
prensîp û çemkên rêbazê der
nekeve.
3. Gerek e endam
di warên dahênan, afirandin,
huner û ragihandinê de berhmedar
û çalak be. Endametiya wê/wî
piştî erêkirina komîteya kargêr
tê pejirandin.
4. Endamê
Hevgirtinê dikare endamê
dezgeheke din ji dezgehên
rewşenbîrî yan siyasî be.
5. Endamê ku
DAXWAZA wî ya endametiyê neyê
pejirandin, nikare berî salek ji
wê mêjûyê derbas bibe, dîsa doza
endametiyê bike.
MERCÊN KU ENDAM JI ENDAMETIYÊ TÊ
AVÊTIN:
1. Eger endamek
tiştekî bêrêz li hemberî armanc
û rêbaza hundirîn bike.
2. Eger endam
endametiya xwe ji bo tiştine
dîtir bi kar bîne.
3. Eger pişka xwe
ya salane nede.
4. Kesên ku ji
endametiyê werin avêtin û kesên
ku daxwazên wan ên endametiyê
neyên pejirandin, dikarin li
dijî biryara Komîteya Kargêr
rawestin û giliyê xwe bigihînin
Kongreya
Giştî. Biryara dawî ya
kongreyê ye.
5- Endamên
komîteyan ku li dijî armancên
Hevgirtinê tevgerê dikin, bi
biryara 2/3 ji dengên her sê
komîteyan (kargêr, ragihandin,
darayî) ji kar tên rawestandin.
Komîteya darayî:
Komîteya darayî
ji 3 endaman pêk tê. Ev komîte
hewl dide ku çavkaniyên diravî
bo livbazî û çalakiyên
Hevgirtinê peyda bike. Komîte ji
hêla kongireya giştî ve tê
hilbijartin.
Komîteya
ragihandinê:
Komîteya ragihandinê ji 5
endaman pêk tê, yek ji wan
berpirsê komîteyê ye. Berpirs û
4 endamên komîteyê ji hêla
kongireya giştî ve tên
hilbijartin û li hember wê
berpirsiyar in. Komîteya
ragihandinê tevî nûnerê
ragihandinê yê komîteya kargêr
bi kar û barên ragihandina
Hevgirtinê radibin.
KOMÎTEYA KARGÊR:
KOMÎTEYA KARGÊR
JI 5 ENDAMÊN BINGEHÎN Û 2
ENDAMÊN CÎGIR PÊK TÊ. EW DI
KONGREYÊ DE TÊN HILBIJARTIN.
ERKÊN KOMÎTEYA
KARGÊR:
1. Pêkanîna
biryarên Kongreya Giştî.
2. Biryardayîna
di derbarê daxwaznameyên
endametiyê de.
3. Pêkanîna
çalakiyên ku armancên hevgirtinê
teqez dikin.
4. Lidarxistina
civînan, bi kêmanî her sê mehan
carekê û çavdêriya weşanên
Hevgirtinê.
5. Bi rêvebirina
kar û barên Hevgirtinê û
hewldana pêkanîna armanc û
mebest û biryarên kongireya
giştî.
6- Her sê mehan
raporekê li ser rewşa Hevgirtinê
belav dike.
SEROK:
1. Serokê
Hevgirtinê ji aliyê komîteya
kargêr ve tê hilbijartin.
2. Nûneriya
Hevgirtinê dike, bi navê
Hevgirtinê dipeyive, çavdêriya
kar û barên komîteya kargêr û
hemî çalakiyên Hevgirtinê, dike.
3. Rapora xwe ya
salane pêşkêşî kongireya gişrî
dike.
4. Dema ku bi
awayekî tekûz bi karê xwe
ranebe, bi piraniya dengan ji
aliyê komîteya kargêr ve ji
serokatiyê tê avêtin.
KONGREYA GIŞTÎ:
1. Kongireya
giştî her 2 salan carekê li dar
dikeve.
2. Eger 51% ji
endamên Hevgirtinê amade bibin,
kongire wek kongireyeke rewa tê
pejirandin.
3. Eger 51% ji
endaman amade nebin, kongire sê
mehan gîro dibe. Û careke din
vexwendina Kongireyê dûbare
dibe. Eger dîsa ew rêje pêk
nehat kongire bi jimara endamên
beşdar li dar dikeve.
4. Kongireya
giştî ji hemî endamên Hevgirtinê
yên ku pereyên endametiya xwe
dane, pêk tê.
5. Kongireya giştî
di hevgirtinê de
desthilata herî bilind e, ew
dikare biryaran di derbarê her
tiştî ji bo çalakirina xebatê û
pêkanîna armancan bide, erkên
kongireyê yên taybetmend jî ev
in:
a. Pêşniyazên
pêwist ji boyî pêkanîna
armancan.
b. Biryardayîna
derbarê rêbaza hundirîn.
c. Hilbijartina
komîteya Kargêr û komîteyên din.
ÇAVKANIYÊN
MEWDANÎ YÊN HEVGIRTINÊ:
1. Nirxên
xwesteka endametiyê, ew jî 25
Euro ne bo her endamekî.
2. Nirxên
endametiya salane, ew jî 50 Euro
ne.
3. Qezencên ji
weşanên Hevgirtinê.
4. Alîkarî û
piştgiriya ku ji aliyê kesayetî,
dezgeh, saziyên kurd û yên
navnetewî tên pêşkêşkirin, bi
mercê ku bi şêweyekî eşkere û
ronak werin dayîn.
HIN
XALÊN DIN:
1. Komîteya
kargêr biryarê dide, ka
Hevgirtinê bi awakî fermî li ku
bi cih dike û dinivîsîne.
2. Komîteya
kargêr biryara plan û bernameya
çalakiyên Hevgirtinê dide.
3. Dema ku
Hevgirtin nemîne, hemî mal û
mewdanên wê, bi biryara
kongireya giştî, ji bo saziyekê
ku bi heman armancan bawer dike,
tên veguheztin.
Bad Salzufeln,
08. u 10- 10-2005
|