|
Rêbaza
yekem - Kongire 1
RÊBAZA HUNDIRÎN A HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
NAV:
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
ENDAM:
Her kesê ku bi huner, wêje û ragihandinê mijûl dibe,
dikare bibe endamê Hevgirtinê.
ARMANCÊN
HEVGIRTINÊ:
1-
Di derbarê hemû rûdanên li dijî gelê kurd helwestên bêlayane distêne.
2- Di warê
rojnamevanî û masmedyayî de bi rolên çalak dirabe.
3-
Hemû rengên hevgirtin û piştgirtinê dide rewşenbîrên kurd ên Rojavayê
Kurdistanê.
4- Avakirina
têkiliyan bi dezgehên kurdî û beyanî re, bi awayên giştî û demokratî.
5- Kar ji bo
parastina çand û wêjeya kurdî.
6- Azadiya peyvê û
derbirînê pişt rast dike.
7-
Li gor derfeta
derxistina kovarekê bi navê dezgehê.
8- Damezrandina
dezgehên weşanê.
9-
Bi çalakiyên
çandî, wêjeyî û hunerî dirabe.
MERCÊN
ENDAMETIYÊ:
1. Gerek e endam ji kurdên Rojavayê Kurdistanê be.
Rewşenbîrên kurd ên ji beşên dîtir jî û rewşenbîrên sûrî yên ji
neteweyên din û rewşenbîrên biyanî, wek endamên rêzgirtinê tên
pejirandin.
2. Gerek e endam baweriya xwe bi armancên Hevgirtinê
bîne û rêbaza hundirîn a Hevgirtinê bipejirîne û ji riya prensîp û
çemkên rêbazê der nekeve.
3. Gerek e endam di warên dahênan, afirandin, huner û
ragihandinê de berhmedar û çalak be. Endametiya wî piştî erêkirina
komîteya taybet tê pejirandin.
4. Endamê Hevgirtinê dikare endamê dezgeheke din ji
dezgehên rewşenbîrî be.
5. Endamê ku daxwaza wî ya endametiyê neyê
pejirandin, nikare berî salek ji wê tarîxê ve derbas bibe dîsa doza
endametiyê bike.
MERCÊN KU
ENDAM JI ENDAMETIYÊ TÊ AVÊTIN:
1. Eger endamek tiştekî bêrêz li hemberî armanc û
Rêbaza Hundirîn bike.
2. Eger endam endametiya xwe ji bo tiştine dîtir bi
kar bîne.
3. Eger pişka xwe ya salane nede.
4. Kesên ku ji endametiyê werin avêtin û kesên ku
daxwazên wan ên endametiyê neyên pejirandin, dikarin li dijî biryara
Komîteya Kargêr rawestin û giliyê xwe bigihînin Kongreya Giştî.
Biryara dawî ya kongreyê ye.
5. Endam bi biryara komîteya Kargêr ji endameyiyê tê
avêtin.
KOMÎTEYÊN
HEVGIRTINÊ:
1. Kongreya Giştî.
2. Komîteya Kargêr.
3. Komîteyên Taybet.
4. Komîteya Piştgir.
5. Komîteya Çavdêr.
6. Komîteya Rawêj.
KONGREYA
GIŞTÎ:
1. Kongreya Giştî her sal carekê li dar dikeve.
2. Eger 51% ji endamên Hevgirtinê amade bibin, Kongre
wek kongreyeke rewa tê pejirandin.
3. Eger 51% ji endaman amade nebin, kongre sê mehan
gîro dibe. Û careke din vexwendina Kongreyê dûbare dibe. Eger dîsa ew
rêje pêk nehat kongre bi jimara endamên peşdar li dar dikeve.
4. Kongreya Giştî ji hemî endamên Hevgirtinê yên ku
pereyên endametiya xwe dane, pêk tê.
5. Kongreya Gişta di Hevgirtinê de desthilata herî
bilind e, ew dikare biryaran di derbarê her tiştî ji bo çalakirina
xebatê û pêkanîna armancan bide, erkên kongreyê yên taybetmend jî ev
in:
a. Pêşniyazên pêwist ji boyî pêkanîna armancan.
b. Biryardayîna derbarê rêbaza hundirîn.
c. Hilbijartina komîteya Kargêr.
KOMÎTEYA KARGÊR:
KOMÎTEYA KARGÊR JI HEFT ENDAMÊN BINGEHÎN Û
DU ENDAMÊN CÎGIR PÊK TÊ. EW DI KONGREYÊ DE TÊN HILBIJARTIN.
ERKÊN KOMÎTEYA KARGÊR:
1. Pêkanîna biryarên Kongreya Giştî.
2. Biryardayîn derbarê daxwaznameyên endametiyê.
3. Pêkanîna çalakiyên ku armancên Hevgirtinê teqez
dikin.
4. Li darxistina civînan, bi kêmanî her sê mehan
carekê û çavdêriya weşanên Hevgirtinê.
5. Bi rêvebirina kar û barên Hevgirtinê û hewldana
pêkanîna armanc û mebest û biryarên Kongreya Giştî.
SEROK:
1. Serokê Hevgirtinê ji aliyê Komîteya Kargêr ve tê
hilbijartin.
2. Nûneriya Hevgirtinê dike, bi navê Hevgirtinê
dipeyive, çavdêriya kar û barê komîteya Kargêr û hemî çalakiyên
hevgirtinê, dike.
3. Raporta xwe ya salane pêşkêşî Kongreya Gişrî dike.
4. Dema ku bi awayekî tekûz bi karê xwe ranebe, bi
piraniya dengan ji aliyê Komîteya kargêr ve ji serokatiyê tê avêtin.
ÇAVKANIYÊN
MEWDANÎ YÊN HEVGIRTINÊ:
1. Nirxên xwesteka endametiyê, ew jî 25 Euro ne bo her
endamekî.
2. Nirxên endametiya salane, ew jî 50 Euro ne.
3. Qezencên ji weşanên Hevgirtinê.
4. Alîkarî û pişgiriya ku ji aliyê kesayetî, dezgeh,
saziyên kurd û yên navnetewî tên pêşkêş kirin, bi mercê ku bi şêweyekî
eşkere û ronak werin dayîn.
HIN
XALÊN DIN:
1. Komîteya Kargêr biryarê dide, ka Hevgirtinê bi
awakî fermî li ku bi cih dike û dinivîsîne.
2. Komîteya Kargêr biryara plan û bernameya çalakiyên
Hevgirtinê dide.
3. Dema ku hevgirtin nemîne, hemî mal û mewdanê, bi
biryara Kongreya Giştî, ji bo saziyekê ku bi heman armancan bawer
dike, tên veguheztin.
Sandviken 08-10. 10. 2004
|