Efrîn- rojava.net: Hin jêderên pêbawer li Efrînê
ragehandin ku endamê Perlemana Sûrî yê ereb Diyab El Maşî destûr
daye êla Bobina ku 9 kurdên bi kuştina 2 endamên vê êlê têne
tawanbar kirin, bikujin. El Maşî bi xwe jî ji Bobina ye û bi
nijadperestiya xwe li dijî kurdan naskiriye.
Jêderên herêmê dibêjin ev lîste bi zanebûna
desthilatdarên Sûryê hatiye amadekirin. Li gorî van jêderan eger êla
Bobina van kurdan bikuje, ewê ji hêla desthilatdarên Sûryê ve neyê
cizakirin.
Navê her 9 kurdên di lîsteyê
de ev in:
-
Yûsif Elî
Qero
-
Necîb Elî
Qero
-
Ferhad
Elî Kêfo
-
Heysem
Elî Kêfo
-
Mihemed Henîf Arif Seîd
-
Elî
Bekir Caf
-
Elaa
Ebdo Bekir
-
Seîd
Bekir Mihemed
-
Ebdilqadir Umer Qoso
Di 20.04.2005 de erebên êla
Bobina êrîşî hin malbatên kurd kiribûn û dicûn ji kesayetiyên kurd
re dabûn. Di encama vê yekê de wan û kurdan li hev dabûn, 2 ereb
hatin kuştin, 1 kurd brîndar bû û piştre mir û di pey re bobinya 3
malên kurdan şewitandin.
Desthilatdarên Sûryê êrîşkarên
ereb ciza nekir, berevajî wê dest bi girtina kurdan kir. Ji egera vê
yekê hejmarek ji kurdên herêmê (20-30 kesî) xwe di Çiyayên Kurmênc
de veşartin.
Piştî rûxandina rêcîma Seddam
Hisên nijadperestiya erebî li dijî kurdan pir bi hêz bûye û ta
radeyekê weke tevgereke erebî ya gelêrî li dij kurdan hatiye
afirandin. Ev yek ji hêla desthilatdariya Sûryê ve bi zanebûn tê
bikaranîn, da pirsa kurdî ji wateya wê ya netewî-siyasî dûr bixe.
|