H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Kurdi عربيEnglishSwedishHevgirtin

 
 

 

 
   


g
eriya sor bo sor

Paul Celan
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji elmanî: Ebdulrehman Efîf

 

Bîranînên Ferensayê

 Bi min re birame: ezmanê Parîsê, binefşa mezin...

Diline me kirîn ji kulîlkqîzikê:

Şîn bûn û di avê de  kulîlkîn.

Bariya baran li odeya me,

Û hat cîranê me, Monsieur Le Songe, mêrekî hejar.

Lîst me bi qelemaçan, ez xesirîm, em perçiqandin wî .

Derket derve, baranê da dû.

Mirî bûn em û me dikarîbû em bihilmin.

Kristall

 Ne li ser lêvên min biger li devê xwe,

Ne li pêş derî li yê xerîb,

Ne li çav li hêsirê.

Heft şevan jortir geriya sor bo sor,

Heft dilan kûrtir xist dest li derî,

Heft sorgulan piştre xuşşiya bîr.

Li ser bilind derya

 Parîs, keştiya biçûk, di camê de li pêş rawestiyê:

Bi te re wisa peyalê hildidim, bo te vedixwim.

Ez wa vedixwim dirêj, ta bo te dilê min bişevreşe,

Wa dirêj ta Parîsê li ser hêsira xwe avbijene,

Wa dirêj, ta rû bide serçavka dûr,

Li pêş me cîhanê dinixumîne, warê her Tu şaxek e,

Pêve dadiliqim pellek dibêdenge û dilerize.

ji teyrekî dereng re

 Tenê me, xwelîkulîlkê dixim

Qedehê tije reşekî gihiştî. Xuşkdev,

Tu diştexilî gotinekê, ya hîndijî li pêşber penceran,

Û bêdeng hildikişe, tiştê min xewnand, li ser min bi jor ve.

Radiwestim di kulîlka seeta çilmisî de

Û hiltînim dilekî ji teyrekî dereng re:

Radihêje giloka berfê li ser perîkê jiyansor;

Genimê qeşa di nikil de, di havînê re tê.

Çaydan

Ji Klaus Demus re

 Li ser masên demê ên dirêj

Diserxweşin çaydanên Xwedê.

Ew vedixwin çavên dîdaran vala û çavên koran,

Dilên sîberên rêxistvan,

Rûhinarka vala ya êvarî.

Ew serxweşên herî xurtkar in:

Ew vala û tijeyî dajon devê xwe

Û bi ser wan nakeve kef wek te an min

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE