Kampanya  100
c

28-30 Nîsanê

Daxuyanî

Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava lı Derve

Goteborg-Sweden

 

Lêbûrîn
Desteya birêvebir a rojava.net çunkî bi amadekirina kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîran mijûl e, lêbûrîna xwe bi dilgermî ji nivîskar û mêvanên malperê dixwaze .
Her wisa desteya birêvebir hêvîdar e ku piştî kongireyê, di meha gulanê de, dîsa malper, bi form û naverokek e ku, di qada belavkirina çand û wêjeya kurdî û dewlemendkirina guftûgo û diyaloga rewşenbîrî ya kurdî kurdî de, hêjayî rola malperê bin, vegere weşana xwe.
Endam û piştgir û kesên ku dixwazin nûçeyên kongireya sêyemîn a HRKRDyê ji nêz ve bişopînin, dikarin serdana malperê bikin çunkî di van herdû hefteyan de em ê bi tenê agahî û nûçeyên kongireya sêyemîn belav bikin.

Di gel rêz û silavên Komîteya birêvebir
 

 

 
 
H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

27 June 2007 23:39

 

 

Rêveberên hêja yên kongireya sêyemîn a hevgirtina rewşenbîrên kurdên rojava li derve..

Silav û rêz ..
Di ev dema dijwar û wêran de, di ev dema kujeran de, hûn xebatek balkêş û ber bi çav bi rêve dibin, ew jî bê goman cihê rêzgirtin û şanaziyê ye, û hêjayî piştgiriya me ji ked û çalakiyên we re ye.
Di vê boneyê de ûmîdewarim ku hewildanên we bigihên armancên xwe yên watedar, û hêdî.. hêdî dîwarên çanda tirsê li welêt biherifînin, da em jî bigihên pariyek roj û xewnên berfireh.
Bê goman roleke rewşenbîran ya payebilind di kêmkirina xirabiya ku li cîhanê de heye, da ku jiyîna me di nava ev toza totelîter de hinekî pêkan be û nêzî asoyên rastiyê be. Di vê derbarê de, û ji ber nebûna çarçoveyeke wek hevgirtina we li welêt, em ên li welêt hêvî dikin ku hevgirtina we di demên pêş de bandorker be, û hewil bide ku li welêt jî rolekê bilîze. Bê goman têkiliyên me bi hevgirtinê re tenê bi rêya malperê ye, û kovara we urkêş nagihê rojavayî kurdistanê, lewre em hêvî dikin ku pire yên we bi rewşenbîrên ku li welêt dimînin re xurtir bibin.
Herweha ez pêşniyar dikim ku hûn di demên pêş de, li gor derfetên xwe hewil bidin da weşanxwneyekê ji nûserên kurd ên rojavayê welêt re saz bikin, çu ku wek hûn dizanin li welêt di weşangerî û çapkirina pirtîkan bi zimanê kurdî qedexeye, û divê bo çap kirina bi kurdî destûra lêderiya sûriyê ya baas hebe, an herî kêm hûn quncikekî di malpera xwe de ji bo e-pirtûkan ava bikin, ev jî di nerîna min de pêwîst e, ji ber ku em her ji xelkê xwe fêrbûna zimanê zikmakî dixwazin, lê dema yek hînî zimanê xwe dibe jî berhemên bi kurdî tune ne ku bihêlin ew di zimanê xwe de berdewam bibe.
Xelek û korsên zimên tenê ne besin, divê berhem jî hebin ta tîbûna kurdîhezan bişikîne, ji ber nebûna berhemên bi kurdî em hemû berê xwe didin zimanên din.
e- pirtûk ji rewşa me ya aloz re çareseriyeke, ji ber ku navendên çanda kurdî îroj li derve ne ( tenê di dema hawarê de, heya astekê rojavayê kurdistanê navend bû ), li bakurê kurdistanê ne, li diasporayê ne, û dewleta me ya polîsî nahêle ku pirtûk bi hêsanî derbasî hundir bibin, wek mînak di heyva sermawezê de, dema ku ez ji rojên wêje, ji amedê vegeriyam nêzî 40 pirtûkên min hatin girtin û hêjî venegerandine.
Belvkirina e-pirtûkan di malperê de fedekariyê ji aferînerên kurd dixwaze, çi problem heye dema ew pirtûkên xwe bi awayê PDF ji malperê re bişînin, malper jî biweşîne. Pirî caran birêz Ibrahîm Seydo Aydogan behsa bi dehan romanên kurdî dike, lê me çend roman ji wan xwendine.
Pêşniyara min ya dawî jî eve: ji bo lîstina ew rola bandorker a min li jorê destnîşankiriye, divê hevgirtin di hin waran de, hin komîteyan ava bike.

Serkeftinê ji kongireya we re lava dikim..
Her hebin..
Spas

Helbestvan û nûser : Mustefa Îsmaîl
Kobanê – rojavayê Kurdistanê



 


 

من 28 ولغاية 30 نيسان

السويد- غوتنبورغ
المؤتمر الثالث لإتحاد المثقفين الكورد_غربي كوردستان في الخارج

 
 

اعتذار:

 تعتذر هيئة تحرير روزآفا.نت من كنابها ومتابعيها وزوارها عن توقفها المؤقت، نظرا لانشغال هيئة التحرير بالاعداد للمؤتمر الثالث لاتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج. وهيئة التحرير تأمل بان يعود الموقع في بداية الشهر القادم وبعد المؤتمر مباشرة الى نشاطه المعهود بشكل ومضمون جديدين ومنسجمين مع دور الموقع في نشر الثقافة الكوردية الجادة، وفي اغناء الحوار  الكوردي الكوردي. وبامكان اعضاء الاتحاد والمهتمين و المتابعين لاخبار وتطورات المؤتمر الثالث لاتحاد المثقفين الكورد ان يزوروا الموقع يوميا لاننا سنحاول ان نخصص الموقع خلال الاسبوعين القادمين لكل ما يتعلق بالمؤتمر الثالث.
مع تحيات هيئة التحرير

 

 

 

 

Design: www.hesso.de

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005