Bo têkiliyan:

hevgirtin@rojava.net

 

 

Ji bo Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava li Derve,

Birêzan
Zor spas ji bo wexwendina we ya ji bo komcivînê.

Mixabin em nikarin beşdarî komcivîna we bibin. Lê belê em hêvîdar in, komcivîna we ya sêwemîn bibe bingehek ji bo tevxebat û hevkariya rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê.

Wek hûn jî baş dizanin, sala 2007´an ji bo welat û gelê me yê her çar perçeyan wê bibe saleke girîng û dîrokî. Ji ber vê yekê jî hevkarî û tevxebata rêxistin û dezgehên Kurdî, îro ji her rojî elzemtir û girîngtir e. Ev pêvajo, barê ku dikeve li ser milê rewşenbîrên Kurd girantir dike. Ji ber ku rewşenbîr rê nîşanê gelê xwe dikin û gel hewcedarî rewşenbîrên rasteqîn e. Divê rewşenbîr jî berpirsiyariya xwe ya dîrokî bînin cîh.

Bê guman di tekoşîna xwe ya mafdar da emê bi ser kevin.

Di karê û barê we da serkeftin daxwaz dikin.

Li gel silavan…

13.04.2007
Komîta Kargêr ya Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR