Bo têkiliyan:

hevgirtin@rojava.net

 

 

 Ji Serokatiya Dîwana Kongreyê re

Bi mebesta Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li
Derve, ez slavên xwe pêşkeşî we birêzan dikim.

Ez jî wekî kesekî ku ne “Serxetî” û ne jî “Binxetî”; li tam “Liserxetî”
yani ji ser sînor im, bi coş û marêfeta cîraniyê tevlî hest û şadiya we
dibim. Helwest û dilîniyên xwe yên piştgiriyê bi we re parve dikim.

Hêvîdar im ku kongreya sêyemîn, xebat û têkoşîna gelê rojava ya li
hemberî dîktatoriyê ber bi serkeftinê ve bibe.

Salên li pêşiya me, ewê demokeasî û azadiyê ji bo gelê kurd bîne,
rejîmên faşîst dê hilweşîn.

Bi van hest û hêviyan serokatiya dîwana kongreyê û we haziran slav
dikim, spasî birêveberiya berê dikim û serkeftinê ji birêveberiya ku dê
were hilbijartin re dixwazim.

Hasan Kaya