Bo têkiliyan:

hevgirtin@rojava.net

 

 

Xuşk û Birayên birêz
Endam û birêvebirên kongirê siyem yê Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li derve yên hêja.
Pir hêja ye dema rewşenbîrên kurd li welatên ewropa bi piranî li bin sîwana Hevgirtinekê li hev bicivin û kom bibin, dema gotin bîr û bawerî û pênûs bi hev re li dijî gef û zordariya neyaran yek nerîn û helwestek bin. Bi hêvî me ko hûn bi tevayî bigihêjin armanc û erkên ko we dane ser milê xwe
Bijî Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li derve
Bijî Kurd û Kurdistan

Birayê we
Ezîz Xemcivîn

Dubey
17/4/2007

 

 

DAXUYANÎ

Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve

Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve di 28-30ê meha Nîsanê de, li bajarê Göteborg(Gothenburg)a Swêdê, lidardikeve.
Em bi vê kongireya xwe ya sêyemîn, dîsa alîgiriya welatê xwe û pişgiriya doza xwe dikin, dîsa. em berbi wateyên giranbuha û kûr; wateyên mirovane û weletparêzane yên nasnameya xwe ve dicin, berbi peyam û rade û taybetmendiyên vê nasnameyê ve, bêyî dudilî, biryara çûyînê didin.

Em carek e din, bi vê kongireyê, alîgiriya hibrê, ximav û diyalogê dikin û em bawer in jî, ji hemî deman bêtir, ku rola me, wek rewşenbîr, rehdaçikandina gotara hişyariyê ye û berfirehkirina bazinên danûstendin û diyalogê û di gel hemî nakokî û cihêwaziyan pejirandina yê din û geşkirina karê hevbeş e.

Em dê wisa bi gavine jixwebawer mûma sêyemîn a Hevgirtinê vêxînin. Em ê hewl bidin ku tiştekî ciwantir pêşkêşî nasname, bûnewerî û mercên hebûna xwe ya li van welatan bikin, da ku em bişên şadî û kêfxweşiya wendayî biafirînin; şadî û kêfxweşiya ku serdest û dagîrkeran ew ji me dizîne.

Em ê hewl bidin gotinê biafirînin; gotina rewşenbîrane ya ku ji bilî wê çi tiştekî me nîn e. Em ê hewl bidin ku ji wan gotinên spehî qefdên reyhanan bo dîroka xwe, bo xewnên xwe, bo niyaz û arezû û mebest û armancên xwe çêbikin û çanda evînê, hezkirinê û xweşewistiyê biçînin û wê bi hizr û dilsojiyê avbidin. Çanda evînê, çanda dilpakiyê, ku bi salan e em ji wan bêbêpar in.

Evîn û hezkirin û narîniya hest û ramanan di şûna dexisîn û hevûdû ji holêrakirinê. Hevûdû himbêzkirin û desthejandin di şûna zikreşî û bêbextî û kirêtiyê de.
Bi heman gave, em ê ji dil û can, bi hestdariyeke bêhempa jî danûstendinê bi şîniyên xwe re bikin; şîniyên me yên nirxdar û giranbuha ku em dixwazin bibin bîranînên me.

Em dê bi dilsojî û destpakî danûstendinê bi kêfxweşiyên xwe re jî bikin û em dê têbikoşin da ku ew xweşî nîşana diweroja ax û neteweya me be.
Em nîşanên vê yekê îro, di Newrozan de, di Newrozvanan de, di salveran de, li deşt û çiyê û li penagehan, di rûdan û bûyeran de, bi çavan, ronak û zelal, dibînin.
Em jî destên xwe dirêjî hemî ronahiyan û hemî xetîreyan dikin, bi mebesta ku giyanên me berbi azadiyê ve bibin.

Cara sêyemîn e ku em hêviya xwe ya narîn û tenik lidardixînin, mîna ku em wan dastanan, efsaneyan û serpêhatiyên ku me bihîstibûn û dîtibûn, aniha, ji nû ve, wan bibêjin û di wan de bijîn;
Dastan, afsane û çîrokên wî welatê ku ne dûrî me ye, welatê ku ji me ne xerîb e û em jî jê ne xerîb in.

Em ê bi helwestên we, bi dilşadiya we bikaribin xwe xurtir bikin, em ê bi peyv û beşdarbûna we, bi pêşniyaz û xweragirtina we, xweragirin û xwe bigihînin asta ku hêjayî rewşenbîriyê be.

Em Kongireya xwe ya sêyemîn li bin sîwaneya evînê, baweriyê, dostaniyê li dardixînin û doza amadebûna rewşenbîran dikin.
Werin derdên xwe, helwestên xwe, nêrînên xwe, rexneyên xwe li bin vê sîwaneyê bibêjin û binivîsînin.

Werin em rû bi rû hev bibînin û aşkera gazinan ji hev bikin!
Werin, em bi we mezintir dibin û em ê bi beşdariya we ya jibo parastina çand û ziman û wêjeya kurdî serbilindtir bibin jî.
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve

Komîteya Kargêr
23. 03. 2007

Bo têkiliyan:
hevgirtin@rojava.net