|

Birayên birêz,
nûnerên kongireya sêyem a HRKRD!
Silav û rêz…..
Wek tê zanîn xebat û fedekariyeke mezin li paş
damezrandin, birêvebirin û
pêşvebirina
Hevgirtina Rewşenbîrên
Kurdên Rojava li Derve ye. Ev ji hestekî meruvane
yê bilind û bawerî bi pêwistiya hebûna dezgehên netewî yên
kurd tê. Helbet kesên
gorîkar û rewşenbîr
ên resen di nav koma nivîskarên me de henin û civata me
hêviyên
gewre bi wan ve girêdide. Hêvî ew e ko, kongireya we ya
sêyem sûd ji serpêhatî û
tecrîbeyên salên bûrî bigire û ligora berjewendiyên rewşenbîriyên
netewî û mercên
serdem xebata xwe berdewam bike.
Jibo hûn karibin alîkariya çanda kurdî û rewşenbîrên
li welêt bikin gereke xebata we
dûrî mintalîtêta xweperest, grûptî û partiyetî ya teng be û
têkeliyên we yên
navnetewî fireh bêne hûnandin û xurtir bibin.
Pîroz be kongira we ya sêyem, pêşkevtin
û serkevtin ji xebata we re û her bijîn
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
Rêxistina Ewrupa
Dr. Sadedîn Mele
2007-04-12
|