Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                            rojava@rojava.net

 

 » Hevgirtin
 » Nivîskar
 » Þêwekar
 » Navdarên Kurd
 » Kurdistana Rojava

 

 

Serokê Giştî

Qilçixa Qado Şêrîn

Cara yekemîn bû ko sê keçên kurd, Narîn, Şêrîn û Gulav li hevûdu
 dirûnin û gift û goya wêjeya kurdî dikin, di dema axaftinên keçên
 kurd li ser modêlên cil û mekyaj û zêran e, ew li ser wêjeya kurdî
 axifîn.
Narînê pirsî: Hûn rewşa helbesta kurdî çawa dibînin?
Gulavê: Helbesta kilasîk bi çûna Cegerxwîn re bin ax bû û ya nûjen
 jî li nivîskarê xwe digere..
Şêrînê pirsî: Hûn dikarin bibêjin serokên partiyan çawa û çilo dibin
 nivîskar û rê li ber berhemên nivîskaran digirin.?
Narînê bi ken û tinaz got: We kovara “Yek Dest” a partiya “Ma ka
 ew roja kurd li Sûriyê” diye û xwendiye..?
Şêrînê û Gulavê bi hevûdu re gotin  ku wan ne tenê nexwendine
 belê hîn nedîtine jî, da ji Narîn xwestin ku naveroka wê ji wan re
 bide xuyanî kirin.
Narînê got: Ez ê bibêjim lê hûn ê ken û tinazên xwe bihêlin dawî
 da em bi hevûdu re bikenin:
Li şûna pêşgotinê Serokê Giştî yê partiya ”Ma ka ew roja kurd li
 Sûriyê” kurtejiyana xwe nivîsandî ye “Ez di sala berfa giran de ji
 diya xwe bûm, temenê min bû 15 sal (11) hevalkên min hebûn, ez
 pir xweşik û lihevhatî bûm jiber vê yekê ez bi navê Kazanova
 dihatim bi nav kirin. Min komeleya Xoybûn damezirand û yekem
 çapxane min derbasî Kurdistanê kir, civata yekîtiya xortên kurd û
 yekîtiya jinên kurd jî min damezirandin û yekîtiya nivîskaran jî,
 belê yekem partî di nav kurdên Sûriyayê de min çêkir, ez di
 kongireya yekîtiya tevgera kurd li kurdistanê amade bûm û kesek
 wek min neaxifî, gelek caran ez bûme nûnerê partiya çep, sê caran
 ez çûme hevdîtina Berzaniyê nemir û 14 caran ez çûme
 Japonyayê, ji xwe Çîlî û Filestînê nayên jimartin, min di şewata
 sînemeya Amûdê de 29 zarok ji mirinê rêzgar kirin, wisa jî di
 Zindana Hisiçayê de ez pêhlewanek bûm, yekem kovar di
 kurdistanê de min weşandiye, ez karim bibêjim ku Xweda ez ji
 kurdan re mîna diyariyekê şandime””.

Di rûpela 11ê de Serokê Giştî namekê ji dostekî xwe re dişîne, bi
 helkeftina rojbûyîna wî û di rûpela 12ê de nameyekê ji dostekî
 xwe re dişîne, ev dost jina xwe piştî 23ê salan û 11e rojan û 7
 sa’etan berdide, da Serokê Giştî nameyekê jê re dişîne û tê de
 dinivîse “Delalo tu ne yê pêşî yî û helbet  tu ne yê dawî yî jî ku jina
 xwe berdidî, ev di ola me ya musilmanan de gelekî asa û normal e
 û tu dikarî sibê yeke dî bîne, min ji te re 4 dîne, xema zarokan jî
 mexwe, tu dikarî wan bişînî şoreşê yan Çîliyê yan jî Filestînê”.

Di rûpela 17ê de Serokê Giştî nameyekê ji RÊZAN  XISRO re dişîne,
 Rêzan Xisro jî endamê komîta navendî ye di prtiya welat parêzên
 kurdistan a hevbenda partiya “Ma ka ew roja kurd il Sûriyê” wî
 diranê xwe yê aqila rakiriye lê pir êş û xem û werm diye da Serokê
 Giştî namekê bi vê helkeftinê jê re dişîne û hêviya tendurustiyeke
 baştir jê re dixwaze.
Di rûpela 22ê de hatiye nivîsandin ku mirovekî Nikaragwayî ev sê
 roj in xwe dixurîne lê têhna wî naşike û derman û bijîşk jî bi xura
 wî nikarin da Serokê Giştî nameyek bi vî rengî jê re şandiye “Ez
 33ê salî bûm eynî xura te ez girtim, min tu çare jê re nedît ji bilî ku
 gerek min xwe di nav heriya axa sor û hinê de biçanda””.
Di rûpela 27ê de Serokê Giştî nameyekê bi vî rengî ji hevalê xwe
 Hiso endamê komîta navendî ya eynî partiyê re dişîne “Wek ku ez
 dizanim, gerek tu jî dev sehekî bikî taku nexweşiya sehê har ji te
 here, yan jî tu yê bibî seh û nema dikarî werî nav me û civînan
 amade bibî; ger tu wisa nekî”.
Nameya dî ya ku Serokê Giştî bi rê kiribû, ji jineke kurd re bû, 13e
 keçên wê hene, di dema ku gerek kurek jê re biba ber avêt,
  Serokê Giştî nameyekê jê re dişîne û dinivîse: “Xwedê mezin,
 comerd e û dilovan e, bila bahweriya te bi Xweda pir be, xêra wî
 bê dawî ye”.
Di nameya dawî de ku di rûpela 66ê de belav bûbû bi helkeftina
 şerê di navbera sehên du gundan de bû, Serokê Giştî nameyekê bi
 vî rengî ji herdû gundan re dişîne ”Ez vê yekê şermezar dikim û
 rast û durust nabînin, ev gelaciya Emerîkayê ye û divê nêzîk ne dûr
 aştî û biratî bikeve nav sehên we”.
Bû tiq-tiqa Şêrîn û Gulavê û bi hevûdu re gotin: Ev çi serok û merok
 in bavo… lê Narînê kenê wan rawestand û got: Û dibin her
 nameyekê de jî wisa hatiye nivîsandin:
Şîşa Tenûrê
Serokê Giştî Yê partiya Ma ka ew roja kurd li Sûriyê!
Careke dî bû tiq-tiqa wan û bi hevûdu re gotin: Em li ser modêlên
 cil û mekyaj û zêran biaxifin baştir e ku em li ser wêjeya serokên
 wisa ezok û nexweş biaxifin.

Qado Şêrîn, 25.04.2001-HOLLAND