| |
|
|
| |
|
|
| |
biroz be azadia we
biroz be qehramania we
we diroka vejand
we dile kec u lewan sad kir
we hevi dawem kir
we ala rengin bar ba kir
we jibo me tireje roje xelat kir
selah bave rodi
almanya 06/04/2005
|
|
| |
Bi xêr hat in,
Gelî têkoşerên hêja û xebatkarên di ber azadiyê de, silavên germ bo
we.
Bi qehremaniyek bêhempe, win beşdarî dîlana qamişlokiyan bûn. We
hişt ku, serhildana 12ê avdara 2004an, bibê girîngtirîn xal û bibê
rûpelekî nirxdar di pêvajoya xebat û têkoşîna gelê kurd de; li
rojavayî kurdistanê.
Di vê serhildana pîroz de, nifşekî ji hevalên we, ên nemir û
pakrewan; canê xwe kirin gorî miletê xwe. Win jî, we rojên dirêj di
girtîgehên rêjîma Bees de, bûrand in.
Bêguman, win bûn leheng û pêşmergeyên vê bûyera mezin. Ya ku pê,
hîmên rêjîmê hejiyan û hişt ber bi mafê gelê we werê. Hişt hebûna
gelê kurd di sûriyê de; werê çesipandin.
Niha, we azadiya xwe bi serbilindî bi dest xwe xisti ye û we zindan
ji xudanê wê re hişti ye. Sed pîroz be bi vê vegera we. Gelekî bi
xêr win vedigerin cih û warên xwe, li nav dost û hevalên xwe bi
dilşadî û hezkirin himbêz dibin.
Her bijîn; li ser riya azadiyê û xebatê.
2005-04-05
Birayê we ji Elmaniya:
Nivîskar: Welîd Murad
|
|
| |
Girtiyên 12ê
Avdarê yên serbilind û xoştivî, win bûn pirwk û rêçek ji gelê xwe
re; we gorûgirista gelê xwe bi 50î salî li pêş xist ; we girêka
tirsê ji hindir dilê bizdonekan qetand; win bûn darçikê ku babeta
kurd, di hundirê sûriyê de li pêşxist û çelqand; her û her serê
miletê we bi we bilind e; navê we li serê rûpelê qehremanan di
dîrokê de hate nivîsandin, navên we yên li ser zimanê her ciwanekî
ji pê we rabe [Ger tu neşewitî yan ez neşewitim ma em ê ji ku rêya
gelê xwe şewl bidin] divê her kesek wek we 2 teştan ji hundirê xwe
bavêje [tirsê û ezîtiyê û divê merov jî zanibe ku kîjan rojê be yê
bimre ,car bila mirina mêran bi mêranî be, win her û her hebin û
rêya gelê xwe ronî bidin
Şêrgelê kurd
|
|
| |
Erê
Ey Girtiyên Serhildana 12ê Avdarê hûn
bi xêr hatin
Erê ey Pakrewanên Serhildanê bi anahiya Xwedê dê ciyê we buheşt
be
Erê ey Birîndarê Serhildanê ji devên birînên we kevokên azadiyê
berbi
Asîmanê Kurdistanê ve firiyan.
Di devên birînên we de em dê qeftên beybûn û binefşan
biçînin.
Bi qêrînên we di kolanan de, bi nalenala we
ya mîna şêrên
birîndar di
girtîgeh û zindanên Xwînmij û Diktatoran de, bi dilopên Xwîna we
ya pîroz,
çirawîskên azadî û serxwebûna Kurdistanê pêketin.
Pîroz be ev serbestberdan
Bijî serhildana 12ê Avdarê
Bijî kurd û kurdistan
Bijî yekîtiya gelê kurd.
-
Komela Kaniya.Sipî a Rewþenbîrî û Civakî. Elmanya 02.04.05
- Serhan
Îsa (Helbestvan)
|
|
| |
Piroz be hebûna we li gelê me.
Dema lehengên wek we hene ,
Dema dayiken kurd hina karin sher u pilingen wek we bi ru erde xinin
,
we umidiya azadiye her gesh bive,
u roja ruzgariye bi keda we zu derkeve.
Piroz be hebuna we ji daiyik u baven were.
Seri tewandin bo SHEHIDEN RAPERINA 12 AVDARE u hemu shehiden
Kurdistane.
Silaven germ ji
biraye we
Dr.Mamdouh Youssif
memdooh@amude.com
|
|
| |
Pîroz Be Li Gelê Kurd Li tevayê Kurdistanê li bi taîybet li Kurdên
Rojavayê
Kurdistanê, Ko,Qehreman Û Lehengên Azadî Hatine azad kirên. Em we bi
dil
germî hembêz dikin Û serê xwe bi we bilind dikin. We bi Xwîn û Êsh,
Rê li
pêshîya gel vekir lê ked û berxwedana we qet ji bîr nabe we hertim
were bi
bîranîn. Çar dîn bi dil germî pêshwazîya we dikin û ev roj Pîroz be
li gelê
kurdistan e.
Li gel silavan
Seîd Mistefa(Sîyastmedar-Sydney)
|
|
| |
Gelo tenê pîrozkirina azadiya van
qehremanan têra dana wan dike?
aya bi peyvan mirov dikarê, mezinahiya dilê wan qehremanan bo welat
û miletê
wan, mafê wan bide?! Aya çi derbirîn, dikare êsh û azariyên wan ji
bîra wan
bibe?
Tenê welat û milet bi wan gesh dibe
Rûsîptayî her bo wan qehremanên hêja ye û zindîbûn ber hertishtî ya
shehîdên
serhildana 12ê Avdarê ye û rûreshî ya dijmin û nehezên miletê kurd
e, ku bi
xwe dijminê gelê kurd, dijminê jiyanê ne.
Helbestvanê Kurd: Tengezarê Marînî
|
|
| |
pîroz be qehremanên azadiyê
pîroz be qehremanên serhildnê
Em gelekî kêfxweş
in bi derketina we ji zindanê
û bi vegera we nav malbat û miletê xwe.
hêvîdarim hûn ti carî doza xwe ji bîr nekin û hûn
bibin kelemek di çavê dijminê xwe de. Careke din
pîroz be û hezar rehmet li
şehîdên serhildanê
û şehîdên kurd û kurdisatnê
bin, bijî û herbijîn.
Celal Misto. Swêd,
uppsala
|
|
| |
|
|
| |
Hûn tev bi xêr
hatin nav dilên me, girtiyên ku ji bo standina tîrêja royê,
di tariya sheva me ya dirêj da hatine destegîrkirin... Birînên li
rûyêd we
lêdanên shûrê neyar in di cenga azadiyê da...
Li gel silavan
Cankurd
www.kdps.org
|
|
| |
|
|
| |
Pîroz be...pîroz be ey qehremanên 12 avdarê..
Pîrozbahiyin germ pêşkêşî we hemiyan
dikim, pêşkêşî malbatên we, dayikên we û gelê we dikin. We yek bi
yek maç û hemêz dikim. We bi qehremaniya xwe dasîtana 12 avdarê di
dîroka gelê mede bi cih kir, we azadiya me nêzîk kir. Em bi we
serbilind û serfirazin, her wisa hemû gelê kurd bi we serbilind û
serfiraz e..bila ew rêjîma diktator bizanibe ko ta ên wek we hebin
ew ê têr xew û azad nebin, belê nêzîk hun ê azad bibin û ew ê
bimînin li ber deriyê zindanan.
Ey girtiyên azadiyê:
serbest berdana we pîroz be. Hin we, hin şehîdên nemir û hin jî
birîndarên serîhildana 12 avdarê azadiya me, serxwebûna me kurdan
nêzîk kir…
Roj bi roj azadiya me
bi qehremaniya we nêzîk dibe..
Bijî 12 avdarê
Qado
Şêrîn-Nivîskar(Holenda)
|
|
| |
Gelî Qehremanan!
Îro
hûn bI tîrêjên ala Kurdistanê dixemilin û kevokên azadiyê ji çavên we
difirin.
Em we
himbêz dikin û hemû sînoran bi cegerdariya we derbas dikin.
Bila
îro konên pîrozbahî û pêşwaziya we bibin konên Mîrên Cizîra Botan, îro hûn
mîrên vê dozê, vê axê û vê evînê ne.
em we
himbêz dikin û spasiya we dikin ku we rêçên xebatê ji boyî nifşan vekirin.
Kemanjenê Kurd
Stêr
Kurdaxî
|
|
| |
KEVOKÊN AZADIYÊ
Serhildana we û serfrazya we pîroz be, we dilê xwe yê mezin bi sipîbûna
periyan
AZADA ŞÊRÎN himbêz kir, bijî Şehîd û niştiman û kurdistan,
bijî
QamiŞlo
bijî
kurd û Kurdistan
Karikaturistê kurd
Mihemed Seyda
|
|
| |
PÎROZ BE QAMISHLOKÊ
Kêlîkine dijwar bûn. Bi sedan dayik û bav xwe ji boyî pêşwaziya
girtiyên xwe amade dikin; girtiyên ku vedigerin malên xwe, nav xizm û
karên xwe. Qehremanên ku bi cegerdarî û bi hemî hêza xwe serîhildana
Qamishloyê li dar xistin û bi hemî hebûna xwe ji boyî kurdan têkosşiyan.
Bi hezaran ji Kurdên Rojava beşdarî pêşwaziya qehremanan bûn.
Zemawendek e cemawerî bû. Li ser riya Amûdê li hev kom bûn û bi dengê def
û zurneyê re berên xwe dane konên qehremanan.
Çavên Qamishloyê bi dîtina qeheremanên wê şa bûn. Dîtina girtiyên
serîhildanê, serîhildana ku bi dehan şehîd û bi sedan birîndar û bi hezran
girtî li pey xwe hiştinn. Îro qehremanên Qamishloyê vedigerin, Qamishloyê
jî zemawendekê ku hêjayî bejna wan be ji wan re li dar dixîne.
Îro li esmanê Qamisşloyê nermebayeke buharî li ba dibe, bîna buharê ya
ku ji gupîtkên çiyê dihereke û bîna indeko û zersosinan pêrgî lîlandinên
kêfê dibin daku gulwazan ji qeheremanên Kurdistanê re çêbikin.
Li van wêneyan binerin û evîna xelkê bo qehremanan û qehremaniyê
bixwînin.
Pîroz be bo hemî kurdan..
Pîroz be bo dayikên lehengan...
Bo xwishk û jinên qehremanan..
Pîroz be bo Kurdan û bo qehremanên Rojavayiyan..
|
|